Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Di serî de bal kişand ser Pêşniyarqanûna Têkildarî Budçeya Rêveberiya Navendî ya 2026an û got polîtîkayên li Tirkiyeyê rê li ber zêdebûna tundiya ser jinê û necezakirinê vedike.
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got u Abdullah Ocalan muxatabê sereke ye, hevdîtina hatiye kirin dê pêvajoyê pêş bixe û xwest girtekên hevdîtinê bi raya giştî re bên parvekirin. Ayşegul Doganê, diyar kir ku divê komîsyon rapora xwe demildest temam bike, lijneya giştî jî têkildarî cîbicîkirina verastkirinên hiqûqî lez bide xebatên xwe û got: “Kitekitên hevdîtinê dê di civîna 4’ê Mijdarê de bi komîsyonê re bên parvekirin. Em dixwazin ev girtek bi raya giştî re bên parvekirin. Hewceye di vê şefafiyê de tawîz neyê dayin.”
Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara CHPê ya cihnegirtina di şandeya çûye serdana Îmraliyê de û got: “Ji bo pêşeroja 86 milyon welatiyan, diviyabû her kesî tev li hevdîtinê komîsyonê bûbûya. Mixabin biryara CHPê, di meseleya kurd de nîşaneya bêsiyasetiya wê ye. Hevdîtina hatiye kirin girîng bû û divê ev gava rêya Îmraliyê bi awayekî fermî vekirî bidome. Divê derfetên hevdîtina bi birêz Ocalan re bên pêşxistin. Ji bo pêşeroja pêvajoyê ev girîng e. Ji nûnerên derdorên cuda yên siyasî heta parastvanên mafan, rojnameger, akademîsyen û hwd. her kes bikare hevdîtinê bike û derfetên vê bên avakirin.”
