Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî ku ji Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê Giştî yê AKPê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24ê Mijdarê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk anîn.
Hevdîtin li cîhanê dengek mezin li pey xwe veda û wek hevdîtinek dîrokî hat pênasekirin. Piştî vê hevdîtina dîrokî tê payîn ku hin gav bên avêtin. Li bendê ye ku Komîsyon di 4ê Kanûnê de bicivê û piştî civînê dest bi amadekariyên çêkirina qanûnî bike.
Notên hevdîtina Komîsyonê û Ocalan jî ji aliyê raya giştî ve tê meraqkirin. Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî naveroka hevdîtina li gel Ocalan axivî.
* Li ser navê komîsyonê hûn 3 kes çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Hûn ji ku çûn û çawa çûn?
Komîsyon roja Înê civiya û wê rojê biryara çûyîna Girava Îmraliyê girt. Ji bo çûyinê ji aliyê hiqûqî ve amadekariyên prosedorê hatin kirin. Ji ber ku divê serî li Wezareta Dadê jî bihata dayîn. Serokê meclîsê ji bi van karan ve mijûl bû. Piştî prosedor pêk hatin roja yekşemê ji me re agahî hat ku roja Duşemê em ê biçin Girava Îmraliyê. Roja Duşemê em zû şiyar bûn û weke 3 endamên komîsyonê li Enqereyê hatin ba hev û ber bi Stenbolê ve bi rêketin.
* Di seat çendan de hûn bi rê ketin? Rêwîtiya we çiqas dom kir?
Em ji Stenbolê bi rêya hewayî çûn Girava Îmraliyê. Berpirsyarên Ewlehiyê bi me re bûn û li Girava jî ji aliyê rêveberên girtîgehê ve em hatin pêşwazîkirin. Em bi awayekî lêzgînî derbasî Girtîgeha Ewlehiya Bilind ku li Girava Îmraliyeyê bûn. Em rastî tu pirsgirêkan nehatin. Piştre jî derbasî odeya hevdîtinê bûn. Li wir jî çend deqîqe amadekarî hatin kirin. Piştre jî birêz Abdullah Ocalan hat odeyê.
* Li odeya hevdîtinê cihê rûniştinê çawa hatibû amadekirin?
Belê pêşî em derbasî odeyê bûn, piştre jî birêz Abdullah Ocalan hat û bi destê me girt. Birêz Ocalan li hemberî me rûnişt û sohbeta me dest pê kir.
* Abdullah Ocalan we çawa pêşwazî kir? Di serî de kî axivî û kê pirsa yekem pirsî?
Ji me re got, ‘Hûn bi xêr hatin’ û got ez we dişopînim û nas dikim. Piştre jî endamên komîsyonê qala armanca hevdîtinê û temsîliyeta partiyan kirin. Endamên komîsyonê diyar kirin ku ew hevdîtin jî di çerçoveya hevdîtinên komîsyonê de ye. Birêz Abdullah Ocalan jî ev erê kir û piştre jî hevdîtinê dest pê kir.
* Di hevdîtinê de dîmen, wêne hatin girtin an qeydên hevdîtinê çawa hatin tomarkirin?
Na dîmen nehat girtin. Tenê cîhazê denggirtinê hebû û deng hat tomarkirin, ev jî jibo girtekan bû.
* Her wiha xîtaba hevdîtinê jî tê meraqkirin. Endamên Komîsyonê çawa xîtabî Rêberê Gelê Kurd kirin?
Dema birêz Abdullah Ocalan xîtabî me dikir digot, ‘Fethî beg, Huseyîn beg’ lê dema ku heyeta Komîsyonê xîtabî wî dikir digot, ‘Hûn’.
* Rewşa tenduristî û morala Abdullah Ocalan çawa bû?
Birêz Ocalan pir bi coş û moral bû. Tenduristiya wî xurt bû. Bi rûkenî me pêşwazî kir. Min bi taybetî rewşa tenduristiya wî pirsî. Tenduristiya wî baş bû.
* Di nav şandeyê de tenê jin tu yî. Abdullah Ocalan li ser vê yekê tu nirxandin kir an ji bo tevlibûna jinan a li pêvajoyê tiştek got?
