2. Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê, bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê erk û berpirsyariyên şaredariyên gel û avakirina civaka demokratîk de, belgeya ji nû ve avabûna şaredariyên gel ên Şengalê û rêzikname berdewam dike. Di konferansê de ji bo kar û xebatên dema nû ya şaredariyan gelek pêşniyar hatin kirin û biryarên girîng hatin girtin.
Perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşeke mezin û bi dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ hate pêşwazîkirin. Çend xalên sereke yên ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ne:
‘Şaredarî dibistanên demokrasiyê ne’
“Min ji şaredariyan re got dibistana demokrasiyê. Min ev belasebeb negot. Ewrûpayê jî lêkolîn bikin. Li wir wisa ye. Di aliyê teorîk de jî wisa ye. Şaredarî tevgerên gelekî mezin in, divê neyên biçûkkirin. Yek jî rêya derketina demokrasiya herêmî ye. Ev sosyalîzm bixwe ye. Sosyalîzmê li Enqerê û Moskowayê negerin. Di binyada şaredariyê de dikarin sosyalîzmê avabikin.
Siberoja gelê me yê Êzidî wê bi lez û vîna wan a li ser bingeha civaka demokratîk a ku xwe dispêre îradeya demokratîk şekil bigire û bi gewde bibe. Divê rêxistineke civakî ya wisa pêkbînin ku pê bikaribin baweriya xwe bi rengekî azad bijîn.
Li ser esasê perspektîfa civaka demokratîk, siberojeke wekhev û azad a gelan, dikare bê avakirin. Gelê me yê Êzidî bi xwerêxistinkirinê siberoja xwe bixe bin ewlehiyê û ewlehiya xwe mîsoger bike. Tekoşîna ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk berpirsyariya tevahî gelên me ne. Bi vê wesîleyê, ez tekoşîna gelê me yê Êzidî silav dikim. Azadiya Êzidiyan û azadiya gelên Rojhilata Navîn bi hev ve girêdayî ye.”
Ji bo jîngeha Şengalê gelek pêşniyar hatin kirin
Piştî perspektîfan, rapora 4 salan a kar û xebatên şaredariyan hate xwendin. Piştî xwendina raporê, beşdarên konferansê derbarê xebatên şaredariyan de nêrîn, nirxandin û rexneyên xwe anîn ser ziman û her wiha ji bo xurtkirina şaredariyan ji bo plan û projeyên nû pêşniyarên xwe kirin. Bi taybet pêşniyarên ji bo pêşxistina projeyên avê, çêkirina hedîqeyan, çandina daran, perwerdehiya zarokan, çûn-hatina di navbera gund û komelgehan de û parastina jîngeha Çiyayê Şengalê derketin pêş.
Yek ji rojevên esasî ya konferansê jî belgeya ji nû ve avakirina şaredariyên gel bû. Di vê belgeyê de li gel nirxandina tecrube û daneheva 10 salan a şaredariyên gel, perspektîfa ji nû ve avakirina şaredariyan jî cih digire. Çend xalên esasî yên ji vê belgeyê ev in;
“Şaredariyên gel ên Şengalê, amadekariya serdemeke nû ya xebat û têkoşînê dikin, ji bo pêşxistina şaredariya gel a demokratîk û komînal, ji bo bidestxistina xweserî û statuya Şengalê amadekariya pêngaveke girîng dikin. Ev pêngav jî nirxandin û nîqaşeke xurt, perspektîf û plansaziyeke têrker a xebatan, her wiha hêvî, eşq, bawerî û îrade dixwaze. Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo; derfet, zemîn û hêzeke mezin afirandiye da ku pêngaveke rast a tevgera gel, demokrasiya gel, azadiya gel were pêşxistin. Bê guman ev jî bi asta rêxistinkirina civaka demokratîk ve girêdayî ye, bi pêşxistina hêz û îradeya gel ve girêdayî ye, bi cewherî bi avakirin û xebitandina komînan ve girêdayî ye.
Gava yekemîn avakirina komînan e
Di pêvajoya ji nû ve avabûnê ya şaredariyên gel ên Şengalê de, gava yekemîn û esasî rêxistinkirin û pêşxistina komînan e. Pergala şaredariyan wê xwe bispêre komînan. Di dîroka mirovahiyê de hemû nirxên civakî bi kombûnê derketine holê. Yanî dema em dibêjin Şaredariya Gel a Demokratîk, di esas de em dibêjin Komîna Gel a Demokratîk. Şaredarî û Komîn, weke naverok, weke wate, weke cewher evçend pêkve girêdayî ne. Di navbera demokratîkbûn, polîtîka û azadiya komînê de peywendiyeke xurt heye. Kooperatîf, kargeh, weqif, komele û rêxistineyeke civakî dikare bibe komînek. Ji ber ku di heman demê de divê demokratîk bin, mirov dikare ji wan re bêje Nîzama Komînal a Demokratîk. Mirov dikare jiyana komîn li tevahiya qadên perwerdehî, çandî û zanistî pêk bîne.
Cewherê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê komîn e
Ji ber van rastiyan, di pêvajoya ji nû ve avabûnê de, pêwîst e xebatên şaredariyan weke xebatên rêxistinkirina komînan were nirxandin. Her beşek xebatan me, her lijneyek, her karek divê weke komîn were rêxistinkirin. Xebatên şaredariyê wê li ser vê esasê bimeşe. Şaredarî wê hem xwe weke komîn birêxistin bike, hem jî bi komînên cûda yên gel re bixebite. Cewherê pêvajoya xwe ji nû ve avakirinê ev e.”
Di konferansê de her wiha rêziknameya şaredariyên gel ên Şengalê di çarçoveya perspektîfa ji nû ve avakbûnê de, hate nûkirin.
Di konferansê de ji bo kar û xebatên dema pêş a şaredariyên gel biryarên girîng jî hatin girtin.
Çend biryarên ku derketin pêş;
– Hemû xebatên şaredariyan weke komîn xwe birêxistin bikin, komînên şaredariyan plansazî û projeyên demkurt û demdirêj amade bikin.
– Li gorî pêdiviyan perwerdehiyên teknîkî, pîşeyî û ya komînan werin pêşxistin.
– Pirsgirêka avê bi projeyên guncav bê çareserkirin.
– Ji bo ferman neyê jibîrkirin, Korîdora Azadî û Mirovahiyê weke sembol were destnîşankirin û bibe cihekî seyrangehê.
– Li Çiyayê Şengalê bi dehezaran darên berû û hejîran werin çandin.
– Ji bo çûn û hatina gel, servîsa di navbera gund û komelgehan de dest bi kar bikin.
2.Konferansa Şaredariyên Gel ên şengalê wê bi hilbujartina berdevkan û xwendina encamnameyê bi dawî bibe.
