1 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Helwesta li dijî çareseriya doza kurdî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

CHPê, wek partiyek ku îdia dike sosyal-demokrat e û di nav partiyên mixalefetê de xwedî bandoreke girîng e, bi redkirina çûyîna Îmraliyê gaveke ku ji bingeha xwe ya îdeolojîk dûr dikeve avêt.

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bi rojeva çûyîna girava Îmraliyê 21 mijdarê li hev civiya. CHP civîn terikand û çûyîn red kir. Di dîroka nêz a siyaseta Tirkiyeyê û Kurdistanê de wekî werçerxeke girîng tê dîtin. Ev biryara CHPê ne tenê reaksiyonên siyasî yên demkî ne. Di heman demê de vegotina nêzîkatiya bingehîn a partiyê li hemberî “Doza Kurdî” û têgihîştina wê ya “demokrasiyê” ye.

Tevî redkirina CHPê jî roja 24ê mijdara 2025an, Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî li girava Îmraliyê û hevdîtineke dîrokî bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî. Ev hevdîtin, di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de, di dîroka nêzîk a komara Tirkiyeyê û Kurdistanê de weke qonaxeke girîng tê dîtin. Heyeta komîsyonê, ku ji endamên AKPê, MHPê û DEM Partiyê pêk dihat, li ser esasê biryara piraniya dengên komîsyonê çû Îmraliyê.

CHP bi awayekî kevneşopî di navbera bingehên xwe yên laîk, komarparêz, elewî û xeta siyaseta neteweperest de di nav nakokiyekê de ye. Di dema zêdebûna hestên neteweperest ên li Tirkiyê de, redkirina hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bi aramanca ji aliyê rastgirên tirk ve neyê rexnekirin û dengdêrên neteweperest ên mixalefetê wenda neke pêk hatiye. Bi gotineke din, CHP ji bo ku “bila neyê gotin ev bi PKKê re hevkariyê dike” gaveke siyaseta parastinê avêtiye.

CHP di nêzîkatiya xwe ya li dijî doza kurdî de, di navbera “ewlehîperestî” û “demokratîkbûnê” de maye. Redkirina çûyîna Îmraliyê, hişt ku mijara doza kurdî careke din di çarçoveya ewlekarîperestiyê were nirxandin ku ev yek jî di vê pêvajoyê de bi serê xwe kêmasiyek ciddî ye. CHP di dîroka xwe de, di dema rakirina parêzbendiyên parlementeran de û di helwestên din ên girîng ên têkildarî kurdan de jî, bi awayekî domdar li pişt hêzên neteweperest ên tirk cih girt. Redkirina çûyîna Îmraliyê nîşan dide ku rêveberiya CHP ya nû jî mînak ji rexneyên berê negirtiye û zirar dide nasnameya xwe ya ku weke sosyal demokrat tê binavkirin.

CHP beriya niha raporek 7 xalî ji bo komîsyonê amade kiribû ku nîşan dide ku ew naxwaze bi temamî ji rojevê dûr bikeve, lê dixwaze rewşê bi daxwazên siyasî yên li gorî berjewndiyên wê werin rojevê. Lê em dikarin bêjin ku ev ji raporê wêdetir ji bo di vê qadê de xwe bide naskirin, ev hewldan bi pêş xistiye. Lewma di vê mijarê de gotin û pratîka wê qet li hev nayên.

Biryara çûyîna Îmraliyê ya bi piştgiriya AKP, MHP’ê û DEM Partiyê, nîşan dide ku ev gav ji bo “aştî û çareseriyê” gaveke girîng e, ku hem ji aliyê rastgirên tirk ên nerm, hem jî ji aliyê siyaseta kurdî ve tê piştgirîkirin. Terikandina CHP’ê ya civîna komîsyonê, dibe sedem ku CHP di vê pêvajoya dîrokî de wek aktoreke bingehîn a siyaseta Tirkiyeyê rola xwe ya çareserîkar wenda bike.

Doza kurdî bi awayekî berfireh wek doza demokratîkbûna Tirkiyeyê em dikarin bi nav bikin. Partiya ku xwe wekî pêşenga demokrasiya laîk dihesibîne, bi dûrketina ji vê pêvajoya çareseriyê, derî li ber xurtkirina feraseta ewlekarîperestiyê vedike. Ewlehîperestî rê li ber sînordarkirina maf û azadiyan vedike, û bi vî rengî, nasnameya CHP’ê ya ku divê bibe hêza sosyal demokrat, ji aliyê siyasî ve lawaz dike.

