27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Tehm û rengê Kurdistanê: Berû

Yek ji fêkiyên xwezaya Kurdistanê û ya herî sûdewer berû ye ku em ji feydeyên wê zêde ne haydar in. Lê em vê dizanin ku tehm û rengê Kurdistanê dara berûyê ye. Di vê nivîsê de em li ser berûyê raswestin

Van rojên borî danê êvarekê li gel hevalan, berê me ket aliyê navçeya Gêlê ya Amedê. Em li binê dara berûyekê rûniştin û me bêhna xwe veda. Demsala payîzê jî xweza bi mirov xweştir tê û hestên cuda dide avakirin. Xweza mirov dikişîne nav kûrahiya xwe û dide fikirîn. Ew xweza ye ku bi her awayî jiyanê ava dike û hemû zindîwaran bi tehm û xurekên xwe, nebat û fêkiyên xwe têr dike. Yek ji van xurekan jî fêkiyên ku herî zêde li xwezaya Kurdistanê bala mirovan dikişînin, berû ye. Dara ku em li binê wê rûniştin jî me dikişand nav kûrahiya wateyan û dida fikirîn. Min jî vê xwest bi nivîsekê ev dara berûyê û feydeyên wê ji bo we hêjayan binivîsim û li aliyê wê yê zanistî jî bikolim û parve bikim.

Belê yek ji xurekên payîzî û yên ku herî zêde li Kurdistanê peyda dibin berû ye. Dara berûyê li seranserî Kurdistanê li herêmên ku dar û daristan hebin şîn dibe. Dara berûyê dareke bi reh û kok e. Di heman demê de yek ji remzên Kurdistanê ye. Dareke ku gelekî bi derengî digihîje, lê temenê wê gelekî dirêj e. Heke bi destên mirovan neyê birîn an jî ji kokê ve neyê rakirin bi xwezayî hişkbûna wê nayê dîtin.

Di xwezayê de ev darên berûyan jixweber zêde dibin. Lê belê heke mirov bixwaze wekî şitil biçîne hin pêvajoyên wê hene. Berûyên ku ji darên xwe dikevin an jî tên berhevkirin wekî gelek tovên darên fêkiyan li cihekî bi ewle tê binaxkirin û her tim cihê wan tê avdan û rewaya wan tê parastin ku aj bidin.

Piştî sê mehan, tov şîn dibin. Yanî bi taybetî ev pêvajo di mehên zivistanê de bi pêş dikeve û bi biharê re êdî berû aj didin, dibin şitil. Lê demekê li cihê ku ji bo şitil tên çandan tên parastin. Piştî ku rehên xwe berdidin û hinekî xwe digirin êdî li cihê pêwîst ji bo çandiniyê amade dibin. Ji ber ku dereng mezin dibin pêwîst e ku heta xwe bigirin her tim bên parastin.

Bihevrebûna an jî komên darên berû yên biçûk re devî tê gotin. Lê dema hin ji wan deviyan tê rebizandin kat û guliyên wan tên birîn û ji bo bibe dara berûyê teşe tê dayîn. Ev pêvajoyeke dirêj e. Heke ew devî neyê rebizandin bi serê xwe nabe dar û berûyên pak jî nagire.

Belê piştî ku ew devî dibe berû û fêkiyan digire sal bi sal gir dibe û bedew dibe. Hem bi hebûna xwe û hem jî bi rengê xwe xweza û çiyayên Kurdistanê, ji welat û erdnîgariyên din cuda dide xuyakirin. Mirov dikare bêje rengê Kurdistanê ji rengê dar û daristanên berûyan pêk tê.

Gelek cureyên berûyan hene; hin ji wan piçûk, hin ji wan jî mezin in, hin ji wan tehl û hin ji wan jî şîrîn in, hin ji wan tên xwarin û hin ji wan jî nayên xwarin. Werhasil gelek cureyên wan hene lê em ê li ser dar û cureyên berûyên ku tên xwarin rawestin.