Birêz Ocalan bi giştî li ser rêwîtiya dîrokî ya PKKê, serdemên ku Kurd û Tirkan di dîrokê de tifaq çêkirine, ka van tifaqan çawa sûd ji gelên Tirkiyeyê, Kurd û Tirkan re anîne û xalên şikestina vê tîfaqê yên dîrokî axivî. Wî her wiha nirxandinek berfireh li ser lêgerîna aştiyê ya PKKê û lêgerîna aştiyê ya dewlet û hikûmetê, lê çawa ev hemû rastî astengiyan hatiyê kir. Bêguman, endamên şandeyê jî derbarê pêvajoyê de pirsên xwe kirin. Di dawiyê de min derfet dît ku silavên taybet ên jinan bigihînim wî û ji ber ku ew berî 25ê Mijdarê bû, min jê pirsî gelo ew dixwaze bi taybetî li ser vê mijarê şîrove bike. Wî nirxandinek kurt li ser jinan jî kir. Wî bi taybetî behsa çanda kuştina jinan li kolanan kir. Wî behsa kuştina jinan kir. Wî her wiha nirxandinek pir kurt li ser perspektîfa xwe ya li ser azadiya jinan, nêzîkatiya xwe ya li hember jinan, li ser azadiya jinan bû, kir. Wî silavên xwe ji her kesî re şand.
* Ew hevdîtin ji bo pêvajoyê û çareseriyê xwedî girîngî û wateyeke çawa bû?
14 meh bi ser pêvajoyê re derbas bûn. Em dikarin bibêjin ku 1ê Cotmeha 2024an bi xwe rojek dîrokî bû. Niha salek li pişt me ma. Di vê pêvajoyê de pêşketinên pir krîtîk çêbûne. Birêz Bahçelî di 1ê Cotmehê de silav da partiya me. Birêz Ocalan nêzîkatiyek û pratîkek pir girîng û dîrokî nîşan da, ev dest bêbersiv nehişt. Peyama birêz Ocalan a 23yê Cotmeha 2024an ku got ew xwedî hêze ku pirsigrêka Kurd di çareser bike û merhaleya muzakerêyê girîng e. Divê em teqez bikin ku sînorên ku birêz Ocalan di vê pêvajoyê de derbas kir, bingeha hevdîtina me a 24ê Mijdarê bû. Bê guman, me jî diyar kir ku komîsyona ku di 5ê Tebaxê de li Parlamentoyê hate damezrandin jî xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Ji ber ku, ji roja yekem ve, birêz Ocalan diyar kiribû ku divê ev pêvajo li Parlamentoyê were nîqaşkirin, divê komîsyonek li Parlamentoyê were avakirin, divê beşên cûda yên civakê û beşên herî berfireh ên sazî û siyasî beşdarî vê pêvajoyê bibin û înîsiyatîfan pêş bixin.
Komîsyon piştî ava bû jî ji beşên cuda re hevdîtinên girîng pêk anîn. Lê hekê birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nekirina dê kêmasiyeke mezin bibûna. Serdana komîsyonê ya Îmraliyê di 24ê Mijdarê de û hevdîtina wê bi birêz Ocalan re dîrokî bû. Bi rastî, ew derbasbûna ji asteke din a girîng, asteke krîtîk nîşan da. Ya duyemîn, dewletê berê bi birêz Ocalan re têkiliyên cûrbecûr hebûn. Şandeya Îmraliyê ya Partiya me serdana giravê kiribû û hevdîtin pêk anîbû. Bi heman awayî, berî banga 27ê Sibatê, şandeyeke mezin, ku hevserokên me jî di nav de bûn, çûbûn giravê û bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Lê serdana me ya giravê li ser navê komîsyoneke ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin û hevdîtina me bi birêz Ocalan re ji bo hêza siyasî ya birêz Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Civîna 24ê Mijdarê bi xwe piştrast kir ku divê ev mijar ji meseleyeke ewlehiyê û ji bêçekbûnê wêdetir biçe û di heman demê de bibe meseleyeke siyasî jî, û divê ji bo çareserkirina vê meseleya çareseriyên siyasî werin pêşxistin. Ji bo wê jî civîneke pir girîng û dîrokî li dar xist.
