27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Aştî hat ji bîrkirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Girînge ku beşdarê forumê ji bo aştî û ewlehiya herêmê bi îradeyek xurt bang li dewleta tirk kiribana ku gavên pêwîst bavêje da ku pêjo pêşve biçe. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku di forumê de aştî hat ji bîrkirin û di vê mijarê kêm û lewaz ma.

Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn a 6an, ku di 19ê mijdarê de bi pêşengiya Zaningaha Amerîka ya li Dihokê hat lidarxistin. Forum li gel beşdariya gelek kesayetên naskirî, bi beşariya Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, Îlham Ehmed û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî derket pêş.

Di çarçoveya forumê de li ser rewşa li Sûriyeyê, Iraqê, Tirkiyeyê û herwiha têkiliyên wan ên bi kurdan re nirxandinên berfireh hatin kirin. Di nirxandinan de hewcedariyên çareseriya siyasî, nenavendî û rola kurdan ya di demokratîkirina herêmê de wek faktoreke girîng a aramiyê hat destnîşankirin.

Li başûrê Kurdistanê çi li Dihok çi jî li bajarên cûda ên weke Silêmanî û Hewler bi pêşengiya Zaningeha Amerîka gelek caran forumên bi vî rengî tên tên li dar xistin. Divê were zanîn ku ev forum bi tu awayî ne xwedî biryarin, tenê derbarê rewşa li herêmê analîzan pêş dixe. Li gel vê  nûnerên dewletan, saziyên civakî, siyasetvan û kesayetên naskirî bi beşdariya van Gorûman ji bo xwe qada diyalogê û hevdîtên dualî dikarin peydabikin. Ji vî aliyî ve em dikarin bêjin beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser ya Forumê girîng bû.

Hem Îlham Ehmed û hem jî Mazlûm Ebdî bi zelalî nerîna pêkhateyên herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ji bo çareseriya aloziya li Sûriyeyê anîn ziman. Di axaftinên ku hatin kirin de bi giranî li ser pergala nenavendî û demokratîk hat rawestandin.

Li Sûriyeyê ji bo hemû pêkhate bikaribin bi awayekî azad û li gorî nasnameya xwe ya resen jiyan bikin gelek bedelên mezin hatin dayîn. Ger li beramberî van bedelan pergalek demokratîk neyê avakirin, dibe ku Sûriye dîsa vegere pergalek mîna ya serdama rejîma Baas. Mazlûm Ebdî ev yek weke ji bo gelên herêmê weke metirsiyekê bi nav kir.

Bi armanca li Sûriyeyê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de li hevkirinek pêk bê gelek hevdîtin çêbûn. Di encama van hevdîtinên dûr û dirêj de lihevkirinên mîna Peymana 10ê Adarê hene, ku pêşî li şer û parçekirina Sûriyeyê girtiye. Lê pirsgirêka sereke ya mezin nebûna baweriyê û daxwaza garantiyên nivîskî ji bo mafên pêkhateyên li herêmê ye. Mazlûm Ebdî di axaftina xwe ya Forumê de peymana 10ê Adarê weke cara ewil li Sûriyeyê naskirina kurdan pênase kir. Herwiha teqez kir ku divê ev pirsgirêk di warê yasayî û siyasî were mîsogerkirin.

Di forumê de yek ji mijarên sereke jî piştgiriya başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bû. Beşdarên forumê li ser vê mijarê bi berfirehî nerînên xwe anîn ziman. Ji ber zemînê siyasî her kesê ku axivî hewl da bi erênî bahsa têkiliyên di navbera kurdan de bike. Raste di vê krîza Rohilata Navîn de divê yekîtiya gelê kurd were xurtkirin. Ev daxwaza bi dehan salan ya gelê kurd e ku ji partî û pêkhateyên siyasî dike. Lê her çendî ev daxwaza dilan be jî rastiya ser rûyê erdê cuda ye. Divê em vê yekê jî piştguh nekin. Îro li Sûriyeyê serdemek nû despêdike girîng e ku hemû kurd di avakirina Sûriyeya nû de roleke sereke bilîzin. Ji vî aliyî ve beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser ya Forumê bi xwe jî peyameke xurt a yekîtiya kurdan di siyaseta herêmî de bû.

