24 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Anatomiya berxwedana cewherî

Rohat Bûlût, bi Arvînê re vegotinê di navbera rastiyeke objektîf a rojnamegeriyê û realîteya subjektîf a lehenganiyê de hevsengiyekê datîne. Bûyerên rastîn ên sala 2015an bi zimanekî belgeromanî, lê sivik û herikbar, pêşkeş dike. Bi vê yekê, êş û azarên kûr bi hêza lehengên rastîn re dibin yek û Arvîn dibe mekanîzmayek ji bo parastina bîranînên civakî

Belgeromana “Arvîn” a nivîskar û rojnameger Rohat Bûlût ku ji Weşanên Aryenê derçûye, di çarçoveya çîrokbelgeyeke sade de derbas dibe û wekî belgeyeke edebî li ber xwîneran disekine. Ev berhem ne tenê serboriya lehengekê vedibêje, lê ew hewldaneke wêrek e jî, ji bo vegotina berxwedan û têkoşîna di dema serhildanên xwerêveberiyên herêmî yên sala 2015an li bakurê Kurdistanê.

Rêwîtiyeke epîk û veguherîna leheng

Struktûra belgeromanê li ser bingeha rêwîtiyeke epîk a lehenga bingehîn, Arvînê, hatiye avakirin. Rêwîtiya wê ya ji Îzmîrê ber bi Nisêbînê û paşê Sûra Amedê, wekî “Rêwîtiya Leheng” di wêjeyê de tê xwendin. Lê belê, di vê rewşê de, rêwîtiya Arvînê ne tenê rêwîtiyeke kesane ye; ew vedigere ser bingeha nasnameyê û çalakiyên bi berxwedaneke civakî têne hûnandin.

Arvîn ku wekî şervaneke azadiyê ji nav dilê gel derketiye, di pêvajoya têkoşînê de fêhm dike ku nasnameya kurdî ji qedera nav û etîketekê zêdetir e; ew dibe “çekek ji têkoşîna gel”. Ev veguherîn, wê ji “nasnameya pasîf” ber bi “nasnameya xwebûnî û şoreşger” ve dibe ku kesayetiya “Arvîn”ê di nav şerê psîkolojîk de têdikoşe û bi ser dikeve.

Belgeyeke rojnamegeriyê, ne bîranîn

Yek ji hêmanên herî bihêz ên pirtûka “Arvîn”ê, rola wê ya wekî belgeyeke dîrokî ya wêjeyî di nav berxwedana xwerêveberiyên cewherî de ye. Nivîskar û rojnameger Rohat Bûlût, her çiqas wekî rojnamegerekî şahid be jî, bi rêya vê belgeromanê hewl daye ku dîroka nêzîk ji bîrkirinê wêdetir bi bîr bîne. Bi vî awayî, ev berhem wekî “lîteratûra şahîd” tê pênasekirin ku ne tenê bûyeran vedibêje, lê di heman demê de bandora wan a li ser civakê jî analîz dike.

Rohat Bûlût, bi Arvînê re vegotinê di navbera rastiyeke objektîf a rojnamegeriyê û realîteya subjektîf a lehenganiyê de hevsengiyekê datîne. Bûyerên rastîn ên sala 2015an bi zimanekî belgeromanî, lê sivik û herikbar, pêşkeş dike. Bi vê yekê, êş û azarên kûr bi hêza lehengên rastîn re dibin yek û Arvîn dibe mekanîzmayek ji bo parastina bîranînên civakî. Ew vê rastiyê radixe ber çavan ku Arvîn ne navekî xeyalî ye, lê lehengiyeke rasteqîn e ku di wan deman de derketiye holê û bi danîna hîmên bingehîn serkêşî kiriye.

Şêwaza Bûlût a wêjeyî

Her çend “Arvîn” berhema yekemîn a nivîskar û rojnameger Rohat Bûlût be jî, şêwaza wê ya vegotinê, bi giştî gihîştî ye. Zimanê wê sade û herikbar e û ev yek rê dide barkêşiya wê ya dîrokî ku mijarên girîng bi awayekî hêsan bigihîne xwîneran. Ev sadebûn, teknîkek di wêjeyê de ye ku armanca wê çîrokê rasterast bigihîne qadeke fireh a wêjehezan.

Di encamê de, “Arvîn” ne tenê belgeromanek li ser şer e; dîtin û bi israr naskirina hêza nasnameyê ye. Rohat Bûlût bi rêya “Arvîn”ê, bi zimanê wêjeyê ji bo nifşên nû dibêje:

“Bihêlin ku bila Arvîn di dilê we de bijî, da ku têkoşîna azadiyê her tim rêya we ronî bike!..”

Bi vê yekê, ev belgeroman ne tenê dîrokê tomar dike, lê di heman demê de felsefeyekê jî bi xwe re radigihîne; hêvî û berxwedan ku çawa bi hev re dimeşin û ji bo pêşerojê dibin milkê gel.

Bo wê dibêjim bê “Arvîn”ê nemînin ku weke min, hûn ê jî jê hez bikin.