27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Vebijêrka me aştî û diyalog e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê xwest, hurmetê nîşanî îradeya sûriyeyiyên li peravê, başûr û Humsê bide û dawî li gotinên nefretê bîne ku mozaîka civakî xera dikin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê fikarên xwe der barê pêla rageşiyên zêde li Sûriyeyê nemaze li peravê û parêzgeha Siwêdayê anîn ziman û hişyarî da ku dê hedefgirtina sivîl û xwepêşandêran welat ber bi pêleke nû ya tundiyê ve bibe.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên li dijî xwepêşandêrên daxwaza mafên xwe yên rewa dikin û anîna komên çekdar bi navên cuda weke “Feza Eşîran”, “Hêzên Eşîran” û hwd, sûcên sîstematîk in û armanca wan derbekirina aştiya navxweyî û derxistina fitneyan di nava sûriyeyiyan de ye.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew li kêlek hêviyên sûriyeyiyan ên li hemû deveran disekinin û piştgiriyê dide mafên wan ên aştiyane yên bi daxwaza azadî, edalet û wekheviyê û hat gotin ku “Diyaloga siyasî û aştiyane rêbaza yekane ya derbaskirian qonaxa heyî û xistina welatan di nava kaosa zêde de ye.”

Rêveberiya Xweser bang li hikûmeta veguhêz kir ku li hember vîna şêniyan rêzdar be û tundiya li dijî sivîlan bi dawî bike û hişyarî der barê rageşiya li Humsê, peravê û Siwêdayê de da, ku dê bi xwe re “bandorên xeternak” li ser siberoja welat û pêvajoya wê ya ber bi avakirina dewleteke demokratîk a nenavendî bîne.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dubare li ser sivîlan “binpêkirinên nirxên mirovahiyê ne” û banga bidawîkirina gotinên kîndariyê yên ku mozaîka civakî parçe dikin kir.

Rêveberiya Xweser di dawiyê de diyar kir ku dê vebijêrka wê tim “Aştî, diyalog, hevgirtina sûriyeyiyan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî” be.