1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

CHP çareseriyê naxwaze

Siyasetmedar Îmam Taşçier, anî ziman ku CHP bi vê helwesta xwe naxwaze pirsgirêka kurdî çareser bibe û bi hişmendiya Îttihat Terakkiyê tev digere û got: “Heta pirsgirêka kurdî çareser nebe, demokrasî nayê Tirkiyeyê.”

Siyasetmedar û parlamenterê HDPê yê berê Îmam Taşçier, helwesta CHPê ya li dijî komîsyonê nirxand û wiha got: “Beriya komîsyon ava bibe, PKKê xwe fesih kir. Çek şewitandin. CHPê xwest komîsyon ava bibe, di komîsyonê de cih bigirin û her tişt zelal pêk bê. Piştre li gorî daxwaza CHPê komîsyon hat avakirin. Lê ji roja komîsyon hat avakirin heta îro, 11 parlamenterên di komîsyonê de bê dilê xwe tev geriyan. Herî dawî dema komîsyonê biryar girt ku biçe Îmraliyê, vê carê CHPê astengî derxist. Çima CHPê astengî derxist? Ji ber ku ev gav piştî 27ê sibatê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye avêtin. Ji bo şeklê çareseriyê û demokratîkbûna pêvajoyê divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û fikrên wî bên wergirtin. Ji ber ku xwediyê projeyê û muxatabê li ser masê birêz Ocalan e. Ji ber ku xwediyê vê fikrê ew e, bi awayekî xwezayî divê CHP jî di nav komîsyonê de biçûya serdana birêz Ocalan bikira.

Diviyabû 51 wekîl çûbûna Îmraliyê

Îmam Taşçier, destnîşan kir ku ne tenê nûnerên komîsyonê û CHPê, diviya bû 51 endamên komîsyonê çûbûna Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûna û wiha got: “Diviyabû 51 endamên komîsyonê çûbûna Îmraliyê û her tişt li wir zelal kiribûna. Lê tenê her partiyê nûnerên xwe yên komîsyonê şandin. Dîsa jî CHPê astengî derxist û beşdarî şandeya komîsyonê nebû. CHPê nexwest çareseriya pirsgirêka kurdî û projeya birêz Ocalan bên nîqaşkirin. Ji ber vê yekê çûna Îmraliyê red kir. Nexwest ev mesele bên ser maseyê. Dijberî vê helwestê diviyabû CHPê wekî partiya muxalefetê zor bida îktîdarê ku gavan bavêje. Diviyabû CHPê di çûna 51 endamên komîsyonê de israr bikira û bixwesta ku fikrên birêz Ocalan jî bistînin.”

CHPê her dem li dijî kurdan cih girtiye

Îmam Taşçier, li ser helwesta CHPê ya li dijî pirsgirêka kurdî jî rawestiya û wiha axivî: “Di dema Mustafa Kemal de, di dema Îsmet Înonu de, di dema Bulent Ececît de û di dema Kemal Kiliçdaroglu de her demê, CHPê li dijî çareseriya pirsgirêka kurdî cih girtiye. Kî bûye desthilat, her dem li dijî kurdan li ser dijminatiya kurdan CHPê li cem desthilatê cih girtiye. Herî dawî, 2016, dema HDP li meclisê bû û ji bo li 67 parlamenterên wê lêpirsîn bê vekirin,  ji bo di makezagona Tirkiyeyê de guhertinê çêbikin ji bo AKP û MHPê 10 wekîl lazim bûn. Lê CHPê li şûna 10 wekîlan 20 wekîl dan û kir ku rê li pêşiya girtina Selehatîn Demîrtaş û 20 wekîlên din bê vekirin. Piştî wê guhertinê, Erdogan bû serokkomarê Tirkiyeyê. Bi hevkariya MHP û CHPê xwestin Tirkiyeyê bi rê ve bibin.

Aqilê CHPê hîn yê 1923an e

Îmam Taşçier, got ku wê demê jî armanca CHPê ew bû ku HDP an bê girtin an jî lawaz bibe û wiha axivî: “Lê hesabê CHPê pêk nehat. CHPê di dîroka xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî ti gaveke erênî neavêtiye. CHPê di pêvajoya  2013-2015an de jî astengî derxist. Îro jî dixwaze astengiyê derbixe. Ji ber ku CHP partiyeke nijadperest e. Ew dixwaze xwe demokrat nîşan bide, lê ne wisa ye. CHP xwe wekî notirvanê komarê nîşan dide. Armanca wê ku bibe îktîdar tune ye. Mejiyê CHPê hîn mejiyê Îttihat Terakkiyê ye. Rojhilata Navîn û cîhan hatiye guhertin, lê aqilê CHPê yê 1923an e. Li Başûr Herêma Federe hatiye avakirin. Li Rojava Rêveberiya Xweser hatiye avakirin. Li Îranê xebatên nû hene. Kurd di her alî de bûne xwedî hêz. Bûne xwedî partî û rêxistin. Kurd li her derê xwedî yek helwestê in. Kurd dixwazin li ser axa xwe, xwe bi rê ve bibin. Lê CHP vê yekê naxwaze. CHPê hîn nasname û zimanê kurdî qebûl nekiriye. Dixwaze mafên kurdan ên kolektîf bi awayekî fermî çênebin. Tenê dixwazin kurd li mala xwe bi kurdî biaxivin. Dixwazin kurd bi nasnameya xwe siyasetê nekin û ne xwedî maf bin. Lê êdî kurd nayên xapandin. Kurd êdî dizanin kî dost e û kî ne dost e. Kurd êdî di her alî de xwedî sazî û rêxistin in. Dixwazin di her alî de mafên xwe biparêzin. Kurdan heta niha ti carê sitû xwar nekiriye. Projeyên birêz Ocalan ên niha jî bi rastî ji bo mafên kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê rê vedike. Lê CHP naxwaze rêya demokrasiyê li Tirkiyeyê bê vekirin. Heta ku pirsgirêka kurdî çareser nebe, demokrasî jî nayê Tirkiyeyê.”