* Her tim ji bo vê hevdîtinê digotin “Merhaleya krîtîk.” Dewlet çawa hat vê merhaleyê û merhaleya ku digotin “Krîtîk e” çi bû?
Hîn derdoran hêz û temsiliyeta birêz Ocalan sînordar didîtin û weke ku ew dikare ji rêxistinê çekan bide danîn muxatab didîtin. Lê me her tim digot; ‘Birêz Ocalan ne tenê muxatabê danîna çekan û fesixkirina rêxistinê ye’. Di heman demê de muxatabê çareseriya demokratik a pirsgirêka Kurd e. Heke ev pirsgirêk bi awayekî siyasî were çareserkirin, bi awayekî qanûnî were çareserkirin wê demê divê em bixwe ji devê birêz Ocalan bibihîzin ew ji bo çareseriyê çi dibêje, çi pêşniyaran dike. Divê em tekez bikin ku me dît ku birêz Ocalan rastî jî ne tenê muxatabe fesîhkirina rêxistinê ye di heman demê de muxatabe siyasî û çareseriya demokratik e. Yanî aqilek heye dixwazê heza birêz Ocalan sînordar bike û wî tenê muxatabe yekiniyên ewlehiyê nişan bide. Dixwazin pêşiya muxatabiya wî ya siyasî bigirin yanî. Bi vê hevdîtinê komîsyonê jî got; Ez dixwazim pirsigrêka Kurd çareser bikim. Ji bo wê jî divê berpirsan re hevdîtin bikim.
* Abdullah Ocalan li ser tevlinebûna CHPê tiştek got an nirxandinek kir?
Birêz Ocalan li ser CHPê gelek nirxandinên wî ji berê de hebûn. Bi rêya heyeta me ya Îmraliyê ew nirxandin ji raya giştî re jî hatibûn parvekirin. Vê carê jî got ‘Xwezî CHPê jî bihata’ û ev nirxandin kir.
* Rêberê Gelê Kurd li ser kîjan mijaran rawestiya? Li ser têkiliyên Kurd û Tirkan çi got?
Rastî jî hevdîtineke dirêj bû. Birêz Ocalan qala tekiliyên Kurd û Tirkan ên dîrokî kir. Di serî de hevpeymana li Milazgirê ku di sala 1071an de û têkiliya Sultan Alp Arslan bi mîrekiyên Kurd re analîz kir. Wî her wiha behsa serdema Selçûkiyan kir. Wî her wiha diyar kir ku serhildana mîrekiyên Kurd di dema hilweşîna Împeratoriya Osmanî de rolek di hilweşîna wê de lîstiye û Abdulhemîd ew yek dît û alayên Hemîdiye ava kir da ku pêşî li wê bigire. Piştre wî Şerê Serxwebûnê ku Kurd bedar bûbûn analîz kir. Nirxandineke li ser Serhildana Şêx Seîd, ji perspektîfa dîroka Komarê, dest pê kir û li ser sedema ku ev serhildan di sala 1925an de, ne di sala 1921an de, çêbû, sekinî. Her wiha destnîşan kir ku dema Selahaddîn Eyubî Qûdsê fetîh kiriyê Kurd û Tirkan bi hev re têkoşiyane. Her wiha nirxandineke kin li ser raperîna Şêx Seîd kir û bal kişand ser vê yekê ku çima ew serhildan di 1921an de pêk nehatiyê lê di sala 1925an de pêk hatiyê. Ji ber ku Kurd bi fikra umetê tevli şerê serxwebûnê bûn û piştrê jî dewletê dev ji umetê berda û bi fikra netew dewlet tevgeriya. Birêz Ocalan diyar kir ku sedema serhildana Şêx Seîd jî ew hişmendî bûye. Piştre jî qala çawa PKKê ava kiriyê kir. Qala civîna Bendava Çubukê ya Enqereyê ku bi 6 kesan dest bi rêwitiyê kiriye û heta pêvajoya îro kir.
* Herî zêde li ser kîjan xalan rawestiya?
