27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TÎPê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bê aşkerekirin

TÎPê daxwaznameyek da Komîsyona Meclisê û xwest ku girtekên hevdîtina komîsyonê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re kiriye bi raya giştî re bên parvekirin.

Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), daxwaznameyek da Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê. Di daxwaznameyê de hat gotin ku komîsyonê ji bo cureyên verastkirinên zagonî ji partiyan pêşniyar xwestiye û heta roja înê dem daye û xwest ku ev dem were taloqkirin.

Di daxwaznameyê de bal kişand ser hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û hat xwestin ku girtekên hevdîtinê piştî pêşkeşî komîsyonê hatin kirin, weke rapor bê pêşkeşkirin.

TÎPê xwest ku girtekên hevdîtina li Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin.