21 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komisyon dê îro biryarê bide

Komîsyona meclisê dê îro civîna 18emîn pêk bîne. Tê payîn ku komîsyon îro biryara çûyîna Girava Îmraliyê bide.

Komîsyona Demokrasî, Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî dê îro civîna 18emîn pêk bîne. Komîsyon dê seat di 14.00an de bicive. Tê payîn ku endamên komîsyonê di civînê de biryara çûyina Girava Îmraliyê bidin. Ku di civînê de biryara çûyînê bê dayîn, dê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Îro helwesta CHPê jî tê meraqkirin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel bi endamên komîsyonê yên partiya xwe re li navenda xwe ya Giştî civînek li darxist. Di civînê de tu biryar derneket û CHPê got ew ê di MYKê xwe de vê yekê binirxînin.

Çavê raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiyeyê û navneteweyî jî civîna îro ya komîsyonê ye. Tê payîn ku îro komîsyon mijara çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bixe rojevê û biryarê bide.