27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

SAMER: 168 jin hatin kuştin

Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) ragihand ku di navbera 1ê tîrmehê û 24ê mijdara 2025an de 168 jin hatin kuştin 194 jin jî awayeke bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) daneyên Bianet, JinNews, Platoforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin, Ajansa Mezopotamya, Anit Sayaç û gelek saziyên çapemeniyê yên xwecihî û neteweyî komî ser hev kir û raporek li ser tundiya li dijî jinan weşand.

Li gorî raporê di nava çar meh û nîvan de ev bûyer qewimîn:

168 jin hatin kuştin

194 jinan bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan

247 jin li tundiya fîzîkî rast hatin, birîndar bûn

Li 259 jinan karê seksê hat ferzkirin

Destdirêjî li 38 jinan bû

Destavêtin li 18 jinan bû

Gef û heqaret li 16 jinan hat kirin

Destavêtin li 39 jinan bû.

Li gorî raporê kiryarên van êriş û tundiyan jî giranî nayên zanîn, hevjîn, kesekî nenas, hevjînê berê, xizm, bav, hezkiriyê berê, hevjînê li ber cihêbûnê, hezkirî bûn.

SAMERê diyar kir ku ev dane tenê yên li çapemeniyê belav bûne ye, lewma hejmara rastî dibe ku hîn zêdetir be.