27 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Gava yekemîn divê rêgirtina li tundiyê be

Ji bo ku pêşî li tundî û kuştinên jinan bên girtin, divê jin bibin kirdeyên têkoşînê. Em pê bawer in ku siyaseta demokratîk, dê bi pêşengiya jinên kurd, bi berfirehkirina têkoşîn û hevgirtinê li dijî siyaseta mêran a serdest bi ser bikeve.  Jin, jiyaneke bêtundî, aram û biewle dixwazin.

Silav! Wexteke dirêj çêbû ku min navber dabû nivîsên xwe. Êdî em bibêjin, ji niha û pê de ez ê ji du hefteyan carekê li rûpela jinê, têkildarî têkoşîna jinan a bi ezmûnên pêşketî, bi afirîneriyên hêja ku berhemên nû li rûpelên dîrokê zêde dikin û gelek mijarên din ên xebatên avakirina civaka demokratîk, dîroka têkoşîna jinan, bi dîtin û nerîna jinan, bi we xwînerên hêja yên rojnameya Xwebûnê re par ve bikim…

Hûnandina vê xelekê dê bi keda destê jinan bi pêş ve biçe. Jinên pêşeng, bi dehan sal in, ji bo avakirina vê hêzê di nav hewldana têkoşîneke biheybet de li ber xwe didin. Ji lewra, diyar e ku wê ev encamek erênî ya têkoşîna bihevre li gel hewldanên pozîtîf biafirîne. Bi nîqaşên vê re, wê çawaniya rêkeftina xebatê bi xwe re derxîne holê. Di xurcikê têkoşîna jinên kurd de; ji ceribandinên vê dozê gelek dosya hatine berhevkirin. Ew namzetên ku dixwazin li van hemû ezmûnan bikolin, divê ku şûnwarên ‘Hîlala Zêrîn’ ziyaret bikin. Wê dîroka têkoşînê bibînin û jê sûdê werbigirin. Ev dikare bi piştgiriya rêxistinên jinan ên civakî û hiqûqî yên navxweyî û navneteweyî pêk bê. Bi derengî be jî, avakirina xelaka parastinê ya têkoşîna hevbeş-hevgirtî dê weke pêdiviyeke esasî ya siyasî ya jiyanê xwe bide der.

Ji bo ku pêşî li tundî û kuştina jinan bê girtin, divê jin bibin kirdeyên têkoşînê. Her jina ku ji bo mafên xwe têdikoşe, dê bi hêza xwe ya cewherî û bi ezmûnên xwe dikaribe di hevgirtinê de cih bigire. Jin, jiyaneke bêtundî, aram û biewle dixwazin. Daxwaza jinan, wekheviya jiyanê ye. Ew jinên xizan ku bi derfêtên kêm, bi keda destê xwe debara mal û zarokên xwe dikin, wê 25ê Mijdarê li qadan bin û doza mafê jiyanê biqîrin. Jinên li dîrokê, li dora çeman, li kêleka dara jiyanê civaka xwe bi rêk û pêk kiriye; kedxwarî qebûl nekiriye, nirxên mezin wiha ava kirine. Li dora xwe civakê kom kiriye, xwe bi civakê re birêxistin kiriye. Tişta ku niha jinên kurd dixwazin pêk bînin jî ev e.

25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ye. Ev têkoşîna ku bi hevgirtina jinên cîhanê, bi hişmendiya daxwazeke mezin a azadiyê, li cîhanê belav bûye. Bi bîranîn û têkoşîna xwişkên Mîrabel ên, sala 1960an, li Domînîkê dema ku li dijî dîktatoriyê li ber xwe didan hatin kuştin, bûn sembola berxwedana vê rojê. Çawa ku ji dîrokê heta roja me ya îro, jin çavkaniya jiyanê bûye, ji îroj û şûnde jî dê xwe bike çavkaniya têkoşîna nasnameya azadiyê. Jin tenê ne ji bo azadiya xwe, her wiha têkoşîna wê ji bo azadiya hemû civakê ye. Jin, hêza bingehîn a guhertin û veguhertinê ye. Têkoşîna  jinan a ji bo azadiyê, di heman demê de hewldana li hemberî serdestiyê ye. Nasnameya jinan, bi hezarên salan e, bi tundiyê re rûbirû maye. Jin, mêtingeha herî kevn a dîroka mirovahiyê ye. Li hemberî koletiya hezarên salan, jinan li ber xwe daye û heyîna xwe parastiye. Dema ku mirov li hewldanên jinan ên biisrar ên doza azadiyê dikole, hê baştir wateya azadiyê fêm dike! Rêyên kaşkaşokî yên qeraxên rêya azadiyê, tev bistirî ne. Jinan ji bo ku nirxên civakê yên bi keda destan avakirî; ji êrişên piralî yên hişmendiya serwer a mêran biparêze, serî li gelek rêbazên têkoşînê daye.

