Rojnameya Ronahî piştî 3 hefteyan ji rawestandina bi sedema xerabûna teknîkê ya Çapxaneya Şehîd Herekol, îro ji nû ve dest bi çapkirin û belavkirinê kir. Rojnameyê di 1ê Mijdara 2023yan de ji ber pirsgirêka teknîkî ragihandibû ku nikare çapa xwe ya kaxizî bi awayekî demkî çap bike.
Îro bi ziman erebî û kurd, bi hejmara xwe ya 1389an ji bo çapa erebî û hejmara 1327 ji bo çapa kurdî, careke din dest bi çapkirinê kir.
Di vê heyama rawestandinê de, Desteya Edîtoriyê nûçe û dosyayên xwe li ser malpera xwe ya fermî û platformên civakî diweşandin.
Rojname hefteyê 6 hejmaran bi zimanên erebî û kurdî derdixe, ji wan 2 hejmaran di rojên yekşem û çarşemê de çap dike û hejmarên din jî li ser malpera fermî ne: https://ronahi.net