Yanî herî zêde li ser têkiliyên Kurd û Tirkan rawestiya. Destnîşan kir ku çawa Kurd û Tirk dema bi hev re bûne ser ketine û dema ji hev cuda bûne winda kirin e. Li ser vê rawestiya. Li ser hewldanên aştiyê rawestiya. Birêz Ocalan got di sala 1995an vir ve wî sosyalîzma real derbas kiriye û dest bi lêgerîna aştiyê kiriyê. Lêgerînên aştiyê çawa rastî astengiyan hatiyê kir. Serdama lêgerînên aştiyê di dema Ozal, Erdal Înonu, Demirel û Erbakan kir. Di van hemû deman de jî mudaxaleyên çawa ji lêgerînên aştiyê re bûnê çi astengî derketinê nirxand. Her wiha bi lêv kir ku hêzên navneteweyî naxwazin aştî pêk were û li ser mirina Ozal jî mînak da ku çawa dikarin sabotê bikin.
Bi lêv kir ku mirina birêz Turgut Ozal ne tesaduf bû ye û divê bi awayekî guman li wê mirinê binêrin.
* Helwesta wî ya pêvajoyê çawa bû? Cudahiya vê pêvajoyê û pêvajoyên derbasbûyî çawa dibîne? Li ser vê nirxandinek kir an?
Helbet qala vê pêvajoya salekê jî kir. Qala destpêkirina pêvajoyê axaftina Devlet Bahçelî û Serokkomar Erdogan kir. Destnîşan kir ku wî jî xwestiyê bersive bide wê helweste û banga 27ê Sibatê jî li ser vê yekê formulê kiriye. Bi lêv kir ku aliyê herî girîng a banga 27ê Sibatê mutabakateke ku dewletê jî biryar daye. Her wiha anî ziman ku piştî bangê PKKê gav avetinê û ji wê rojê şun de agahiya şehîdan nehatiye. Destnîşan kir ku ew xwedî wateye û got ku mijar ne tenê berdana çekan e û pirsgirêka herî bingehîn ava kirin e. Ji ber wê jî girîngî dide avakirina welatek demokratîk.
* Rêberê Gelê Kurd qala avakirineke çawa dike? Dewlet û gelê Kurd dê bi hev re bikin an gelê Kurd wê tenê bi serê xwe bike?
Pir mijar hebûn. Ji ber wê li ser vê zêde nesekinî. Lê ev yek girîng e; pirsgirêk ne danîna çekan e pirsgirêka bingehîn avakirina demokratîkbûyînê ye. Yanî dewlet dê ji aliyê demokrasiyê ve biguhere. civak dê bibe xwedî hez. Ji bo komareke demokratîk bi hev re têbikoşin û ji bo wê jî divê zemîneke hiqûqî hebe. Yanî bi lêv kir ku pêwîstî bi sererastkirineke yasayî heye. Herî girîng jî bi lêv kir ku pêdivî bi mutabakateke siyasî heye. Diyar kir ku lêgerîna wî ya bingehîn mutabakateke siyasî ye û heke mutabakateke siyasî pêk were gelek tişt dê derbas bibin.
* Devlet Bahçelî jî qala “Mafê Hêviyê” kiribû û Fetî Yildiz jî. Di vê hevdîtinê de mafê hêviyê hat rojevê an?
Yanî tenê got ew wate dide gotinên Devlet Bahçelî ên derbarê mafê heviyê de.
* Entegrasyona Demokratîk hat rojeve an na. Gelo Rêberê Gelê Kurd li ser vê yekê nirxandinek kir?