Hilberînên ji berûyan

Heke em hinekî bi taybetmendî û bikaranîna  berûyan dakevin, em ê bibînin ku çiqasî ji bo mirovan bikêrhatî û fonksiyonel in. Li Kurdistanê nebe jî li gelek deveran ji bo gelek tiştan tê bikaranîn û hilberîneke bêhempa jê tê girtin. Yek ji van hilberînan jî rûn e. Rûnê berûyê malzemeyek xwarinê yê nû ye ku nirxa xurekî ya bilind heye, asîdên rûn ên bingehîn dewlemend in û pêkhateyên biyoaktîf ên wekî tokoferol e. Ev rûn antîoksîdan e û di pêşîlêgirtina nexweşiyên wekî nexweşiya dil û damaran, penceşêr û şekir de feydeyên xwe hene ku ji aliyê zanistê û bijîşkan ve hatiye piştraskirin.

Berû, berhemeke xwezayî ye ku herî zêde li Kurdistanê peyda dibe. Ji bo mirovan gelekî sûdwar e ku pispor û zanist feydeyên wê dinirxînin. Ji bo ku hûn feydeyên ku xweza pêşkêşî me mirovan dike binirxînin, pêşî divê em fêm bikin ka berû çi ye. Bi rastî jî feydeyên berûyan mirov matmayî dihêl e.

Berû çi ye?

Bi gotineke hêsan, berû fêkiya dara berûyê ye. Dara berûyê dikare heta 30 metreyan jî bilind bibe. Fêkiyên ku ji van daran têne hilberandin jî wekî berû tên zanîn. Di mehên îlon û cotmehê de, berû berî ku fêkî bi tevahî bigihîjin tên berhevkirin. Fêkiyên hatine berhevkirin li ber tavê tên zuhakirin. Ji aliyê mirovan ve gelek tê hezkirin. Bi taybetî jî mirovên ku li gundên çiyê dijîn. Ne tenê mirov ji bo sewalan jî xurekeke herî zêde bi tehm e. Bi taybetî jî sewalkar di mehên dawiya havînê û destpêka payizê de van berûyan berhev dikin û ji bo zivistanê bidin sewalên xwe mihafeze dikin.

Darên berûyan li gelek deverên cuda yên cîhanê hene. Li hin deveran ji berûyan nan û qehwe jî tên çêkirin.

Xwerina berûyan

Di warê xwarinê de jî em hin agahiyan par ve bikin. Her çiqas xwarina berûyan bi xavî zêde neyê tercîhkirin jî tê xwarin. Dema ku hêj nû ji daran tê jêkirin bi kêrê qalikên wan tê rakirin û qalikê binî jî tê qaşkirin. Piştre jî tê xwarin. Lê bi gelemperî li Kurdistanê li ser sobeya êzingan tê biraştin, piştre qalikên wan tên rakirin û bi germî tê xwarin. Berûyên biraştî tehma wan xweştir e ji yên xav. Lewra berûyên xav tehlokî ne.  Li hin deveran jî piştî qaşkirinê berûyan dixin nav avê û dikelînin. Bi vê rêbazê jî tehliya berûyan ji wan diçe û ji xwarinê re amade dibin.

Hin kes berûyan diqeşêrin li ber tavê zuha dikin û piştre jî wan dihêrin û wekî arvan radikin. Di şîraniyên wekî nan, kek û kulîçeyan de tevlî ardê genim tê kirin. Wekî alternatîfek qehweya bê kafeîn e. Ji bo tîrkirina şorbeyê û wekî sosê tê bikaranîn.

Feydeyên berûyan

Berû ji bo rûviyan baş e, zikêşiyê (îshal) derbas dike. Di nav civakê de tê dîtin ku berû ji bo dermankirina rewşa zikêşiyê hatine bikaranîn. Pispor dibêjin berû ji bo hevsengiya rûviyan baş e.

