1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jina êzidî li Şengalê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin

Jina êzidî Suad Xelef Elî ku di dema fermanê de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû revandin, piştî 11 salan bi keça xwe ya 11 salî re li Şengalê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin.

Jina êzidî ya bi navê Suad Xelef Elî di dema feramana 3yê Tebaxa 2014an de, li gundê Koço ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû girtin. Wê demê gundê Koço 12 rojan di dorpêça çeteyan de mabû û pişt re di roja 15ê Tebaxê de çeteyan xelkê gund komkiribû û zilamên gund qetilkiribûn. Piştî wê jî çeteyan jinên gund hemû girtin û ber bi cihek nediyar ve revandibûn.

Yek ji wan jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatibû revandin Suad Xelef Elî bû. Suhal Xelef di dema esîr girtina xwe de, li Tilefer, Musil, Suriye û Tirkiyeyê tê gerandin. Suhal Xelef piştî 11 salan ji destê çeteyên DAIŞê tê rizgarkirin.

Suad û keça wê Şehrîbanana 11 salî, piştî 11 salan vegeriyan gundê xwe Hatimyê. Di ketina gund de bi çepik û tilîliyan tên pêşwazîkirin.

Di dema ketina malê de, kêliyên hestiyar hatin jiyan kirin, Suad diwan kêliyan de ji ajansa mere axivî û got; “Ez û keça xwe piştî 11 salan ji destê DAIŞê rizgar bûn û niha di nava xizmên xwe deme. Ez gelek kêfxweşim.”

Dayika Suad Xelef Elî, Hûsno Elî di dema pêşwazîkirina keça xwe de, kêfxweşiya xwe anî ziman û got; “11 sal bûn ez li keçên xwe digeriyam, lê min agahî ji wan ne digirt. Herî dawî beriya 10 rojan agahî ji min re hat, ji min re gotin ku keçek te saxe û hatiye rizgarkirin. Ez gelek kêfxweşim. Keçek din jî ya min di wê demêde  hatiye revandin û heya niha jî di destê çeteyên DAIŞê de ye.”