Bi salan e li Sûriyeyê ji ber şerê û sîstema mêrdewlet, jin rastî her cure û rêbazên tundiyê tên. Ev jî bûye yek ji çavkaniyên sereke yên qeyrana li welat. Li rojavayê Kurdistanê ku kurd bixwe rêveberiya xwe dikin, jinan karîbûn heta radeyekê li hember tundiyê têbikoşin û daxwaza mafên xwe yên jiyîn, karkirin û perwerdehiyê bi dest bixin. Jinên kurd pêşengtî kir û jinên hemû pêkhateyan li derdora xwe kom kirin. Jinên kurd bûn dengê azadiya tevahî jinan û rê li ber guhertina hişmendiya civakî vekir. Lê belê li herêmên ku di bin desthilatdariya rêjîma Esad a rûxiyayî ku niha di bin desthilatdariya HTŞê de ye, rewş cuda ye.
Berê rêjîma Baas a Esad niha jî çeteyên cîhadîst li Şamê û gelek herêmên din, polîtîkayên înkarkirina rola jinan, tunekirina nasnameya wan û paşguhkirina rola wan dimeşînin. Di komkujiyên perava Sûriyeyê û Siwêdayê de, revandin, îşkencekirin û tecawîzkirina jinan li ber çavan bû. Li dibistan û saziyan cudakirina jinan û sergirtina wan aşkere bû. Di reşwa Sûriyeya niha de, hişmendiya neqebûlkirina jinan û kêmxistina rola wan a li nava civakê li pêş e.
Der barê 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, asta têkoşîna jinên kurd li hember tundûtûjiyê û rewşa jinan li Sûriyeyê bi taybetî piştî hatina HTŞê, me bi endama Koordînasyona Kongra Star Gulistan Gulo re hevpeyvîn kir.
Dirûşma çalakiyên we yên îsal “Bi hev re em civakek demokratîk û komunal ava dikin da ku tundûtûjiyê bi dawî bikin” e. Armanca we ji vê dirûşmê çi ye, çima ev dirûşm bi taybetî hat hilbijartin?
Bi boneya rashatina 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî, em hemû jinên li qadan ên li hember tundiyê têdikoşin, li ber xwe didin û dengê xwe ji bo azadiyê bilind dikin, silav dikin. Her sal ji bo bîranîna roja 25ê Mijdarê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinên jinan çalakiyan li dar dixin. Îsal jî bi dirûşma ‘Bi hev re em civakek demokratîk û komunal ava dikin da ku tundûtûjiyê bi dawî bikin’ me dest bi rêzeçalakiyên xwe kir. Li gorî rewşa herêmê, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, me dirûşma vê salê hilbijart. Ji bo hemû cureyên tundiyê ku di şexsê jinan de li ser civakan hatine meşandin werin rakirin û pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Herwiha ji bo em pirsgirêka serdestiya mêran û bindestiya jinan ji holê rakin û careke din jiyaneke hevpar di navbera jin û mêran de ava bikin, pêwsîtiya me bi avakirina civakeke demokratîk û komunal heye. Bi avakirina civakeke demokratîk û komunal dê encax dawî li tundî, şer, krîz û qeyranan were.
Bi nêrîna we, avakirina civakeke demokratîk û komunal dê çiqas rê li ber tundiyê bigire ku îro li nav civakan pêk tê?
