27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jin sînoran nas nakin

Gulşen Demîr

Sînorên jiyan û qanûnê yên ku 4 hezar sal berê ji bo jinan hatine xêzkirin, îro jî eynî mane. Ev mînak bi tena serê xwe nîşan dide ku armanca yekane ya pergala hiqûqî ya damezrandî dorpêçkirin, bêrûmetkirin û mûlkkirina  jinan e.

Qanûna dewletê bi hezaran salan e wekî formeke sazûmanî ya aqil û hêza mêran e derketiye holê. Dema ku jinek dixwazê van  qanûnan binirxînê, ew dibînê ku cihê jinan di qanûnan de tenê bi navê xwe heye. Ew fêm dike ku tiştî ku ji wê re wek qanûn tê pênasekirin, veguheriye mekanîzmayekê ku ji bo parastina desthilatdariyê xizmetê dike ne ku civakê rêkûpêk dike. Bi perspektîfa jinê ev qanûn çarçoveyek e ku hebûna wê nas nake lê sînordar dike; azadî û jiyana wê ewle nake lê gefê li vê jiyanê dixê; îradeya wê bingeh nagire û wê nedîtî dike. Di qanûnan de behsa jinan tên kirin lê ne bi perspektîfa jina azad; mafên wan têne nivîsandin lê ev maf wexta tên binpêkirin ev meqanîzma nayên bikaranîn; heyîna wê xuya dike ku tê pejirandin lê ew nabin kirdara ve heyînê. Ji ber vê yekê, dema ku jin qanûna dewletê ya heyî dinirxînin, ew wê ne wekî “sîstemek mafan” lê wekî qadeke dîsîplînê ya ku ji hêla serdestiya mêran ve hatiye rewakirin dibînin.

Ji ber vê yekê, em dibînin ku di gelek dozên kuştina jinan ên ku bi awayekî giştî têne naskirin de, qanûnek heye ku sûcdaran diparêze. Hêzên ewlehiyê hene ku êrîşî têkoşîna herî piçûk a jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe dikin. Betalkirina Peymana Stenbolê heye. Hewldan hene ku hin mafên qanûnî yên ku jinan bi têkoşînên mezin bi dest xistine ji holê werin rakirin. Ev hemû bi zelalî nîşan didin ku pergala qanûnî ya heyî mekanîzmayek e ku mêran diparêze.

Dema ku tê pirsîn ka mafên jinan di vê qanûnê de têne parastin an na, bersiv hem ji hêla dîrok û hem jî ji hêla pratîka heyî ve tê dayîn: Mafên jinan li ser kaxezê hene, lê di jiyana rast de tune ne. Mafê jinan ê jiyanê, laşê wan, keda wan û îradeya wan rojane di bin êrîşê de ye.

Kuştin wekî ne-polîtîk têne nîşandan, ev bûyerên wekî bûyerên takekesî tên nîşandan, û tundîya mêran bi rêya kêmkirina cezayan tê teşwîqkirin. Mekanîzmayên parastinê yên dewletê pir caran tundiyê, avahiya malbata baviksalar û hêza mêr tercîh dikin, ne jinan. Dema ku em li Qanûna Hamûrabî, ku nêzîkî 4 hezar sal berê hatiye nivîsandin, dinêrin, em bi zelalî dibînin ku cihê jinan di qanûnê de îro zêde neguheriye.

Sînorên jiyan û qanûnê yên ku 4 hezar sal berê ji bo jinan hatine xêzkirin, îro jî eynî mane. Ev mînak bi tena serê xwe nîşan dide ku armanca yekane ya pergala hiqûqî ya damezrandî dorpêçkirin, bêrûmetkirin û mûlkkirina  jinan e. Tiştê ku mafên jinan garantî dike ne ev qanûn e; ew hişmendiya jinan bi xwe, rêxistina wan bi xwe û parastina wan bi xwe ye. Ji ber vê yekê, çawa ku jin dest bi nivîsandina dîroka xwe dikin, divê ew qanûna xwe jî ava bikin.

Bersiva pirsa ka jin çawa li dijî qanûna baviksalarî divê şer bike, pêşî di vegera jinê bo rastiya xwe de ye. Dema ku jin dibîne ku dîrok, zanîn û rehên wê yên civakî ji wê tên bêparkirin, qada wê ya yekem a têkoşînê hişmendiya wê ye. Jin divê zanînê bi îradeya xwe ya azad, li derveyî hemû rolên hatine destnîşankirin, biafirîne.

Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan ne tenê lêgerîna mafan e, lê lêgerîna zanîn û wateyê ye. ji ber vê yekê têkoşîna jinan ne tenê lêgerîna mafan e, lê lêgerîna zanîn û wateyê ye. Ji ber vê sedemê, jîneolojî zanisteke ji bo jinan bêtir e, ew rêyeke zagonî ya maf û azadiyê ye. Ew deriyê yekem e ji bo jinan ku têgihîştina xwe ya edalet û pîvanên exlaqî pêş ve bibin. Lê belê, jin nikarin bi tena serê xwe azadiyê bi dest bixin. Azadî ne meseleyek takekesî ye, lê pêvajoyek ji nû ve avakirina civakî ye.

Dema jin tên cem hev, ew dikarin rêzek civakî ya alternatîf ji qanûna mêran re pêşkêş bikin. Hêza jinan a rêxistinkirî hêmana rastîn a damezrîner a qanûna jinan e. Her çend qanûna dewletê jinan dike tiştên pasîf, rêxistina jinan wan vediguherîne mijarên civakî. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan ne têkoşîna ji bo qanûnê ye, lê têkoşîna ji bo jiyanê ye. Dema ku jin qanûna xwe ya exlaqî ava dikin, ew têkiliyên civakî digihînin astek azadtir, mirovîtir û wekhevtir. Edaleta jinan li ser bingeha telafîkirinê ye, ne li ser cezakirinê ye; li ser azadiyê ye, ne li ser îtaetê ye; li ser parvekirinê ye, ne li ser mûlkbuyînê ye.

Lê belê, parastina estetîk a jinan aliyekî kûrtir îfade dike. Îradeya jinê ew e ku bedewiya jiyanê, yekparçeyiya xwezayê û rêza têkiliyên civakî biparêze. Dema ku jin xwe diparêze, ew ne tenê laşê xwe, lê di heman demê de giyanê jiyanê jî diparêze.

Ji bo jinan, azadî ne tenê têgeheke qanûnî ye; ew şêweyekî estetîkî yê hebûnê ye. Ev estetîk ne estetîka şer, tundûtûjî, an serdestiyê ye, lê ya afirandin, zayîn û girêdanê ye.

Di dawiyê de, jinek dizane ku ew li dû çi diçe dema ku ew li dijî qanûna mêran têkoşîna xwe dide: Civak nikare azad bibe heya ku qanûna xwe ava neke. Qanûna ku ji hêla mêran ve hatî damezrandin jinan paşguh dike; qanûna ku ji hêla jinan ve hatî damezrandin civakê baştir dike. Azadî bi afirandina edaleta xwe ji hêla jinê ve dest pê dike. Dema ku jin dengê xwe, zanîna xwe û parastina xwe birêxistin dike, ew ne tenê xwe lê hemî civakê ji nû ve ava dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan ne daxwazek e, lê pêvajoyek afirandin, avakirinê ye. Ew Înanna ye ku Me-yên xwe yên jê hatine dizîn ji Enkî vedigerîne û wan radestî civakê dike. Necivakî hildiweşe, û ji ber vê yekê divê jin qanûnê ji destê mêran azad bikin, wê azad bikin û civakî bikin