Hişmendiya serdest bi destê ‘qatilê kastîk’ di xisleta jinan de nirxên civakê ji hev parçe parçe kirine. Jina ku çavkaniya jiyan, evîn û afrîneriyê bû, bi destê  qatilê kastîk hat bêvînkirin. Kujerên civakê yên qastîk, bi hezaran salan serweriya xwe li ser nirxên jinan bi rêya pergala mêran a serwer şidandiye.

Di vê çarçoveyê de dema em rûpelên dîrokê vebikolin, em ê rastiya jinên serhildêr, têkoşer û berxwedêr bibînin. Li hêla din, em ê sekna jinên hatine çewisandin, ji hêza xwe dûr hatine hiştin û terkî qedera xwe hatine kirin bibînin. Bi êrişa li jinê, qelîştokek kûr di dilê dîrokê de vebû û ev bû bingeha pirsgirêkên civakî yên newekheviyê. Pirsgirêk bi şerê di navbera jin û mêrên kujer ên qulûbeyên nêçîrvaniyê yên “kastîk” de, dest pê dike. Şûrê nêçîrvaniyê li vê erdnîgariyê, li ser nirxên jinê hatiye çikandin… Ji pevçûnên dîrokê yên navbera jin û mêran, em fêr bûn ku di navbera wan de şerekî mezin hebûye û ev şer bi hezaran salan dewam kiriye heta roja me ya îro. Ev rastî tev bi lêkolînên arkeologan derketine ser rûyê erdê. Kifşên dîrokê vê rastiyê vedibêjin. Ev yek mezinahiya hêza têkoşîna jinan nîşan dide ku jin li hemberî êrişan bi hezaran salan li ber xwe daye û koletî qebûl nekiriye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ de bi berfirehî cih daye pirsgirêk û nakokiyên navbera jin û mêran û ev rewş wiha pênase kiriye; ‘’Pirsgirekên ku di navbera jin û mêran de dest pê kiriye, vedigerin dîroka 30 hezar sal beriya niha. Dema ku civakek komunal li derdora jinan tê avakirin, li dora mêran jî pergala kuştinê ya bi zanebûn tê organîzekirin. Vê rê li du şaristaniyên cuda vekiriye. Di encamê de du şariştanî derketine holê. Şerê jin û mêran bi hezaran salan dom kiriye û li dawiya vê pevçûnê jinan pergala xwe ji dest daye!’’ Ji van tespîtên rêzdar Ocalan ên nû jî tê fêmkirin ku dîroka şerê di navbera jin û mêran de ji texmînên hatine kirin gelek kevintir e. Şaristaniya ku ji hêla mêran ve xwe bi sazî kiriye, serdestiya xwe destpêkê li ser nirxên jinan ava kiriye. Em van danehevan tevan ji berhemên lêkolîn, têgihiştin û vekolandina berdewama rastiyên zanista dîrokê dizanin ku ev rastî hatine pejirandin û îsbatkirin.

Em pê bawer in ku siyaseta demokratîk, dê bi pêşengiya jinên kurd, bi berfirehkirina têkoşîn û hevgirtinê li dijî siyaseta mêran a serdest bi ser bikeve. Wê jin bi banga birêz Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwe bi rêxistin bikin. Têkoşîna jinan a rêxistinkirî, îro bi vê boneyê li her derê cîhanê li hemberî zordestî û kedxwariyê zindî û li ser piyan e. Jinan îsal bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi xebatên xwe yên curbicur, rêyên nû yên têkoşînê aşkere kirin. Bi taybetî mijara xizaniya jinan, xistina rojeva raya giştî û girîngiya vê yekê ji bo îfşakirina siyaseta îktîdarê peywirek e.