Dema ku em li dîroka tundiyê vedigerin û wê dixwînin, em dibînin ku tundî ji bo yekalî derketiye, ji ber di dîroka mirovahiyê de jiyaneke wekhev û hevpar hebû. Jin û mêr bi hev re avakarên civakê bûn, lê dema ku desthilatdarî û ferdiyet bi pêş ket, tundî jî ji aliyê mêr ve hat destpêkirin û xwest destkeftî, nirx û erkên jinan bike destê xwe. Bi meşandina hemû rêbazên tundiyê re, jin ji civakê û jiyana xwe ya xwezayî bêpar ma. Ji lewra em dibînin ku bi avakirina civakeke demokratîk û komunal dê dawî li tundiyê were, dema ku aliyê tundî li ser hatiye kirin tev li civakê bibe, cihê xwe di qadên biryardayînê de bigire û mafên xwe bi dest bixe, wê demê jiyanek komunal tê avakirin. Rêber Abdullah Ocalan jî di manîfestoya xwe ya dawî de vê yekê dibêje ku, ‘Xencer di pişta civakê de heye, ev xencer jî tundiya li ser jinan e, heta xencera di pişta civakê de dernekeve pirisgirêkên me çareser nabin’. Ji bo wê jî em dibêjin, heta em vê xencerê dernexin dê têkoşîna me berdewam bike.
Krîzên di roja me ya îro de ku li Sûriyeyê rû didin bandoreke çawa li jiyana jinan dike ?
Nêzî salekê ye ku rêjîma Baas a Esad hat hilweşandin û HTŞ derbasî Şamê bû. Herkes jî dîroka HTŞê ya qirkirin û kuştina gelê Sûriyeyê dizane. Lewra bi hatina HTŞê tiştek nehat guhertin, hêviya gelê Sûriyeyê ya piştî 15 salên şer, kuştin, êş û berxwedanê ew bû ku êdî Sûriyeyeke demokrat were avakirin. Lê mixabin bi hatina HTŞê re hîn zêdetir krîz kurtir bûn. Komkujiyên li dijî gel û êşên li ser jinan zêdetir bûn, me dît ku jin bûn yên li perava Sûriyeyê û Swêdaya, herî zêde zirar ji êrîşên komên ser bi HTŞê ve dîtin. Me gelek dîmen dîtin ku çawa êrîşî jinan û rûspiyên civakê dikin. Ev hemû mijarên tundiyê ne ku jin di krîza Sûriyeyê de jiyane. Heta niha rewşa Sûriyeyê ne zelal e, li Sûriyeyê hîn jî sîstema ku jin tê de cih bigire nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê jin rastî kuştin, revandin, koçberî, tecawiz û tundiyê tên, êşa jinên Sûriyeyê hîn dewam dike.
Tundiya li dijî jinan li herêmên di bin kontrola HTŞê de pir zêde ye. Ev yek ji çi tê, bi taybetî dûrxistina jinan ji qadên rêveberî û biryardayînê hişmendiyek çawa bi xwe re ava kiriye?
HTŞ xwedî hişmendiyeke olperest û netewpererst e. Hişmendiya HTŞê hebûna jinan qebûl nake, bi taybetî bi hatina wê ser desthilatdariyê re, di hemû saziyên hatin avakirin û biryarên hatin girtin de cihê jinan tune bû. Jin ji hemû qadan hatin dûrxistin, ji lewra hişmendiya HTŞê ya ku îro Sûriyeyê bi rê ve dibe, ji bo jinan xeteriyeke mezin e. Ev hişmendî xwe dispêre dewlet û netewdewletê û di sedsala 21ê d, ji bo tevahî Rojhilata Navîn xetere ye. Dîsa li herêmên îro di destê HTŞê de rojane nakokî, nearamî û neewlehî tê jiyîn. Kesên ku dixwazin ji bo tedawiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe bidin Şamê bi tirs nêz dibin. Heta niha jin nikarin dengê xwe bilind bikin û li dijî tundiya tê kirin serî rakin, sergirtina jinan û cudakirina wan li zanîngehan asta vê xetereyê derdixe holê. Ji roja ku HTŞ hat ser desthilatê got divê jin li mal be û ji kar dûr be û têkoşîna 15 salan a jinên Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin. Ji ber vê yekê em dibêjin herêmên di destê HTŞê de herêmên bialoz in û tundî her roj li wir zêde dibe.
Hûn asta têkoşîna jinên kurd a ji bo bidawîkirina tundiyê çawa dibînin û ji bo ev têkoşîn derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibe, divê çi were kirin ?
