27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

27ê Mijdarê navê pêngava dîrokî û vejînê ye

Heke ku di pêşengiya vê partiyê de neba, li dijî hemû siyaset û kiryarên qirkeriya ewqas giran a dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ê cîhanê, li gel kevneperst û xiyaneta Kurdistanê, nêzî 50 salî û bi fermî 47 salan kî karibû berxwedan û xweragiriyek bêhempa daba meşandin?

27ê Mijdarê; Ev, navê rojek dîrokî, navê pêngavek dîrokî ye û navê roja vejînê ye. Bi gotinek din, mirov dikare bêje ev roj, roja despêka pêngava zîndîkirina gelê diçû mirinê bû, an jî roja mirî ji tirbê hat rakirin û hat zindîkirin bû.

Jixwe, ji bo gelê kurd dewleta tirk, hîn di rojên despêka damezrandina komara xwe de dibêje; ”min ev doz kuşt, xist bin xaka çiyayê Agirî (çiyayê glîlê) û ser wê çimento kir, êdî kes nikare ji vira derxe zindî bike”.

Herwiha digotin “li Tirkiyeyê, ji bilî gelê tirk tu gelên din tune ye, bi tenê mafê jiyanê ji tirkan re heye”.

Bi van gotinan jî ranewestiyan, “mafê jiyana li vî welatê ji tirkibûnê re heye”, ev tê wateya, di serî de gelê kurd hemû pêkhateyên din, divê bi zorê û kotekî bibin tirk, ji bo vê siyasetê û projeyê bi dehan qirkerî li ser hemû pêkhateyan hat kirin, hebûna xwe li ser tunebûna pêkhateyan ava kir.

Di encama vê siyaseta qirker û xwînxwar de jî, dîtin ku di serî de gelê kurd bi tevayî nikaribûn hemû pêkhateyan ji holê rakin, di vê der barê de gotina wezîrê wan yê faşist, sadist û qirker Mahmut Esat Bozkurt balkêş e, dibêje;”mafê jiyana azad a pêkhateyên li vî welatî nîn e, bi tenê mafê xulamtiyê-koletiyê ji tirkan re bikin heye”.

Lewma Rêber Apo dibeje; “gelê me yê di nava guvaşa mirinê de bû û hebûna wî nedihat qebûlkirin, me ji qebrê rakir, ji qirkirina tevayî rizgar kir û niha di vê qonaxê de me hebûna gelê xwe, him bi dewleta tirk him bi hemû cîhanê da pejirandin-qebulkirin û pênasekirin”.

Bêguman ji bo vê destkeftinê, hewcedarî bi xebat û hewldanek gelek kûr û dûr hebû. Her wiha diviya zanebûnek dîrokî li ser gelê kurd, gelên herêmê û bi giştî zanebûnek civakî ya dîrokî û gerdûnî çêbibûya.

Li gel vê zanebûna hûrgilî û berfireh, heke hezkirina welat, gel, mirovahiyê û xwezayê nebûya, herwiha bi vanan re wêrekiyek xurt nebûya, her çendîn ewqas zanebûn hebûya jî nikaribû bibûya xwedî îradeyek-vînek û hişmendiyek xurt. Herwiha nikaribû di vê çarçovêyê de xwe bi rêxistin bikira û xwe bigihanda asta partiyek mîna PKKê bi rêkûpek, xwedî program û rêbaz û rêveberiyek hemdemî.

Heke ku di pêşengiya vê partiyê de neba, li dijî hemû siyaset û kiryarên qirkeriya ewqas giran a dewletên dagirkerên Kurdistanê û hevalbendên wan ê cîhanê, li gel kevneperst û xiyaneta Kurdistanê, nêzî 50 salî û bi fermî 47 salan kî karibû berxwedan û xweragiriyek bêhempa daba meşandin? Êdî divê mafê rûmet û pîroz ê vî Rêberiyê û vê Tevgerê bêqisûr were dayîn.

Li gel vê têkoşîna lehengî û xebata pîroz a dîrokî, hîn jî hinek kes an kom, kêm be jî, dikarin zimandirêjiyên neyînî bikin. Ji bo van kesên dijminatiya Rêberiyê, Partiyê yan bi giştî Tevgera Azadiyê dikin, tên naskirin û ji van kesan bêhtir mirov, ji bo hinek kesên bi nezanî dikarin hinek gotinên neyînî bikin xemgîn dibe. Weke mînak dibêjin “ma gelo êdî hewcedarî bi bîranîn û pîrozkirina vê rojê, vê pêngavê heye an nîn e?”

Ma gelo kes dikare vê xebat û deskeftiyên pîroz jibîr bike? Heke bixwaze jî nikare jibîr bike û bide jibîrkirin. Ji bo vê serkeftin û dana qebulkirina vê doza hêja ya mirovahiyê, 50 hezar şehîd hatiye dayîn, bi sedhezaran birîndar û zîndanî hene, bi milyonan koçber û mexdûrên şêr hene û hwd.

Herwiha di dema komploya dilgirtina Rêber Apo de, zêdeyî sed kesî ji bo rizgarkirina Rêberê xwe canê xwe bexşkirin. Gelo li cîhanê mînakek wisa heye? Tu gelan, tu baweriyan û tu kesan, ma gelo ji bo rêberê xwe karibûn canê xwe ji dest bidan? Heke Rêber Apo, bi tundî û bi rijd li hember van çalakiyên xwebexşandinê derneketa, ew ê hîn pirtir çalakiyên wisa bihata lidarxistin.

Herwiha mîmar û afrînerê vê felsefê û tevgêrê, 27 sal in di zîndanê de ye, gelo tu rêberên cîhanê, di şerd û mercên ewqas giran ên zîndanî de, qasî vî rêberê ji bo doza rizgarî û azadiya gelê xwe serê xwe êşandine, raman, perspektîf û şîrove pêşkêşî tevgera xwe, gelê xwe û mirovahiyê kirine?

Îca, ka gelo mirov dikare salvegera vê pengava dîrokî jibîr bike? Ma kes dikarê vê kesayetiya xwedî ruh, zihniyet û ruhê azadîxwaz, aştîxwaz û demokrat ku hatiye afirandin, jê bi paş ve gavan bavêje?

Jixwe karê vê dozê temam nebûye, na xêr, karê qonaxa yekê ku bi destxistina qebulkirina hebûna kurd û Kurdistanê bû, ev pêkhat, lê rê hîn li nêvî ye, divê ev rê were dewam kirin. Ew jî bi destxisitina jiyana azad û aram e ku ev jî karê qonaxa dudan e.

Herwiha li dawiya vê qonaxa dudan stratejiya “bi rêya çekdarî destxistina azadî û xweseriyê bû”, ew jî hat guhertin, niha bi stratejiya siyaseta demokratik wê qonaxa dudan were dewam kirin.

Niha ev karê qonaxa dudan, stratejî û taktikên nû li ber me ne, divê em vî karî hildin ser mîlê xwe û ji berê xurtir rêya xwe dewam bikin. Bîranîn û pirozbahiyen me jî wê li ser vê bingehî were pêkanîn. Helbet ji bo serwextkirina gelê me yên tênegihiştî, weke xebatek lezgîn li ser milê me hemûyan e.

Di vê çarçovê de, em partiya xwe di sala 47an de dîsa, ji berê xurtir di bîra xwe tînin, li ser wî ruh û zihniyeta ku daye me, ji bo ku em di qonaxa dudan de, bi kesayetiyek nûjentir serkeftî bin em bêhtir bixebitin, serkeftina me ya mezin a kominalizmê, nêz e û ji niha ve li me pîroz be!