Di 30ê cotmehê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê pêngaveke bi navê ‘Xwe Nekuje, Her Xwe Kuştinek Fermanek’ e ragihand. Ev pêngav wek bersiveke lezgîn hat destpêkirin. Ji ber ku zêdebûna bûyerên xwekuştinê di nav jin, mêr û ciwanên civaka êzidî de zêdetir bûne. Piştî Fermana 74an a sala 2014an, ku birînên wê hîn di dilê civakê de ne, îro metirsiya windabûna hebûnê bi awayekî din derketiye holê; ew jî bi destê ferdên civakê bi xwe. Armanca sereke ya TAJÊ ew e ku bi vê bangawaziyê hişmendiya civakî li hemberî vê karesatê bilind bike, rêjeya xwekuştinê bide rawestandin û destnîşan bike ku pirsgirêkên kesane ne çareserî bi xwekuştinê ye, lê belê divê bi hêza komînal werin çareserkirin.
Ev pêngavek erênî û baş e, lê dixwazim di vir de balê bikşînim ser hin sedemên ku xwekuştin di nava civaka me de zêde bûne û rêyên çareseriyê.
Geşdanên civakî yên nû û teknolojiya pêşketî, tevî hemû sûdên wan yên ragihandinê û hêsankirina jiyanê, di heman demê de bêdengiyek kûr xistiye nav malbat û civakê. Nemaze di civakeke wek ya êzidî de ku berê bi girêdanên xwe yên komînal û bihevrebûn dihat nasîn. Berê dan û standinên nava ferdên malbatê yek ji pîvanên sereke bû. Sedema sereka ya qeyrana heyî nemana dan û standinên rasteqîn di navbera civakê de ye û em şahidê hilweşîna hêdî ya wê parvekirina berê ne ku hemû malbat bi hev re mijûl dibûn, derdên xwe bi hev re dikirin û kêfxweşiya xwe zêde dikirin. Vê danûstanina germ û parvekirinê êdî cihê xwe daye odeyên takekesî û têkiliyên veşartî ku mîna tora pîrgehê, her kesî tenê hiştiye. Herkes li odeya xwe, li ber ronahiya sar a telefon an înternetê bi tenê dijî. Ev rewş dibe sedema tevlihevkirina psîkolojîk a xeternak. Ji ber ku êdî kes nizane ku yê din çi difikire, çi janê dikişîne û bi kê re diaxive. Di civaka êzidî de, ku girêdanên wê yên komînal û civakî ji bo parastina wê ya dîrokî herî xurt bûn, kêmbûna van têkiliyên rasteqîn dibe sedema valahiyeke mezin û kûr. Dê û bav ji jiyana hundirîn ya zarokên xwe dûr dikevin, heta ku dilê wan tije dibe, ji ber ku gotinên di dilê xwe de parve nakin. Ev bêdengiya ku civakê dorpêç kiriye, ne bêdengiyeke aram e, lê belê bêdengiya berî tofanê ye û barê giran bi tenê tê hildan, her dilek dibe goristanek ji peyvên negotî. Xwekuştin, mixabin, di vê rewşa bêçare de, wekî derketineke dawî û çareseriyek ji janên giran re tê dîtin. Ev ne tenê trajediyeke takekesî ye, lê belê nîşana hilweşîna pergaleke civakî ya ku bi hezaran salan li ber xwe daye û bi hevgirtina xwe sax maye.
Ev pirsgirêkên kûr bi tundiya li ser jinan re jî rasterast girêdayî ne. Em di pêvajoya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan de ne û divê em tundiyê tenê wekî lêdana fizîkî nebînin. Tundî bi zexta psîkolojîk û îstismarkirina hestên mirovan jî tê meşandin. Di vê serdema guherînên bi lez de, zilamê ku ji hemû kevneşopên civakê mehrûm maye û nikare cihê xwe yê erênî di civakê de bibîne, bê kar û emel li ser înternetê dem derbas dike. Ew hewcedariya xwe ya 24 saetan bi jinan ve girê dide. Mêr ne bi mebesta hevkariyê bi mebesta dagirtina valahiya demê, hewl dide ku jin jê hezbike. Ya ku mêr hîs dike ne hezkirin e ev çalakiyeke îstismarî ye ku armanca wê tunekirina kesayeta jinan e. Ji ber ku zilam ne rast e, piştî ku çend mehan dema xwe bi jinan re li ser înternetê yan jî fîzîkî derbas kir, carekî din dest ji wê jinan berdide û ji bo jineke din ber bi mirinê ve bibe li dû nêçîra xwe digere. Jina dil saf û dilpak ku ketiye xefikên zilam, ji ber kevneşopiyên civakî û sîstema hiqûqî ya nebaş ku li ser dozên jinan ên bi vî rengî hema hema tune ye, ne dikare serî li saziyên peywendîdar bide, ne jî mafê wê li tu cîhekî di nava dewletê de tê parastin. Lewma, rêbaza ku ji xwe re wek çareserî dibîne, xwekuştin e. Ev qeyranek e ku di nav de herdu zayend jî dibin qurbanê tenêtî û nehevsengiya civakî. Lê jin bi taybetî rastî îstismara psîkolojîk tê ku rê li ber mirina wê vedike.
Çareseriya van pirsgirêkên kûr di kûrbûna girêdanên civakî û malbatî de ye û pêwîst e em bi awayekî zane û bi îrade dîwarên odeyên tenêtiyê biherifînin. Heke jiyana civakî ya komînal pêş bikeve û malbat, civak û her kes derdên xwe ji hev re parve bike, wê xwekuştin kêm bibe û ji bo vê yekê, divê em têkiliya rastîn, pêbawer xurt bikin. Ji cîhana virtual dûr bikevin. Pêwîst e em wek civak bi hev re bicivin, qewl û beytên xwe yên pîroz bi hev re bixwînin û çanda xwe ya zengîn dîsa bikin navenda jiyana xwe. Di heman demê de, divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ne tenê ya fizîkî be, lê ya psîkolojîk û îstismara hestyarî jî tê de hebe û ji bo wan jinên ku di xefikên zilamên bêwîjdan de dimînin, divê rêyên hiqûqî û saziyî yên parastinê bi hêsanî vekirî bin û bi lez bersivê bidin daxwazên wan. Bi vegerandina jiyaneke komînal û wekhev, ku tê de her kes xwedî rol û nirx e, em dikarin ew her ‘dilek goristaneke ji peyvên negotî’ rizgar bikin û rê li ber vê trajediyê bigirin. Ev, ne tenê berpirsiyariya takekesî ye. Berpirsiyariya civakê ye ku careke din bibe yek û hêza xwe ya parastinê ji nû ve ava bike.