Salên dawî, li Kurdistan û Tirkiyeyê kuştina jinan zêde bûye, lê tevî vê jî di çapemeniya alîgir de nûçeyên ku kujeran mafdar û jinan jî tometbar nîşan didin xuya dibin. Heta niha hatiye dîtin ku çapemeniyê li ser kuştina jinekê, ji îktîdara AKP-MHPê hesab pirsiye? Hesabpirsîna kuştina jinan, ne di rojeva çapemeniya alîgir de ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê kuştina jinan erzan bûye; ji jiyana jinan re ti qedir  û qîmet nehiştine! Jinên ciwan ku çarenûsa wan bi dîtina cenazeyê wan bi dawî dibe, trajediya herî mezin a vê rastiyê ye. Mixabin cenazeyên wan li ber peravên çem û golan tên dîtin. Kujerê Rojîn Kabaîşê, dewlet çima wî/wan diparêze, dernaxe holê? Qesasê/ên Rojînê, çima dernaxin pêşberî darazê? Kî ne kujerên van jinan?

Bi rasthatina vê rojê gelo ew ê jin, çi peyamanan bidin sîstema dinyayê ya şerxwaz? Ya rastî, ya herî girîng pêkhatina çalakî û gotinên jinan ên bi boneya vê rojê ne. Helbet wê jin gotinên xwe di vê roja têkoşînê de li kolanên cîhanê bi yekdengî bibêjin , ‘NA ji kuştin û tundiya li ser jinan!’ Wê kolan bi berzkirina dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bihejin. Wê li rojhilatê Kurdistan û Îranê, jin li kolan û kargehan li hemberî rejîma molayan dengê xwe bilind bikin û wiha bêjin; ‘Ji girtin, kuştin, kedxwarî û darvekirinan re êdî bes e’. Wê jinên rojhilatê Kurdistanê li mîrateya şoreşa jinan a Jin Jiyan Azadî û bi sekna jinên berxwedêr Zeynep Celaliyan, Werîşa Muradî û Şerîfe Mihemedî bi hildana wêneyên Jîna Emînî  berxwedana van jinên bedew silav bikin. Ew ê ala têkoşîna Jîna Emînî, li asîmanan li ba bikin û li qadan dirûşma  berxwedanê bi yekdengî bilind bikin. Bi vê boneyê jin, di nav amadekariyeke mezin de ne. Li kuçe/kolanên parzemînan, wê jin milbimil bimeşin û awazên xwe li zordestiya desthiladar a mêrane bilind bikin. Ew ê jinên Xezayê, hesabê kuştina bi hezaran zarokên filistînî, ji kujeran bipirsin.

25ê Mijdarê roja gurkirina têkoşîna li dijî tundûtujiyê ya cîhanê ye. Ji bo roja 25ê Mijdarê ango ‘roja mezinkirina têkoşînê’ jin wê li hemberî hemû cureyên tundiyê li qadan têbikoşin. Jin, ku her kêliya jiyanê bi tundiya mêr-dewletê re rûbirû ye, jiyana wê di xetereyê de ye. Divê tevahî cureyên tundiyê bên analîzkirin û weke babeta sereke ya têkoşînê bên dîtin. Bêguman ew ê tevgerên jinan nirxandina salê bi berfirehî bikin û çawaniya têkoşînê bi hev re diyar bikin. Gava yekemîn, divê rêgirtina li ber tundiyê be. Pêwîst e em civakê jî, mêran jî bikaribin beşdarî nîqaşên xwe bikin û rêyên nû yên çareserkirina meseleyên kolektîf, peyda bikin. Gelo ew ê çawa pêşî li tundiya nav malê ya ku çavkaniya wê feqîrî ye, bê girtin? Helbet dê bi avakirina kooperatîfan, pêşî lê bê girtin. Jin û zarok li nav malê, di nav pencên tundiya bav, hevjîn û bira de dijîn. Herwiha jinên kurd jî, ji destpêka meha mijdarê ve bi çalakî, xebatên atolyeyan û hevdîtinên li gel jinan xebatên xwe dikin. Ev ji bo hişyarkirin û rêxsitinkirina civakeke demokratîk dikare bibe konaxeke girîng a nû. Xebatên bi vî rengî wê kapasîteya civakê ya çareseriyê bihêztir bike. Lezdana xebatên bi vî ewayî, hêviya aştiyê xurttir dike. Bi vê boneyê jin, wê 25ê Mijdarê, li her deverê cîhanê, li qadan bi çalakiyên cuda, vê rojê pêşwazî bikin û li dijî tundî û kedxwariya li ser jinan bêjin: Berxwedan Jiyan e!