Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî Civîna Jinan a Meclîsê ya partiya xwe pirsên rojnamegeran bersivandin. Tulay Hatîmogûllariyê li ser pirsa ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, hevdîtinê wekî dîrokî bi nav kir û got: “Ew hevdîtinek bû ku her kes li bendê bû. Em dikarin bibêjin ku hevdîtin erênî bû. Piştî ku komîsyon sibê bicive, serokê komîsyonê Numan Kurtulmuş dê daxuyaniya pêwîst bide. Em dixwazin qeydên civînê ji raya giştî re werin eşkerekirin. Lêbelê, biryara li ser vê yekê dê ji hêla komîsyonê ve were dayîn. Em ê pêşniyaz bikin ku ew ji raya giştî re werin eşkerekirin. Em dixwazin ku ew ji bo tevahiya Tirkiyeyê bi aşkereyî werin parvekirin.”