Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ciwan û xwendewanan di pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Yekitiya Xwendekarên Azad de, meşek bi meşaleyî lidar xistin. Ciwan û xwendewanan bi meşeleyan xwe gihandin qadê û ji bo pîrozkirina ‘Cejna Berxwedana Netewî’ bi meşeleyan ‘1978’ nivîsandin.
Ciwan û xwendewanên ku Cejna Berxwedana Neteweyî pîrozkirin piştî bi meşeleyan dîrok nivîsandin, bi stran û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” govend gerandin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên,”Bijî Serok Apo!”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan!” bi dawî bû.
