24 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa Îsraîlê bi dijwarî Xezayê bombebaran kir

Hêzên Îsraîlê êrîşên li ser bajarê Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Xezayê zêde kirin. Li gorî beşa tenduristiyê di êrîşên Îsraîlê de kuştî û birîndar hene.

Artêşa Îsraîlê bi awayekî dijwar gelek deverên weke Refeh û Xan Yûnisê yên başûrê Şerîda Xezayê topbaran û bombebaran kirin.

Dezgehên çapemeniyê yên Filistînê daxuyand ku balafir û tankên Îsraîlê gelek avahiyên li başûrê rojhilatê Xan Yûnisê topbaran û bombebaran kirin û rûxandin.

Li herêmên Refehê jî bi awayekî dijwar êriş pêk hatin.

Berpirsên beşa tenduristiyê duh ragihandibûn ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelek deverên Şerîda Xezayê de herî kêm 24 kes hatin kuştin û 54 jî birîndar bûn.