Di forumê de rexne li aqilê serdest û sîstema ku li ser hêz û dûrxistinê hatiye avakirin hebûn ku ev yek pirsgirêkên li Sûriye û Rojhilata Navîn diafirîne. Ev rexne aşkere dikin ku sînorên çêkirî yên Sîkes-Pîkot hîn jî rê li ber diyalog û yekîtiya gelan digirin. Aşkereye ku bi vê pargala xwe dispêrê zîhniyeta netew-dewlet êdî ne mumkume ji daxwazên gelan re bibe bersiv. Lewma weke Berdevka Daîreya Têkîliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî anî ziman divê gel bikaribin li dijî vê zîhnihetê bergala xwe bidin avakirin.

Yek ji mijarên herî sereke ku di forumê de hate nirxnadin pêvajoya bi banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye bû. Hin beşdarên forumê destnîşan kirin ku pêvajoya li Îmraliyê dest pê kiriye, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn fersendek e.

Bêgûman Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêber Abdullah Ocalan e. Yanî muhatabê aliyekî diyalogê diyar e. Lê çareserî bi yek aliyî ve pêş nakeve. Lewma çawa ku Rêber Abdullah Ocalan bi îradeyek mezin nerîna xwe danî holê, divê aliê din ê maseya muzakereyê jî diyar bibe. Ji derveyî çend kesên beşdarî forûmê bûne kes li ser vê mijarê zêde neaxivî. Ev jî aşkere dike ku hîn dewleta tirk ew bawerî ne daye ku ew aliyêdin ê maseya muzakerê ye.

Foruma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn ji bo aştiya li herêmê mijarên girîng anîn ziman. Bi berfirehî li ser rol û mîsyona herêma başûrê Kurdistanê hat sekinandin. Lê ji ber destgirtinên dîplomatîk, rexneyên li ser siyaseta herêmê zêde nehatin ziman. Bi taybet ne avabûna hikûmeta herêma Kurdsitanê, di hilbijartinên 11ê mijdarê yên parlamena Iraqê de perçebûna partiyên Kurdan hişt ku li herêmê siyasta Kurdî lewaz bibe. Di pêvajoya wisa hasas de ku herkes dixwaza bi tifaqên nû destê xwe xurt bike li başûrê Kurdistanê dijberî vê helwestê siyaset hate şopandin. Diyare ev siyaset ne li gorî berjewendiya gelê Kurd e. Lewma di nirxandinan de hat gotin ku pêşî divê tifaqa naxweyî were xurtkirin da ku kurd li herêmê bibin xwedî hêz.

Beşdarên Forumê di çarçoveya van nirxandinan de bi berfirehî li ser îdeolojiya siyaseta nû rawestiyan. Li gel vê beşdaran bal kişand ser pêwîstiya bi guhertina aqilê serdest. Herwiha di konjektora nû ya li herêmê de li ser girîngiya Banga Rêber Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk hat sekinandin. Her çendî bi baldarî bahsa wê hatibe kirin jî li gorî vê armancê banga li muhatabê duyem ne hat kirin ku di vê pêvajoya wisa girîng de li gorî pêwîstiyê banga Aştî û Civaka Demokratîk tevbigere. Bi gotinek din ji derveyî çend kesan, herkesê ku axivî bêyî berpirsyariyekê bighre mijar bi buyerên cuda ve îzah kir.

Ev jî aşkere dike ku girîngiya Banga Rêber Abdullah Ocalan ji gelek derdoran ve yek alî tê fêmkirin. Lê di bingehê de banga Aştî û Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Tevgera Azadiyê ji bo dewleta tirk jî peyemak girîng ya aştiyê ye. Îro em dibînn ku ji 27ê Sibata 2025an û vir ve Tevgera Azadiyê di çarçoveya banga hat kirin de çi ket ser milê wê pêk anî. Gavên hatine avêtin ji forumê de jî erênî hatin nirxandin. Lê pêvajoyên aştiyê yên wisa bi yek alî naçin serî. Lewma girînge ku beşdarê forumê ji bo aştî û ewlehiya herêmê bi îradeyek xurt bang li dewleta tirk kiribana ku gavên pêwîst bavêje da ku pêjo pêşve biçe. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku di forumê de aştî hat ji bîrkirin û di vê mijarê kêm û lewaz ma.