Belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê û kovara Ozgur Halkê Adnan Işik, di 27ê Mijdara 1993yan de li Wanê hate qetilkirin. Işik, di sala 32yan a kuştin xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Şabaniye ya li navçeya Artemêt a Wanê hate bibîranîn. Endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) tev li bîranînê bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî pismamê Işik, Omer Işik axivî û got: “Piştî kuştin belavkarê rojnameyê Orhan Karaagar xwest di rojnameyê de bixebite. Tevî hemû gefan jî kedeke mezin da. Heta dawiya emrê xwe jî dilsozê têkoşînê bû. Adnan, rê nîşanî me da. Serê Çapemeniya Azad sax be.”
Rojnameger Zeynep Durgut jî di bîranînê de axivî û got: “Ji salên 90î heta niha zextekî giran li ser Çapemeniya azad heye û ev zext qet kêm nebû. Hevalê me Adnan, tevî ewqas zextan jî heqîqet digihand gel. Wê demê li Wanê polîtîkayên qirêjî yên dewletê hebû lê tevî vê jî hevalê me Adnan yek gavek paşve neavêt. Apê Mûsa û hevalên me yên wekî Adnan, bi fedakirina canê xwe heqîqet nîşanî me dan. Weke xebatkarên Çapemeniya Azad, heta aştî tê vî welatî û civakeke demokratîk ava dibe dê vê çirayê her geş bihêlin.”
Beşdaran, herî dawî jî qurnefîl danîn ser gora Işik.
