Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û ji wê rojê ve li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Huseyîn Aykol dema dihat dermankirin enfeksiyon girt û dermankirina Aykol berdewam dike. Lê rewşa wî ya krîtîk ango xeternak didome.
Bijîşkan diyar kir ku di pişê wî de bakteriyên nû çêbûne. Herwiha bijîşkan da zanîn ku di encama testa nû ya xwîna Huseyîn Aykol nepaqij derketiye û xwîn xerabûyî ye. Bijîşkan anî ziman ku ji ber ku xwîna wî nepaqij derketiye serûmên vîtamînan dane rawestandin. Bijîşkan diyar kir ku ew nizanin ji ber çi sedemê xwîna Aykol nepaqij derketiye û lê sedema wê lêkolîn dikin.
