Li Pasûra Amedê herêmek heye, jê re dibêjen Xiya. Xiya bi hirmiyên xwe navdar e. Kilamek jî heye dibêje, ‘Çûme Xiya nav hirmiyan, keçkê dilê min heliya’.
Sofî Evdilrezaq bi eslê xwe xiyî ye. Abdilrezaq ji ber ku guhên wî pir mezin bûn jê re digotin ‘Abdilrezaqê guhbel’. Guhên wî ji radara Pirinçlikê zêdetir hesas bûn. Evdilrezaq di dawiya temenê xwe de xwe hînî zimanê erebî kir. Em dikarin bêjin ku alîgirê meleyê mizgeftê bû. Bi hurmeteke mezin her tim guhên xwe dida mele.
Rojeke ji rojan, mele sûreyekê dixwîne (di vê sureyê de Xweda li ser zeytûnê, hêjîrê û li ser çiyayê Sînayê sond xwariye). Piştî ku mele vê sûreya Quranê bi wate dike, porê Evdilrezaq ê gijik, wekî şûr û mertalan li hev dikeve û dibe fişefişa pozê wî û wekî zirneyê deng derdixe.
Ji guhên wî fena tirêna Karazê dûman derdikeve. Lê ji ber hurmeta xwe ya ji bo meleyê gund, dengê xwe nekir, xwe da zorê heta ku cemaet bela bibe. Evdilrezaq bi teşeyekî perîşan xwe avêt derveyî mizgeftê. Ew şev heta serê sibê raneza û dema limêja nîvro hat ber mizgeftê. Cemaeta gund tev li ber mizgeftê bû. Evdilrezaq bi dengekî bilind bang kir, ‘Ey ummeta Muhemed, ji vê saatê şûn de, misqalê zerre şeref di pozê me de hebe, êdî em berê xwe nadin qibleya Muhemed.’ Gundî tev şaş dibin û jê re dibêjin, ‘Evdilrezaq qey tu dîn bûyî, çawa tiştek wiha dibêjî.’ Evdilrezaq dibêje, ‘’Mêze bikin gelî gundiyan, ev hirmiya me ya zer, şêrîn xweşik nekiriye Quranê, ev zeytûna têl, reşik kiriye Quranê, piçek xîret di pozê me de hebe êdî em berê xwe nadin qibleya Muhemed. Ew kesên ku ji xwezayê hez nekin, ji welatê xwe hez nekin, ji gelê xwe hez nekin, xîret di wan de tune ye û bihuşt jî ji wan re tune ye. Ew kesên ku ji bo welat canê xwe dane, zindan raketine ku em ji bona wan kesan xwe neêşînin, xîret di me de tune û bihuşt li me re heram e.’
Îcar mesele meseleya xîretê ye. Tê gotin ku Îmamê Azam Ebû Hanîfe kurd e. Rojekê ji şagirtên xwe dipirse, ‘Bihuşt çi ye?’ û wekî ezmûnê dide ber wan.
Piştî heftiyekê bersivên şagirtên xwe dixwaze. Hinek dibêjin teqwa ye, hinek dibêjin nimêj, hinek dibêjin bawerî, hinek jî wekî din tiştan dibêjin lê Îmamê Azam dibêje, ‘Na bersiva min ev nîne.’ Li ser wê rewşê, şagirt dibêjin, ‘Xalê seyda bi xwedayê mezin êdî tiştek em bêjin nema, gelo ev bihuşt çi ye?’ Îmamê Azam dibêje, ‘Bihuşt bixwe xîret e. Ew kesên ku xîreta wan tune be, ji wan re bihuşt jî tune ye…’
