30 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Metafizîka tundî û fenomenolojiya rizgariyê

25ê Mijdarê divê ne wek bîranîna rojekê, lê wek roja jinûvexwendina vê metafizîka rizgariyê were dîtin. Rojek ji bo jinûvexwendina felsefeya ku jin ava dike, ji bo bihîstina zimanê laş û ji bo jinûvenivîsandina qanûnek ku li şûna tunekirinê bibe çavkaniya parastin û hevsengiyê.

Tundiya li dijî jinan ne tenê komek ji kirinên zirardar e; ev tundî bixwe cîhanbûniya şaristaniyê diafirîne, metafizîkek serdestiyê ku (mirov) bi awayekî cinsiyetparêz pênase dike û hebûna jinan wekî pirsgirêkek li hemberî subjekta mirovî ya diyarkirî (mêr) datîne. Ji bo têgihîştina kûrahiya vê îdiayê, divê em sê pirsan vebikin.

  • Felsefe û nîzama aqilmendiya modernîteyê jin çawa ber bi qerax ve birin?
  • Ev derqeraxî çawa wek binesaziyên hêzên sembolîk, qanûnî û biyopolîtîk hat bicihkirin?
  • Berxwedana jinan ji navê vê bênaviyê, çawa konsepteke nû ava dike (ne tenê daxwazeke siyasî, dibe ku metodolojiyeke jinûveafirandina însanan be jî) ?
  1. Ji metafizîka veqetînê ber bi hilberînê

Bingeha felsefeya rojavayî li ser dualîzmê ava bûye: aqil/beden, însan/xweza, subje/obje (kirde/bireser). Di vê sîstemê de, aqil ku bi dîroka mêran hatiye xwendin, pîvana rastbûn û meşrûbûna hebûnê ye. Lê belê jin di kok, hilberîn û xwezayê de dibîne. Kategoriyên bi nêrîna vî aqilê xeternak, hewceyê kontrolê ne. Ev cudahî ne tenê teorîk, her wiha rêbernameya pratîkî ya jiyana siyasî ye. Jin wekî ‘yê din’ hat pênasekirin û ev ‘yê din’ bû bingeha meşrûbûna nîzama baviksalar. Simone de Beauvoir bi gotina xwe rast pênase kir: “Jin ‘yê din’ ê mêr e, lê divê em ji wê wêdetir biçin: ‘Yê din’ bû amûra dubarehilberîna wateyî ya nîzamê, objeyeke ku tayînkirina rol, maf û sînorên hebûna wê gengaz kir.

Ev paşvebirina felsefî zû bû qalibê qanûnî û saziyî; malbat wekî saziya bingehîn a rêxistina zayendî hat pênasekirin, qanûn wekî nermalava normên civakî kar kir û ol û exlaqê giştî sînorên pejirandî yên hebûna jinan tesbît kirin. Encam, bedena jinan ne tenê biyolojîk, lê ‘siyasî-sembolîk’ bû; bû sînorê kontrola hêzê.

  1. Tundiya binesaziya sembolîk, biyolojîk û qanûnî

Ji bo fêmkirina rast a tundiyê, divê em hin tiştan cuda bikin ne ku veqetînin; tundiya sembolîk (ya ku Bourdieu bal kişand ser wê), tundiya biyolojîk an jî biyopolîtîk (ya ku Foucault û paşê Mbembe li ser nivîsand), û tundiya qanûnî-saziyî. Ev sê kategorî bi hev re dubare hildiberînin.

Tundiya sembolîk: Hilberîna wate û zimanê rojane ye ku jinan wekî ‘rol, nirx an xeter’ bi nav dike. Biçûkxistin, stereotîp, vebêjên medyayî yên ku hebûna wateyî ya jinan qels dikin. Ev tundî kêm-deng lê domdar e. Paşvebirina dengê jinan ji vebêjên fermî, guherîna navan û diyarkirina bihîstina axaftina wê.

Tundiya biyopolîtîk: Dewlet û sazî li ser jiyana kolektîf serdest dibin, bi rêvebirina bedenan qanûnên ku cil, hilberîna zayendî û tevgerên jinan kontrol dikin; polîtîkaya tenduristiyê, polîtîkaya malbatê, polîtîkaya ewlehiyê. Dabeşkirina civakî ya êş û mirinê (çi di binesaziya karê aborî de çi di krîzên şer de) nîşaneyeke vê tundî ye. Bi zimanê Abdullah Ocalan, ev rewş dema ku bedena jinan ji fermanên xwedîtiyê derkeve û bibe navenda polîtîkaya biyolojîk a kolektîf, rizgar dibe.