Jinên kurd li ser asta Kurdistanê ji bo avakirina fikreke azad û rêxistineke xurt ku nasname û hebûna jinan misoger bike, pêşengtî kir. Bi saya felsefeya rêber Apo ku girîngiyê dide azadiya jinan, jinên kurd bûn pêşengên civakê û bandor li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê kir. Bi hezaran jin hatin birêxistinkirin û perwerdekirin. Herwiha tev li şoreşê bûn, di heman demê de bûn pêşengên qadên siyasî, dîplomasî, aborî, civakî, çandî û leşkerî. Şoreşa rojavayê Kurdistanê ev yek îsbat kir ku jin dikare jiyanê bi hişmendiyeke azad û nerm ava bike. Jin dikare rêvebertiya civakê bike û pirsgirêkan çareser bike. Ji ber vê îro jinên kurd dikarin derbasî tevahî herêmên Sûriyeyê bibin û tecrûbeya xwe ya têkoşînê bi jinên sûriyeyî re parve bikin. Piştî ketina rêjîma Esad, hewldanên me zêde bûn, me di bin navên cuda de li gelek herêmên di bin desthilatdariya HTŞê de, xwe birêxistin kir. Armanca me ji vê yekê jî ew e ku em projeya xwe bikin malê tevahî jinên Sûriyeyê. Ji Swêda û peravê gelek bang ji bo me hatin kirin, da ku em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Em vê jî bêjin, hişmendiya HTŞê ku jinan qebûl nake û cih nade jinan, li ber têkoşîna me dibe asteng, dixwaze rê li ber jinan bigire û wan bêdeng bike. Lê belê em vê jî tekez dikin, çawa ku me ji bo xwe têkoşîneke mezin meşand, em ê vê têkoşînê bikin para jinên elewî, durzî, turkmen û ereb jî.
Êdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr jî li kêleka jinan têkoşîna tundiyê dikin, hûn vê xalê çawa dibînin û ji bo tundî bi dawî bibe divê mêrek çawa biafire?
Dibe projeya me li ser esasê çawa jin têkoşîna tundiyê bike, çawa xwe birêxistin û perwerde bike, çawa xwe bihêz bike û mafê xwe di hemû qadan de werbigire, dest pê kir. Lê bi demê re, me pêwîstî dît ku divê mêr jî êdî li kêleka jinan têkoşîna li dijî tundiyê bide meşadin. Ji ber vê yekê her sal bi boneya 25ê Mijdarê mêr jî çalakiyan li dar dixin û hêrsa xwe ya li hember tundiya ku li ser civakê dimeşe tînin ziman. Di gelek perwerdeyên ku me ji mêran re li dar xist de, ev yek hat ser ziman ku divê mêr xwe ji hişmendiya kevnare ku civak bi krîzan fetisandiye, rizgar bike. Divê mêr li gel hevjîn, xwişk û dayika xwe jiyaneke hevpar ava bike, bêyî ku tê de serwerî û desthilatdarî hebe. Bi saya van perwerdehiyan, me guhertinek di hişmendiyê de çêkir û baweriya avakirina jiyaneke azad dûrî tundî, koletî û ferzkirinê derxist holê.
Li dawiyê, bi hatina 25ê Mijdarê banga we ji bo jinan û tevlîbûna wan a vê rojê çi ye ?
Ji bo 25ê Mijdara îsal ez bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê bi giştî û Rojhilata Navîn dikim ku werin em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokrat û komunal ava bikin. Werin em bi hev re civaka xwe ji tundiyê rizgar bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Eger em yekîtiya xwe ava bikin, em ê bikaribin tundiya li ser jin, civak, ax û ekolojiyê rabikin. Em ê li ser xet û mîrasa her sê xweşikên Mîrabal ku bi saya wan têkoşîna li dijî tundiyê hat destpêkirin û qêrîna wan bû rojeke navneteweyî, xebatên xwe xurttir bikin.
