Serokwekîlê Koma CHPê û endamê Komîsyonê Murat Emîr biryara partiya xwe di civîna komîsyonê de eşkere kir. Murat Emîr diyar kir ku wan biryar girtiye ku neçin Girava Îmraliyê.
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz diyar kir ku komîsyon dê ji bo çûyîna Îmraliyê biryarê bide û got: “Li ser navê partiya me ez ê biçim.”