Tundiya qanûnî/saziyî: Qanûna fermî ya ku xwediyê xuyanga bêalîbûnê ye lê naverok û bicihkirin nîşan dide ku kî xwediyê mafê şahidiyê, mîrate, parastinê yan azadiya tevgerê ye. Ev forma tundî, meşrûbûna fermî dide paşvebirinê. Dema ku qanûn zayendîkirî dibe, sînorkirin rengê qanûnî digirin û muxalefeta li hember wê wekî bênîzamî û nebûna ewlehiyê tê etîketkirin.

Ev sê qad bi hev re têkel dibin; zimanê rojane ê tundiyê xwezayî dike, qanûn wê tesbît dike û sazî wê bi cih dikin û dubare hildiberînin. Ev çerxe ye ku tundî binesazî dike û wê ji bûyera kesane wêdetir dibe.

  1. Berxwedana jinane: fenomenolojiya rizgariyê

Li hember vê binesaziyê, berxwedana jinane formeke pirqatî ye ku divê em wê wekî fenomenolojiya rizgariyê bixwînin; pêvajoyeke ku tê de afirandina wateyê, vegerandina bedenê û jinûvepênasekirina subjeyê li hev dicivin.

  1. Vegerandina ziman: Gotina jinan dema ku ji xefika teqlîda wateyî derkeve, rizgar dibe; gotina jinan ne bi pêwîstî bicihkirina heman vebêja mêrane ye, lê hilberîna formeke din a têgihîştina cîhanê ye. Ev hilberîna zimanê nû, bingeha jinûveavakirina sembolîk e.
  2. Beden wekî bîr û çalakî: Bedena jinan ne tenê jiyana biyolojîk, lê deftera dîroka siyasî ye. Her xêz li ser bedenê, her birîn, her dansa protestoyî, vebêjî ye û çîrokbêjiya ji bedenê derketî, felsefeyek e ku ji pêşgotinên aqilê modernîteyê derbas dibe.
  3. Siyaseta laşî: Kolan êdî ne tenê qada protestoyê ne; bûye metodolojî. Kombûna protestoyî, kiryarên girseyî û kirina sembolîk a rizgariyê (mînak, rakirina hicabê, tiraşkirina por an jî tomarkirina tevgerê) şêweyeke nû ya felsefeya pratîkî ye.
  1. Jin Jiyan Azadî jinûveavakirina mirovên kolektîf

Li vir nêrîna Ocalan girîng e: Ew ne tenê bi wek mijareke femînîstî bi meseleya jinan re mijûl dibe, lê jinan wek navenda jinûveavakirina şaristaniyeke din dibîne. Sê peyvên ‘Jin Jiyan Azadî’yê, her yek ji wan asta jinûveavakirina nîşan didin.

Jin: Wek bingeha hilberîna jiyana civakî, hilgira bîranînê û sembola berdewamiyê.

Jiyan: Ne tenê saxbûn, dibe ku kalîteya jiyana kolektîf; vegerandina çarenûsa kolektîf ji mekanîzmayên kuştina biyolojîk.

Azadî: Ne azadiya kesane, di çarçoveya xwedîtiyê de, lê azadiya kolektîf ku di têkiliyên hevbeş û parvekirina çavkaniyan de jinûvehilberînê dibe.

Xwendina vê sloganê wek metafizîka rizgariyê, îmkanê dide me ku berxwedana kolanan ji asta protestoyê ber bi asta felsefî bilind bikin. Her kirineke protestoyî, her kêliya ku jinên protestoker laşê xwe wek îdia li ser cîhanê datîne, nivîsandina beşeke nû ya mirovatiya mimkûn a pêkan e.

  1. Encama destpêkê: ji teoriyê ber bi kiryarê ve

Ger felsefe tenê li ser rûpelên pirtûkan bimîne, nikare cîhanê biguherîne. Berxwedana jinan nîşan dide ku felsefe dema ku xwe di serê laş û di kolanan de bibîne, dilşad dibe. Jinûvepênasekirina mirov (yanî derbasbûna ji mirovê malik û vegerandina mirovê jiyanê-kolektîf) tenê ji dilê van kampanyayan pêk tê. Ev jinûvepênasekirin ber bi sê karan ve ye. Jinûvestandina ziman, jinûve afirandina saziyan û jinûveorganîzekirina aboriya jiyanê.