24 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên Şengalê çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin

Jinên Şengalê di panela ku ji hêla TAJÊ ve hat dayîn de tundiya mêr a li ser jinê, sedemên kuştin û xwekuştinên jinan ên li Şengalê û rêya wê ya çareseriyê nîqaş kirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo hişyarkirina jinan li beramber tundiya mêr, rêyên xweparastin û têkoşîna li dijî tundiyê bi boneya 25’ê Mijdarê semînerek li komelgeha Digûrê ya Şengalê ji bo jinan da.Semîner bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên têkoşîna azadiya jinan re destpêkir. Piştî rêzgirtinê semîner detpê kir.

Semîner ji aliyê Endama Kordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî ve hate dayîn. Ferîde Şengalî destpêkê, çima 25’ê Mijdarê bûye roja têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr û dewletê agahiyên dîrokî da jinan. Paşê jî behsa sedema kuştin û xwekuştinên jinan ên li Şengalê kir.

Ferîde Şengalî Pêngava TAJÊ ya 30ê cotmehê ya bi dirûşmeya; ‘‘Xwe nekuje, her xwekuştinek fermaneke’’ jî bibîrxist û got: “Emê weke TAJÊ li dijî kuştin û xwekuştinan têkoşîneke xurt bidin û li ber rabin. Xwekuştin dide nîşandan ku xeteriyeke mezin jinan heye. Divê em li hember vê yekê bisekinin. Zehmetî çi dibin bila bibin, divê em weke jin li hember bisekinin û xwe nekujin. Jinên li Şengalê rûberûyê zehmetiyên mezin tên ku beşek çavkaniya xwe ji mêr digire û beşek jî çavkaniya xwe ji siyaseta li ser Şengalê tê meşandin digire. Jin ji ber gelek tengav dibe, serî li xwekuştinê dide, lê em dibêjin xwekuştin ne çareseriye. Xwekuştin fermane û fermanê li me nû dike. Divê jin li beramber zehmetî û zextan xwe bihêz bikin. Ji ber hem zextên mêr û hem jî yên malbatê li ser jinê heye. Tundiya li ser jinê ne tenê fizikiye, hem fizîkî hem jî deruniye. Piştî fermanê pirsgirêkên derûnî di jinên ciwan û giştî jinan de çêbûye. Ev tundî hem ji hêla mêr ve, hem jî dewletê ve tê meşandin. Jin dixwazin vê derûniyê derbas bikin û derkevin, lê mêr astengiyê jêre derdixe. Mêr dibêje, ger jin derkeve derve nikare kareke baş bike, wê tiştê şaş bikin. Piraniya mêran wisa difikirin. Lê em dibêjin, eger jin derbikevin derve û xwe di warê fikrî de ava bikin, wê tu carî tiştekî şaş nekin.’’

Ferîde Şengalî balkêşa ser zewaca di temenê biçûk de û reva ciwanan a bihevre jî û got: “Bêku ciwan ji xwe fam bikin, ji hezkirin û evînê fam bikin dizewicin (bihevre direvin), paşê di demeke kurt de dibin xwedî zarok. Ne dikarin xwe ne jî zarokên xwe xwedî bikin. Em dixwazin weke TAJÊ dawî li vê zewaca di temenê biçûk de bînin. Dîsa di temenekî pir biçûk de keçik fêrî vexwarina meşrûb, kişandina cixare û nargîleyê dibin. Ev jî xeteriyek li ser jinê çêdike. Em vêya weke azadiyê nabînin, berovajî weke xeteriyê dibînin. Dîsa bikaranîna teknîkê (telefon) jî bandoreke neyînî li ser keçan çêdike û rihê wan tune dike. Em dixwazin ciwanên me biçin dibistanê û dibistana xwe temam bikin. Heya xwe perwerde nekin, wê nekarin xwe ava bikin.’’

Jinên tevlî semînerê bûn jî beşdarê nîqaşên li ser mijarê bûn, nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê têkoşîna dijî tundiyê û rêyên çareseriyê de anîn ziman.

Dayê Zozan Simo ya tevlî semînerê bû, da zanîn dema Êzidî bi awayeke komîn jiyan dikirin û di çiyade dijiyan, herambû keçik beriya 20 saliyê were zewicandin û got: ‘‘Lê piştî destê derve yê dijmin kete nava me, herkesî di nava mala wê de heps kir, ji civakbûnê qut kir. Jin jî di nava malê de heps bû. Niha jî jin di nava malê de tenê bi telefona xwe re dijî. Jin nikarin li beramber tundî û tehdîtên mêran rabin. Di temeneke biçûk de li beramber tehdîtan qebûl dikin bizewicin. Beriya 25 salan tu jineke Êzidî xwe nedikûşt. Çima niha xwe dikûjin!’’

Beşdarbûyeke din a Semînerê Xezal Reşo jî diyar kir, jin rûberûyê gelek cûreyên tundiyê tên û got: ‘‘Divê em di van semîneran de li ser rêyên çareseriyê yên ji bo pêşî lê girtina tundiyê rawestin. Divê em wisa bikin ku jin bibin xwedî îrade û bi îradeya xwe bikare pêşî li tundiyê bigire. Divê jin bigihije wê astê ku desthilatdariya li ser xwe qebûl neke. Rê nadin jin pêşve biçin û li her devera cîhanê tundî li ser jinê heye. Lê dema jin perwerde dibe û xwe pêşdixe, di warê fikrî de ji mêr baştir pêşdikeve, dikare baştir kar rêve bibe. Jin di her qadê de bêhtir dikare rêveberina kar bike. Divê em bi taybet li ser rêyên çareseriyê rawestin. Divê xebatên hişyarkirin û perwerdeyê li nava civakê de zêde bikin.’’