Di encama hin lêkolînên zanistî de em rastî gelek feydeyên berûyan tên. Em dibînin ku gelên xwecih li çaraliyên cîhanê wan wekî antîseptîk û ji bo dermankirina nexweşiyên gastrointestinal ên wekî îshal û hemorroîdê bi kar tînin. Qalikê berûyan pir girîng e û di bijîşkiyê de wekî antîseptîk û hemostatîk tê bikaranîn. Ji bo dermankirina êşa diranan û gastropatiyan û her wiha wekî aramker ji bo îltihaban û başkirina şewatê tê bikaranîn. Lê mixabin li Kurdistanê ev fêkiya ewqas bikêrhatî tenê wekî fêkiyekê tê xwarin.

Ji bo birînan tê bikaranîn

Yek ji feydeyên berûyan û taybetmendiyên wan jî başkirina birînan e. Li Cezayîr, Fas û rojhilatê Dewletên Yekbûyî, rûnê ku ji berûyan tê derxistin di çêkirina xwarinê de û wekî melhemek ji bo şewat û birînan têbikaranîn.

Îltihabê sivik dike

Di nav feydeyên berûyê de şiyana wan a başkirina birînan û zuhakirina îltihabê jî heye. Potansiyela ekstraktên berûyê di şerê li dijî îltihabê de ji hêla lêkolînên laboratîf û heywanan ve hatiye piştgirîkirin. Hatiye dîtin ku ekstraktên ji hin cureyên berûyê, wek quercus acutissima, nîşankerên ku dibin sedema îltihabê di şaneyên çerm de kêm dikin.

Bi vîtamînan dewlemend in

Berû di warê vîtamîna Byê de jî dewlemend e. Berû, di nav xwe de karbonhîdrat, proteîn, mîneral (kalsiyûm, potasyûm, magnezyûm) û vîtamînên B dihewîne. Ew di heman demê de astên bilind ên pêkhateyên fenolîk û antîoksîdan jî dihewîne. Li Kurdistanê nebe jî li gelek welatên cîhanê di nav şîrînahiyên wan de şîrînahiya (rîçal) berû jî cihê xwe digirin.

Hevsengkirina kolestrolê

Her wiha li gorî daneyên zanistî yên bijîşkan, ji bo kolesterolê jî baş e. Berû, rûnên netêrbûyî dihewîne. Ji ber ku ew bi van rûnan dewlemend in, ew asta kolesterolê ya xirab kêm dikin. Ew dikarin kolesterolê hevseng bikin.

Stresa oksîdatîf diparêze

Di nav feydeyên berûyan de, şiyana wan a xurtkirina pergala parastinê ya laş heye. Li gorî agahiyên zanistî; berû kalsiyûm, potasyûm û gelek vîtamînên din dihewîne; naveroka wan a bilind a antîoksîdan stresa oksîdatîf jî kêm dike û li dijî zirarê şaneyan diparêze. Van pêkhateyan wekî antîoksîdanên bihêz ên çareserker ên bandorker hatine nîşandan ku masûlke û tevnên din ji stresa oksîdatîf diparêzin.

Beldariyek ji bo nexweşiyan

Lê bele bijîşk ji bo xwarina berûyan jî hişyariyekê dikin. Divê kesên ji gurçik an jî kezeba xwe nexweş, jinên ducanî yan şîrdanê berûyan nexwin, yan jî ji bijîşkê xwe bipirsin. Li aliyê din her çend çaya berûyan an jî ava berûyan ji bo nexweşiya şekir sûdmend tê hesibandin jî, girîng e ku di hin rewşan de bi pisporan re şêwir bê kirin. Nexweşên şekir divê berî xwarina berûyan bi bijîşkên xwe re bişêwirin.

Hin ji kurtefeydeyên berûyê

* Ji pergala xebitîna rûviyan re dibe alîkar.

* Ji bo hin birînan tê bikaranîn. Bi taybetî jî ji bo birînên xwerû yên li ser çerm tên bikaranîn.

* Ji bo îltihabê  (enfeksîon) kêm bike tê bikaranîn.

* Di warê vîtamînê de têr û tije ye.

* Kolesterolê hevseng dike.

* Antîoksîdan tê de hene.

* Yên ku nexweşiya şekir bi wan re hebe, bi taybetî berûyan dixwin. Lewra li gorî hekîm û bijîjkan berû ji bo nexwşîna şekir bikêrhatî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê