Rêveberiya Talîbanê ragihand ku artêşa Pakistanê şevê din bi balafiran êrişî navçeya Gurbuzê ya bajarê Khost ê Afganistanê kir. Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd, da zanîn ku êriş li gorî saeta herêmî di 00.00an de hatiye kirin û avahiya hedef hatiye girtin bi temamî hilweşiyaye. Mucahîd, got ku êriş li dijî mala sivîlê bi navê Wilayat Khan hatiye kirin û di êrişê de 9 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Pakistanê li wîlayetên Kunar û Paktîkayê jî heman êrişên hewayî kiriye û di êrişan de 4 sivîl birîndar bûne.
Meqamên Pakistanê heta niha jî têkildarî êrişê daxuyaniyeke fermî nedane.
