Heger em niha bala xwe bidin şêla dawetên xwe, em ê bi rehetî bibînin bê ka ruhê çanda me çi qasî heliyaye! Mesela me xêliya sor avêtiye, em bi pey “gelinlik”ê biha yê mîna pizanê ziya çêlekan ketine. Me dest ji kincên kurmancî berdane, dane pey kincên ku bedena me rezîl û riswa dikin!
Li her herêma me kurdan stranên cihê yên dawetan û dawetên wekî wan stranan hene. Li Botanê strana “Bablekan bablekan, hûn wernê bablekan e !”, him bi naveroka xwe û him jî bi reqsa xwe qala şer dike.
Li herêma Mêrdînê strana “Di cî de, di cî de, di hewşa mala Apê Hecî de,” bi naverok û daweta xwe qala bûyereke gelêrî dike. Axir li gelek herêman mînakên wiha yên cihê cihê hene û hemû jî pêşbirk û qewimînên civakî vedibêjin. Dibe ku wateya wan hin stran û dîlanên me bi demê re hatibe jibîrkirin lê ew stran û dîlan, ji ber ku bûne çand, ji nav gel ranabin. Çimkî, koka çanda me di kûrahiya hişê me de ye. Bi wan stran û dîlanan em stresa xwe kêm dikin, kêfa xwe nû dikin û spora xwe jî pêk tînin.
Tu gel bê stran û dîlan nikare bijî! Lewra stran û dîlan ruhê jiyanê ne. Mesela strana “Hewaya Enqereyê”çi ruhî dide jîyana me? Mixabin di bîst salên dawîn de “Ankara Havasi” ewilî li ser me hat ferzkirin û niha jî bûye stran û lîstika dawetên me, lê ew ê ti carî nikaribe qala ruhê çanda me bike. Çimkî ew di çanda me de tune ye, ya jî wexta ku ew di çanda me de bi cih bibe, ruhê me yê çandî dê wenda bibe here.
Heger em niha bala xwe bidin şêla dawetên xwe, em ê bi rehetî bibînin bê ka ruhê çanda me çi qasî heliyaye! Mesela me xêliya sor avêtiye, em bi pey “gelinlik”ê biha yê mîna pizanê ziya çêlekan ketine. Me dest ji kincên kurmancî berdane, dane pey kincên ku bedena me rezîl û riswa dikin! Dîsa tevî ku di çanda me de tune ye jî, bûk û zavayên me ji qata jor ê hêwana dawetê dest bi şêleke riziyayî dikin û xwe berdidin meydana dawetê; eniya hev maçî dikin, bi hev re didin lotikan, dikevin serê dawetê û destmalkên xwe mîna tezbiyên di destên dînan de kil dikin, di xwêdanê de kal û kumêt dibin. De îcar werin vî kerî di vî bihurî re derbas bikin..!
Gelo ecêb û bobelatên di çanda me kurdan a dawetan de tenê ev in? Na, jê wêdetir jî heye; bûk û zava pastaya bi boyaxkirî li nav meydanê dixin devê hev, berbû pereyan mîna pelê dar û deviyan diweşînin meydana dawetê, lê xizanên me jî li ser sergoyan xwarinê didin hev!!! Ka dê çawa be vî halê çanda me?