Li gorî nêrîna zanistî ya siyasî, gelek derdor dibêjin CHP ji bo dengdêran wenda neke ev biryar daye. Lê di bingeha xwe de rastî ne ev e. Partiyek weke CHP divê li gorî hesabên wisa biçûk û teng tev negere. Bi gotinek din qada siyasî vala nehêle ku li ser mijarê gotina xwe bike. Gelek derdor li ser vê biryara CHPê hemfikir in ku wê şaşitiyeke dîrokî kiriye.

CHP îro yek ji wan partiyan e ku herî zêde bahsa demokrasî û mafên bingehîn dike. Lê li ser mijareke ku bi salan e didome, li gorî berpirsyarên xwe yên dîrokî çima tev nagere. Li gorî nêrîna min mirov tenê vê weke nêzîkatiyeke siyasî binirxîne wê kêm bimîne. Bi gotineke din, ev biryara ku hatiye dayîn nêrîna rêveberiya CHPê aşkere dike ku çawa li pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê dinêre.

Gelek derdor vê helwesta CHPê weke ‘xweparastina siyasî’ şîrove dikin. Li gorî nêrîna min, ev nêrîneke pir teng û ji analîzên siyasî dûr e. Ti eleqeya vê helwestê bi zextên îro li ser tên ferzkirin jî nîne. Divê em bizanibin ku pêkhateyên siyasî di rewşên zahmet de eniya xwe xurt û berfireh dikin da ku bikaribin gelek derdorên cuda jî bikşînin aliyên xwe. Lê CHP bi vê hemleya xwe em dikarin bêjin bi tenê ma. Di rewşeke wisa bi tenê mayî de wê çawa bikaribe di vê qonaxa dîrokî de bi erk û berpirsyar tev bigere nayê zanîn. Tişta diyar dibe ewe ku CHP ev pêvajo baş nexwed û di şîrovekirina mijarê de lewaz ma.

Ji aliyê din ve, biryara CHPê ya redkirina çûyîna Îmraliyê, bi awayekî aşkere nîşan dide ku partî hêj di nav çarçoveya îdeolojiya komara yek-netewe û yek-ziman a damezirîner de asê maye. Ew tirs dikeve navbera xeta neteweperest û xeta demokratîk a partiyê û her carê li ser hesabê demokrasiya kurdî, ber bi xeta neteweperest ve diçe.

CHP bi vê helwesta xwe ne tenê zirarê dide pêvajoya çareseriyê, di heman demê de nasnameya xwe ya sosyal demokrat jî lawaz dike û xwe ji rola aktora sereke di demokratîkbûna Tirkiyeyê de dûr dixe. Ji bo ku CHP di siyaseta Tirkiyeyê de roleke pêşverû bilîze, divê ji tirsa hêzên nijadperest dûr bikeve û bi cesaret li doza kurdî xweyîtiyê bike da ku di çarçoveya pêvajoya aştiyê û çareseriya siyasî de were çareserkirin.

Heke CHP di vê pêvajoya dîrokî de li pişt diryara xwe bisekine û ji bo bipêşxistina pêvajoyê gavên pêwîst navêje, wê gelên Tirkiyeyê û dîroka demokrasiyê wê weke partiya ji demokrasiyê direve pênase bike û tomar bike. Biryara komîsyonê ya çûyîna Îmraliyê, bi piraniya dengan, nîşan dide ku her çend CHP ne amade be jî, vîna çareseriyê di nav meclisê de xurt e û pêvajo wê berdewam bike.

Bêguman ne tenê CHP, paratiyên din ên ku çûyîna Îmraliyê red kiriye jî, wê di vê qonaxa dîrokî de bi rûreşiya xwe werin naskirin. Xweyîtiya li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê erk û berpirsyariya hêzên demokrasiyê, erka hemû derdorên siyasî ye ku piştgiriyê didin demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lewma lazim e ku di vê pêvajoya girîng de hemû derdorên siyasî û civakî li gorî ruhê demê berpirsyarî bigirin ser xwe û li gorî wê beşdar bibin. Serketina bi hêza kolektîf wê bi xwe re hêza demokrasiyê jî xurtir bike. Ev ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû pêkhatiyên li Tirkiyeyê yek ji mijarên herî girîng e.