Komîsyona Meclîsî di 21ê Mijdarê de biryara hevdîtina bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re girt û di 24ê Mijdarê de jî li girava Imraliyê hevdîtin pêk anî. Hem di civîna biryargirtina hevdîtinê de, hem jî di pêvajoya hevdîtinê de gelek derdoran sekneke dijber nîşan da. Nûnerên DEM Partî, AKP û MHPê hevdîtin pêk anîn. Ev hevdîtîn di çareserkirina pirsgirêka kurd de qonaxeke nû ye. Dewlet êdî bi fermî muxatabiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl dike.
Ev hevdîtin ji gelek aliyan ve grîng e. Dibe ku hinek ji aliyê magazînî ve jî lê binêrin lê ev tiştek ji rastiya wê kêm nake. Dîsa jî hewce ye were zanîn ka partiyên din çima li hemberî vê biryar û hevdîtinê sekinîn.
Li Tirkiyê siyaset ji berê ve wekî karê sextekarî û durûtî hate destgirtin. Bûyera dawî jî ev yek piştrast kir. Partiyên siyasî yên Tirkiyê ji damezirandina komarê heya îro ne li ser feraseta demokrasî û avakirina zemîna siaysetê tevgeriyan. Zêdetir li ser berjewendiyên xwe yên komî û malbatî tevgeriyan. Di vê bûyera dawî de jî hişmendiya kone derdikeve pêş. Partiyên wekî CHP, ÎYÎP, DEVA, GELECEK, DSP, HUDA PAR wisa fikirîn ku heke ew dijberî vê biryarê derbikevin ew di rojên pêş de dikarin vê veguherînin propagandaya hilbijartinê. Hewl didin ku li ser milletperestiyê dijberiya AKP û MHP bikin. Gel di çi rewşê de ye ne xema wan e. Ev aliyekî mijarê ye.
Aliyê din jî îxtîmalek mezin heye ku hêzên naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe mekanîzmayek xistin dewreyê. CHPê heya niha sekneke erênî nîşan da, lê ew jî baş nikarin îzah bikin ka çima li hemberî vê biryarê derketin. Her wiha endam û nûnerên partiyên DEVA û GELECEK jî nerazîbûnên xwe yên di derbarê biryara partiyên xwe de nîşan didin. M.Emîn Ekmen (parlementerê Partiya Deva) di vî aliyî de nivîsek berfireh jî girtibû dest. Lê di dawiyê de wiha dibêje “ji bo siyaseta rêxistinkirî hewce ye biryara partiyê esas were girtin.” Hinek rêvebir, parlement û endamên CHPê jî bi vî rengî diaxivin. Wê demê gumana ku ji aliyê mekanîzmayeke derve ve hatiye beralîkirin zêdetir dibe. CHPê di demên borî de jî gelek biryarên şaş dan. Ozgur Ozel ji bo van biryaran rexne da lê dîsa heman xeletî kir.
Yek ji helwestên balkêş jî helwesta HUDA PARê bû. HUDA PAR di nav kurdan de xwe wekî partiya kurdî dide naskirin. Lê mixabin dema mijar dibe çareserî ew jî cihê xwe di xeta dijberiyê de digire. HUDA PAR naxwaze birêz Abdullah Ocalan muxatab were girtin. Argumana wan û ya miletperestên tirk heman e. Dibêjin ‘ew kurdan temsîl nake!’ Qaşo ew kurdan temsîl dike. Lê rewşa wê jî li holê ye. Helwesta wê nîşan dide ku ew jî ne di destê xwe de ne.
Li Tirkiyê ji bilî hêzên derve sê hizb naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe.
Yekemîn miletperestên kurd: Huda Par û PDK serê vê hizbê dikşînin. cerdevan jî beşeke mezin di vê hizbê de digirin. Ev hizb bi dehan salan ji aliyê dewletê ve li hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê hatin bikaranîn. Nanê xwe li ser hevkariya bi dewletê re qezenç kirin. Heke pirsgirêk çareser bibe êdî tu rola wan namîne. Ji bo ev rola wan neqede naxwazin çareserî pêş bikeve. Piştî qeyum avêtin ser şaredariyan herî zêde Huda Parê sud wergirt. Dewletê bi hezaran endamên wê girtin kar. Ji ber vê nerazîbûnê li hemberî rejîma qeyuman jî nîşan nade.
Duyemîn, netewperestên tirk in. Ergenekon serê vê hizbê dikişîne. Hinek derdorên di nav CHPê de, derdora Oda Tv, Sozcu, Halk Tv, Vatan Partîsî û hwd vê hizbê pêk tînin. Ev hizb ji damezirandina komarê ve beyî ku tu bedelan bidin li ser keda civakê xwe didin jiyandin. Li ser navê ku welatperweriyê dikin ji dewletê îhaleyên mezin digirin. Bi piranî ji aliyê îstîxbarî têne têrkirin û agahiyên îstîxbarî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Malzemeya wan a bingehîn jî dijberiya kurd û xeyrî mislimanan e. Dema pirsgirêka kurd çareser bibe ev argumana wan jî diqede.
Seyemîn, hizba miletperest û olperest a tirk e. BBP, ÎYÎP û derdoreke di nava AKPê de vê hizbê pêk tînin. Di salên dawî de ev hizb di rêveberiya dewletê de gelek xurt bû. Bi taybetî ticareta hundir û derve kete destê wan. Sermayeya ku berê di destê Ergenekonê de bû bi piranî bi dest xistin. Her wiha derdora Yenî Şafakê, malbata Bayraktaran di teknîka şer de hema bêje hemû îhale xistin destê xwe. Ev derdor li ser bazirganiya teknîka şer dewlemend bû. Herî zêde jî ev teknîk di şerê li hemberî gelê kurd de pêş xist. Dema şer biqede êdî hewcedariya bi wan namîne. Lewma ev derdor naxwazin çareseriyeke mayînde pêk were. Ev hizb ji aliyê etnîkî-olî ve xwe li ser dijberiya kurd-elewî ava dike. Dema ev pirsgirêk ji holê rabe zemîna propagandaya wan namîne.
Ji van hizb û helwestan jî diyar dibe ku nexwestina çareserkirina pirsgirêka kurd ji ber menfeatên partî û malbatî ye. Ew derdorên ku behsa ol û netewan dikin di rastiyê de yek jî li gorî rêgezên olî û netewî najîn.