Em dikarin vê yekê di çarçoveya Sûriyê de bêtir îfade bikin. Mijara Sûriyê mijara sereke ya civînê bû. Endamên şandeyê her wiha bêtir pirs li ser Sûriyê pirsîn. Ji ber ku gelek kesên ku me di komîsyonê de ji wan bihîstibûn bi taybetî li ser Sûriyê nîqaş kiribûn. Bandora potansiyel a pêvajoya Sûriyê li ser pêvajoya li vir û pêşketinên li Sûriyê bi xwe mijara sereke ya civînê bûn. Birêz Ocalan di çarçoveya tiştên li Sûriyê de ev tişt pir zelal û rasterast got: ‘Ji bo demek pirr dirêj, rejîmek Esed hebû, û taybetmendiya rejîma Esed di dawiyê de dîktatorî bû û ew bi salan bi vî rengî jiya. Îro rejîmek Şerîetê heye. Heke demokratîkbûnek rastîn tune be, ew ê di dawiyê de bibe dîktatorî’. Birêz Ocalan li ser demokratîkbûyîna xwecihî rawestiya. Birêz Ocalan diyar kir demokrasî rêxistinkirina civakê, avakirina komînan, meclîsan û civaka sivîl e. Birêz Ocalan teqez kir ku pêwîst e her kes civak, komun, meclîs û civaka sivîl ava bike û bi vî awayî bi hebûna xwe ve beşdarî pergalê bibe, demokrasî ji bo vê yekê pêwîst e û bêyî demokrasiyê, dê li Sûriyeyê dîktatoriyek nû hebe û ev yek jî aramiyê nade gelên Sûriyê. Ji aliyê entegrasyona demokratik ve ji bo me hemûyan dê bi çi re entegre bibe pirseke bingehin e. Kurd û gelên din dê di çi de entegre bibin? Ew ê ji pergaleke çawa re entegre bibin? Entegrasyon tenê di nav pergalek bi rastî demokratîk de mimkun e. Mirov dikare bibe beşek ji pergalek demokratîk. Birêz Ocalan got; ‘Heke dewlet demokratîk bibe û veguherînek demokratîk bi dest bixe, gel dikare xwerêxistinkirina xwe ava bike û di nav wê pergala demokratîk de bijî’. Ev ji bo Tirkiyeyê jî rast e, lê wekî min got, nirxandina li ser bingeha pirsên hatine pirsîn di çarçoveya Sûriyeyê de bêtir pêş ket. Li wir jî demokrasî pir girîng e. Birêz Ocalan diyar kir ku divê hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo Sûriyeyê û hem jî ji bo hemû welatên ku Kurd lê dijîn nêzîkatiyeke ku maf û hebûna Kurdan nas dike bê pejirandin.
* Tirkiye zextê li HSDê dike ku çekên xwe deynin. Berdevkê AKPê jî careke din dubare kir û gef xwarin. Gelo Abdullah Ocalan li ser vê tiştek got?
Li Tirkiyeyê, ev mijar bi dualî tê nîqaşkirin: ‘Gelo YPG dê çekên xwe deyne an na?’ Birêz Ocalan li ser vê mijarê rawestiya. Birêz Ocalan girîngiya demokratîkbûyînê destnîşan kir û got ‘heke demokratîkbûn tune be dê Şara çi bike’. Derbarê bêçekbûnê de birêz Ocalan girîngiya peymana 10ê Adarê û pêkanîna wê teqez kir. Di vê çarçoveyê de, wî bi taybetî pêwîstiya entegrekirina hêzên çekdar di nav artêşê de, lê di heman demê de pêwîstiya hêzên ewlehiyê yên herêmî jî teqez kir. Birêz Ocalan yek weke ‘Wezareta Karên Navxwe’ û ya din jî weke ‘Wezareta Parastina Neteweyî’ pênase kir. Yek dê weke artêşek bi Wezareta Parastina Neteweyî re were entegrekirin. Hêzên ewlehiyê yên herêmî dê di bin Wezareta Karên Navxwe de bên entegrekirin. Birêz Ocalan bawer dike ku pirsgirêkên li wir dikarin bi diyalogê werin çareserkirin. Bi zelalî û rasterast diyar kir ku ew ê di vî warî de pir bi bandor be. Dema ku ev pirs ji wî bi xwe hat pirsîn, wî got, ‘Erê, yên li wir jî dê guh bidin min’. Lê wî teqez kir ku bê guman, ‘divê şert werin bicîhkirin’ da ku ev çêbibe. Di dawiyê de wî bi taybetî diyar kir ku heke şert werin bicîhkirin, bingehên diyalogê werin pêşxistin, danûstandin gengaz bin, gelek pirsgirêk dikarin werin çareserkirin.
