21 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

30 kes li Endonezyayê ji ber hezazê mirin

Li Girava Cava ya Endonezyayê ji ber barana zêde hezaz pêk hat û 30 kes mirin.

Di rojên borî de li sê gundên herêma Cilacap hezaz çêbû, piştre li herêma Banjarnegara 2 hezaz çêbûn. Berdevkê Saziya Rêveberiya Afetê ya Neteweyî Abdul Muhari ragihand ku li Banjarnegara cenazeyên 7 kesên din dîtine û li vir bi giştî 10 mirî û 18 winda hene. Rayedaran diyar kirin ku di hezaza li Cilacap de 20 kes mirin û 3 kes jî winda ne.

Leşker, polîs û dilxwaz jî di nav de komeke lêgerîn-rizgarkirinê ya 700 kesî li Banjarnegara xebatên lêgerînê didomîne. Ji ber baranên zêde dewam dikin, li herêmê xeteriya hezazên nû û mezinbûna berhamiyên avê xebatên lêgerînê zehmet dike. Ji bo dîtina windayan makîneyên kar û kuçikên lêgerînê tên bikaranîn. Li heman herêmê nêzî hezar kes jî tehliyeyî qadên bi ewle tên kirin.

Li Endonezyayê dema muson a navbera mijar-nîsanê, her sal dibe sedemê hezaz, lehî û nexweşiyên ji ber avê. Saziya meteorolojî û avhewayê hişyarî da ku eger di hefteyên pêş de baranên tund dewam bikin, wê karesatên nû biqewimin.