27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

DEM Partî li Awistiryayê hevdîtinan dike

Komîsyona Karên Derve ya DEM Partiyê, di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Awistiryayê hin hevdîtin kirin.

Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Ji Komîsyona Têkiliyên Derve Re Berpirsiyar Ebrû Gunay û parlamenterê Amedê Serhat Eren, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li Awistiryayê hin hevdîtin kirin.

Di çarçoveya serdanê de bi berdevkê Têkiliyên Derve yên Partiya Keskan David Shoebridge, Wezîra Jin û Çandê ya Partiya Lîberal Chaika Barry, Wezîra Perwerdehî û Hunerê Julia Leeser li Parlamentoya Awistiryayê hevdîtin pêk anîn.

Di hevdîtinan de mayindebûna mekanizmaya pêwendiyê ya di navbera DEM Partî û Parlamentoya Ewropayê de hat destnîşankirin.

Di hevdîtina şandeyê de rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê hat ragihandin û piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo pêvajoyê hat destnîşankirin. Herwiha şandeyê li Parlamentiya Federe ya li Canberayê jî hin hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtinên şandeyê yên li Awistiryayê didomin.