* Huseyîn Yayman û Fetî Yildiz li ser çi rawestiyan? Pirsên ku bala we kişand çi bûn?
Her du endamên heyeta Komîsyonê jî li ser pirsên ku raya giştî meraq dike rawestiyan. Li ser pêvajoyê pirsîn. Her wiha li ser peymana 10ê Adarê ya Rêbeberiya Xweser û hikûmeta Şamê. Hilberînên petrolê dê çi bibe, YPGê dê çek deyne an na û gelek pirsên din kirin.
* Gelo endamên heyetê bersivên pirsên xwe girtin an jî qanih bûn?
Belê qanih bûn. Wan jî dît birêz Ocalan li pişt banga 27ê Sibatê ye û ne tenê ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya herêmê xwedî bandor û xwedî perspektîfa çareseriya demokratîk e.
* Abdullah Ocalan li ser merhaleya pêvajoyê ya niha çi nirxandin kir? Heta niha dewletê hevdîtin dikir lê niha partiyên siyasî jî hevdîtin dikin li ser vê tiştek got?
Yanî li ser vê destnîşan kir ku ew hevdîtin dîrokî ye û wiha got, ‘Hûn weke siyasetmedar li vir in. Heta niha me bi dewletê re hevdîtin dikir. Ew jî ji bo çareseriyê lêgerîna mutabakateke ye’. Helbet birêz Ocalan qala pirsgirêka Kurd kir. Bingeha wê ya dîrokî vegot. Qala Tifaqa Kurd û Tirkan kir û got, ‘Me cara yekem pirsgirêka Kurd ji darvekirinan anî ser maseyê’. Yek jî xala herî girîng a hevdîtinê ew bû. Heta niha hemû serhildanên Kurdan bi darvekirinê bi dawî bûn e. Birêz Ocalan got, ‘Em serhildaneke Kurdan ji darvekirinê tînin ser masayê û em ê vê yekê bi aştiyê encam bigirin’.
* Yek jî mijarên herî zêde tên nîqaş kirin sererastkirinên qanûnî ne. Abdullah Ocalan li ser vê yekê çi nirxandin kir?
Birêz Ocalan ji bo merasîma îmhakirina çekan a 11ê Tîrmehê û vekişîna hêzên PKKê ji Tirkiyeyê di 26ê Cotmehê de spasiya xwe ya mezin anî ziman. Wî her wiha girîngiya agirbesta ku ji 1ê Adarê ve di meriyetê de ye û nebûna qurbaniyan teqez kir. Birêz Ocalan destnîşan kir ku sedema kesên çekên xwe şewitandine û nekarin werin Tirkiyeyê kêmasî û astengiyên qanûnî ne. Birêz Ocalan got, ‘Xwezî endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk bikaribin werin’. Her wiha diyar kir ku ji bo şert û mercên hatina wan bên amadekirin pêwîstî bi qanûnan heye.
* Rêberê Gelê Kurd di pirtûkên nivîsandine de dibêje, ‘Tirk ne ji bo xwe dikare şer bike û ne jî li hev were’ û balê dikşîne ser bandora hezên herêmî û navneteweyî. Niha jî pêvajoyek heye. Hezên herêmî û navneteweyî çawa nêzî pêvajoyê dibin?
Pêvajoya niha bi daxuyaniya Serkkomar a li Xelatê û axaftina Devlet Bahçelî ya 1ê Cotmehê dest pê kir. Ji ber wê jî birêz Ocalan dibêje aqilê dewletê pêş ketiyê û pêvajoyê jî wisa dixwînê û divê siyaset jî di wê baweriyê de be. Yanî ez wisa difikirim. Birêz Ocalan bi lêv kir ku divê ev pêvajo serkeftî encam bigire û hîn derdor û hêz hene naxwazin pêvajo serkeftî encam bigire. Qala mekanîzmayeke darbeye jî kir. Her wiha bal kişand ser vê yekê ku heke pêvajo bi ser nekeve ew mekanîzmaya darbeyê dê bikeve meriyetê
*Şîroveyên weke ‘ev pêvajo ji ber xetereya Îsraîlê dest pê kiriyê’ tên kirin Gelo di hevdîtinê de li ser têkiliyên Tirkiye-Îsraîl û Kurd-Îsraîlê tiştek hat gotin?
Belê li ser planên Îsraîlê li ser Rojhilata Navîn hin tişt gotin. Bi taybetî jî li ser hevpeymana Îbrahîm ku çawa dixwazin Rojhilata Navîn dizayn bikin nirxandin kir. Bi lêv kir ku Îsraîl dixwaze xwe bispêre hêzeke Kurd û niha şûn ve hebûna xwe mîsoger bike. Anî ziman ku divê geşedanên herêmê baş bên xwendin û destnîşan kir ku gelek hêz li ser Kurdan hesaban dikin.
* Heke pêvajo bi awayekî baş rêve neçe divê Kurd çi bikin? Gelo Abdullah Ocalan li ser vê yekê tiştek got?
Hemû nirxandina birêz Ocalan li ser serkeftina pêvajoyê bû. Li ser şertên serkeftinê rawestiya û nirxandinek li ser pêwîstiya serkeftinê ya vê carê kir. Nirxandina wî ya herî giştî ya têkçûnê ev bû; Heke ew bi ser nekeve, mekanîka darbeyê dê were pêkanîn û ev yek dê bandor li ser gelek aliyan bike. Pêvajoya aştiyê ya berê, pêvajoya aştiyê ya 2013-2015 û ka komên dijî çareseriyê çawa wê sabote kirin bi bîr xist û diyar kir ku ji bo ku ev yek îro careke din çênebe, divê pêvajo serkeftî be.
* Komîsyon dema roja Pêncşemê civiya dê li ser çi esasan bixebite? Çerçoveya nîqaşên sererastkirinên qanûnî dê çi bibin? Li Girava Îmraliyê li ser vê yekê çi nîqaş pêş ketin?
Me dixwest ku ev civîn pir zûtir were lidarxistin. Weke DEM Partî ev yek anî ziman û girîngiya lidarxistina vê civînê bêyî derengmayînê teqez kir. Her roja derengmayînê spekulasyon û manîpulasyonên nû di raya giştî de gur dike. Em civîna komîsyonê ya ku ji bo roja Pêncşemê ya hefteya bê hatiye plankirin girîng dibînin. Dibe ku sedemên girîng ji bo derengmayînê hebin. Lê belê wê demê pêwîst bû ku em derkevin û van sedemên girîng bibêjin. Ji ber vê yekê, divê ez bibêjim ku em vê yekê rast nabînin.
* Gelo girtekên hevdîtina Komîsyonê û Ocalan dê bi raya giştî re bên parvekirin an na?
Me weke sê endamên komîsyonê qeydên hevdîtinê îmze kir û pêşkêşî Serokê Meclîsê kir. Divê ew girtek ji komîsyonê re bên parvekirin û divê ev rapor bi çapemeniyê re jî were parvekirin. Divê tevahiya raya giştî bizanibe da ku ji her cure spekulasyon li serê neyên kirin. Em bawer dikin ku pir girîng e ku tevahiya raya giştî û gelê Tirkiyeyê axaftinên birêz Ocalan ên ji bo komîsyonê yên derbarê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bizanibe. Heke ev girtek werin parvekirin hemû kes dê bi awayekî zelal bibîne ku perspektîfa birêz Ocalan çi ye.
Peywîrek din a komîsyonê ew e ku di encama xebata xwe de raporek amade bike. Heta 28ê Mijdarê, divê hemî alî çarçoveya giştî û sernavên giştî bi lez radestî Serokê Meclîsê bikin. Ji ber vê yekê, em amadekariyên xwe dikin. Roja Pêncşemê, sernavên giştî yên ku dê di raporê de cih bigirin dê werin nîqaşkirin. Piştre dê nîqaş li ser awayê nivîsandin û amadekirina rapora giştî werin kirin û dû re rapor dê bi lez were temamkirin û pêşkêşî Desteya Giştî ya Meclîsê were kirin. Bi vî awayî dê pêvajoya nivîsandina yasayî dest pê bike.
Çavkanî: Mahmût Altintaş / Ajansa Welat
