Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê li dijî Tundiya li ser jinan a Navneteweyî ANHAyê li gorî daxuyanî û raporên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, “Platforma Kuştina Jinên Sûriyeyî Rawestîne” û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bûyerên binpêkirinê û kuştina jinan ên li herêmên HTŞê kom kir.
Piştî Heyet Tehrîr El Şam hat ser desthilatê li Sûriyeyê û heta dema weşandina raporê, 650 kes li deverên di bin kontrola wê de hatine kuştin. Li gorî belgeyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di nava qurbaniyan de 127 jin hene ku li qadê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî de hatin darvekirin.
Tenê li Siwêdayê 130 jin hatin kuştin
Piraniya 520 kuştinên din li Şam û gundewarên wê, Hama, Hums, Lazkiye, Tartus, Idlib û Helebê pêk hatin. Sedemên wan ji teqînên ku ji ber bermahiyên şer, gulebaranên ketober û kuştinên tolhildan an jî mezhebî, ji bilî kuştinên ku ji ber tundiya navmalî û civakî pêk tên.
Tevî vê rewşê jî rêxistinên ku binpêkirinên li dijî jinan belge dikin tune ne, hikumeta veguhêz jî bidestxistina agahiyan asteng dike.
Li bajarên cuda yên Sûriyeyê bi dehan jin û jinên ciwan di rewşên nezelal de hatin revandin. Ji bo wan tu lêpirsîn û lêkolînên ku bikarin aqûbeta wan diyar bikin, nehatin kirin.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Platforma Revandina Jinên Sûriyeyî Rawestînin, ji Sibata 2025’an ve li Laziqiye, Tertûs, Hums û Hemayê herî kêm 36 jinên Elewî hatine revandin, temenên wan ji 3 heta 40 salî ye.
Ji van rewşan, 8 bûyerên revandinê bi awayekî zelal û berçav hatine belgekirin, ew jî 5 jin û 3 zarok bûn. Li hemberî vê jî hêzên ewlekariyê tu lêpirsîn nekirin.
Li başûrê Sûriyeyê, li gorî raporên xwecih ên Siwêdayê ji destpêka îsal ve 65 jin hatine windakirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî revandin an windabûna 97 kesan ji Çileya borî ve belge kirin.
Li kêleka tundiya bedenî, jinên Sûriyeyê her tim rastî paşguhkirina siyasî tên. Tevî rola wan a dîrokî di hemû aliyê jiyanê de, lê belê di serdema Baas de ew hatin sînordarkirin û di saziyên rejîmê de tenê bi awayekî şiklî beşdar bibûn.
Piştî ketina rejîmê, jin bi temamî ji qada siyasî ya qonaxa veguhêz hatin dûrixstin.
Di 1949an de mafê dengdanê ji bo jinan hat dayîn û di 1958an de ji bo cara yekê derbasî parlamentoyê bûn. Lê tevî wê jî, nûnertiya jinan di parlamentoyê de lewaz bû, rêjeya nûnertiya wan di serdema Baas de ji sedî 6 heta ji sedî 13 bû.
Di hilbijartinên yekemîn ên qaşo “Meclisa Gel” a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji 119 kursiyan jinan tenê 6 kursî bi dest xistin, tevî ku rêjeya jinan a namzetan ji sedî 14 bû. Ev jî ji ber sîstema ne rasterast a hilbijartinan, tunebûna gotaya jinan û zayendperestiyê ye.
