27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Peyasê peykera ‘Jinên Têkoşer’ diyarî jinan kir

Şaredariya Peyasê li Parka Medyayê peykera jinekê ku wek remza berxwedan, têkoşîn û azadiya jinan dihewîne bi merasîmekê vekir. Hevşaredarê Peyasê Bêrîvan Sîncar got ku ew peykerê diyarî jinan dikin.

Şaredariya Navçeya Peyasê ya Amedê li Parka Medyayê ya li navçeyê peykera jinekê ku wek berxwedan, têkoşîn û azadiyê ya jinan tê pênasekirin, çêkir. Peyker bi merasîmekê hat vekirin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Sîncar û gelek xebatkarên jin ên şaredariyê tev li merasîma vekirina peykerê bûn.

Hevşeredara Peyasê Bêrîvan Sîncar axivî û diyar kir ku wan ji bo 25ê Mijdarê Roja lli dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî gelek xebat li dar xistine û got: “Ji aliyê şaredariyên DEM Partiyê ve ji 90î zêdetir navendên jinan hatin vekirin. Xebatên me dê ji bo jinan bidomin. Li gorî daneyan di sala 2024an de 80 hezar jin hatine kuştin. Ev hejmara kuştina jinan jî her tiştî nîşan dide. Em wekî jinên têkoşer em ê berxwedana xwe li her derê û her dem berdewam bikin. Em vê peykerê diyarî hemû jinan dikin. Ev peyker remza jinên têkoşer e.”