23 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Di maça Tîma Jinan a Amedsporê de wêneyên jinên hatine kuştin vekirin

Tîma Jinan a Amedsporê û Tîma Jinan a Trabzonsporê hatin hemberî hev û Tîma Jinan a Amedsporê bi 2 golan têk çû. Di maçê de di çarçoveya 25ê Mijdarê de wêneyên jinên ku hatine kuştin, hatin vekirin.

Lîga Super a Turkcellê ya Hefteya 11emîn a Tîma Futbolê ya Jinan didome. Tîma Jinan a Amedsporê û Tîma Jinan a Trabzonsporê li Stadyuma Tahir Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Gelek alîgirên tîma jinan a Amedsporê di maçê de li trubûnan cihê xwe girtin. Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Nawneteweyî de alîgran bal kişand ser jinên hatine kuştin. Li stadê wêneyên Jîna Emînî, Rojîn Kabaîş û jinên ku hatine kuştin hatin vekirin. Gelek aktîvîstên Tevgerên Jinên Azad (TJA) û jinên siyasetmedar li maçê temaşe kirin. Jinan ji destpêka maçê heya dawiyê dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.

Tîma Jinan a Trabzonsporê 2 gol avêtin Tîma Jinan a Amedsporê û maç 2-0 bi dawî bû.