22 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa li Bonnê didome

Di konferansa ku li Bonnê tê lidar xistin de bi sernavê ‘Faktorên Hundir û Derve yên Avakirina Jiyaneke Demokratîk’ pêşkêşî hatin kirin. Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî yên dîlgirtî jî ji konferansê re peyam şandin.

Konferansa ku bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Aştiyê bi sernavê “Bi hev re şêwedayîna jiyanê: Pêvajoya Çareseriyê ya li Tirkiyeyê û Perspektîfa Siberojê” bi nîqaşan didome.

Li ser navê Heyeta Bawermendan Dr. Dîlek Kurban, der barê armanca konferansê de axivî û wiha got, “Em li vir ji ber baweriya xwe bi çareseriyeke demokratîk û aştiyane ji bo pirsgirêka kurd kom bûne. Aştî tenê bi îradeya xurt a civakê mimkun e û em li vir in ku vê daxwazê mezin bikin. Damezrandina QADê hilbijartinek hişmend bû; baweriya damezrîneran bi aştiyê ev komele aniye rewşa wê ya niha. Tevkarî, wêrekî û vîzyona Selahattîn Demîrtaş ya ji bo komeleyê girîng e û em bi xemgînî bêparkirina mafê wî ya neheq ji azadiya wî tînin ziman. Em komek in ku ji bo aştî û mafên mirovan li Tirkiye, Ewropa û Kurdistanê dixebitin. Armanca me ew e ku piştgiriya civaka sivîl ji bo pêvajoya aştiyê xurt bikin.”

Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizraklî ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarên konferansê silav kirin û behsa girîngiya konferansê ku ji hêla QADê ve hatî organîzekirin kirin. Demîrtaş û Mizraklî, diyar kirin ku dijberî û fikar xwezayî ne û ev nîqaş dê aqilê hevpar xurt bikin. Herwiha dan zanîn ku tevî girtina wan a neheq jî, ew piştgiriyê didin hewldanên aştiyê.

Demîrtaş û Mizrakli, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryar e ku çekan deyne û wî di danûstandinên xwe de ji bo misogerkirina fonksiyona siyaseta demokratîk ev xet parastiye. Wan herwiha piştgiriya xwe ji bo vê perspektîfê diyar kirin. Demîrtaş û Mizrakli di peyama xwe de anîn ziman ku qonaxa herî zehmet a avakirina aştiya erênî di nav civakê de ye û diyar kirin ku konferans dê di vê pêvajoyê de pêşengî bike.

Rûniştina yekem a konferansê bi sernavê ‘Faktorên ku li Hundir û Derve Avakirina Jiyaneke Demokratîk Diyar Dikin” bû. Moderator Prof. Dr. Naîf Bezwan bû û Prof. Dr. Hamît Bozarslan û parlamentera DEM Partiyê Ayşegul Dogan pêşkêşî kirin.

Prof. Dr. Naîf Bezwan, destnîşan kir ku aştî ne tenê dawiya pevçûnê ye, di heman demê de pêvajoyek veguherîner e. Prof. Dr. Naîf Bezwan, da zanîn ku 5 şêwayên cuda yên aştiyê hene û got ku pergala cîhanî ya heyî li ser aştiya olîgarşîk ava bûye.

Ayşegul Dogan, têgihîştina aştiyê ya DEM Partiyê wekî “aştiyeke bi rûmet, wekhev, dadperwer û mayînde” pênase kir. Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku ev pêvajo ne tenê bêdengkirina çekan e, di heman demê de veguherîneke stratejîk û demokratîk e. Ayşegul Dogan, diyar kir ku aştî û demokrasî ji hev nayên veqetandin û got ku danûstandina demokratîk û civaka demokratîk bingeha vê nêzîkatiyê pêk tînin.

Ji aliyê din ve, Hamît Bozarslan, jî diyar kir ku pirsgirêka kurd ne “pirsgirêkek terorê” ye, pirsgirêkek dîrokî û civakî ye ku ji sedsala 19an heta roja îro dirêj dibe. Bozarslan, da xuyakirin ku pirsgirêk nikare bi çarçoveyek ewlehiyê ve were sînordarkirin; çareserî di têgihîştina pirsgirêkê de di çarçoveya wê ya dîrokî, çandî û rewşenbîrî de ye.