Hişmendî, ramandin û afirandinê mirovahî ji heyama hovîtiyê aniye, gihandiye serdema pêzanîna çêkirî (hişê çêkirî). Jêdera van hemû geşedanan mêjî ye. Mêjî hem aliyê mirovan ê biyolojîk bi rê ve dibe, hem jî pêvajoya afirandina hişmendî û ramandinê. Pergala ramandinê yanî bi rêk û pêk û domdar pêkhatina ramanê dibe hişmendî. Hişmendî qata herî jor a mêjî ye. Pêzanîn (zeka) herî zû û berfireh têgihiştina rewş, têgih û agahiyê ye. Hiş, bi rêk û pêk û rast bikaranîn û birêvebirina pêzanînê ye.
Pêşketina berhilînê hişmendiyê diyar dike. Hişmendî rasterast bi pêşketina berhilînê re girêdayî ye. Lê mercên taybet ên hişmendiyê û cur bi cur cureyên hişmendiyê derdixin holê jî hene. Em dikarin felsefe, zanist, îdeolojî, siyaset, ol, wêje û hunerê weke cureyên hişmendiyê mînak bidin. Şertên ku hişmendî û cureyên hişmendiyê derdixin holê berhilîna pêşketî, azadî û kesên di bin mercên azad de gihiştî ne. Ji bilî kesên awarte, di civakên paşmayî de hişmendiya pêşketî dernakeve. Qada hişmendiyê kesên ji çîna desthiladar re dimîne. Ji ber wê ye ku di serdemên berê de û parek îro jî fîlozof, ramanwêr, zanist, hunermend, wêjerist ji dorhêla çîna serdest derketine. Yên xwedî derfet û şertên serbest û azad ew in.
Lê belê ji sedsala 20an û vir ve çînên serdest ji ber desthilatê û zêdekirina sermayeya xwe pêşiya xwendin û perwerdeyê vekirin, hişmendiyeke giştî û berfireh pê re pêk hat. Bi pêşketina heyama teknolojîk, qada dîtbarî, dîjîtal, ragihandinê re derfetên qada hişmendiyê pir û berfireh bûn. Pergala serdest li gorî berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî, çandî û îdeolojîk sînorên nixumandî bi qanûn, perwerdeya alîgir, lidarxistina çanda kozmopolît û hwd danîn pêşiya van geşedanên ku hişmendî pêş dixistin. Her tim modelên li gorî berjewendiyên xwe mirov gihandin: Mirovên ku nikarin bifikirin, îtîatkar, li pey projeyên wan araste dibin, her tiştî di pêşxistina takekesî de dibînin, hişê wan tevlihev û bêronahî afirandin. Di qada wêje, huner, çand û civakî de ev yek pêk anîn. Çînên serdest ji bo serwerî û desthilatdariya xwe civakeke îtaatkar û bêbertek dixwazin. Sedsalên berê bi zor û sîtemkariyê, piştî desthilatdariya pergala sosyalîst bi polîtîkayên nixumandî û perdekirinê serweriya xwe didomînin.
Mêjî û ramandina ku berhema mêjî ye, di hedefa wan de ye. Mêjî; ramandin, îdeolojî û ronahiyê diafirîne. Raman jî, ji bo serdestan xetereya siyaset û pê re rêxistinkirinê bi xwe re tîne. Rêxistin liv û lebat e, enerjiya pêşveçûn û guherînê ye. Hemû jî ji bo textê serweriyê, xetereyên mezin in. Ji dîroka serwerî û têkoşîna bindestan dersên giran derxistiye. Ji bo bi xetereyê re rû bi rû nemîne hemû amûrên li ser mêjî bandor dikin dixe dewreyê. Di serî de perwedeya birêxistinkirî, ya berbelayî, ragihandin, telekomîkasyon, teknolojî û hemû amûrên din bi kar tîne.
Mêjî robarekî mirêsdar e, navenda sereke ya ramandinê ye. Tarî şev e, kor e, pêşiyê nabîne. Ji bo ku bibîne divê binêre. Nêrîn arastebûna dîtina hawira ku mirov di nav de ye. Mêjî tarî be, hewldan û mecala nêrînê tune be yan jî hatibe tunekirin, nikare bibîne, ji dîtinê re kor e, tarî ye, şevereş e. Dîtin tevgera mêjî ya pasîf e. Dîtin karê jixweber e, mirov nexwaze jî dibîne, derdor li ber çavan dikeve. Lê nêrîn daxwaza dîtinê ye, balkişandin e, tevgereke hişmendî ye. Balkişandin meraq e, eleqe ye; meraq û eleqe riya lêpirsînê vedike. Mêjî li bersivên wan pirsan digere, dibîne, di bêjinga xwe re derbas dike, eger gihiştibe dahûrandinekê lempeyên mêjî yekser vêdikevin û bergeh ronî dibe. Ango mêjiyê fonksiyonel weke lempeyeke roniyê ye; duh, îro û pêşerojê dibîne.
Serwer û serdest hişyar in, zana û bi hişmend in. Di serdema îro de, ne bi zorê; bi rêya pewerdeya piralî, ragihandin, medya, teknolojiyê û hwd plan, proje û polîtîkayên qada aborî, siyasî, çandî, civakî û hwd diafirînin, disêwirînin ku pêşî li vê pêvajoya liv û lebata mêjî bigirin. Çek û teknolojiya şer hemîn di bêrîka wan de ye lê îro zêdetir girîngiyê didin arastekirina mêjî. Bi milyaran dolar, euro, lîra ji bo van polîtîka, plan û projeyan xerc dikin. Takekesî, kozmopolîtîzm, post-modernîzm, jiyana bêhêvî heta hişbiriya madî (esrar, kokain hwd) û derûnî di jiyana siyasî, çandî, civakî de bi pêş dixin.
Bi awayekî nixumandî bi fonksiyonên mêjî dilîzin. Heta ji destê wan tê hewl didin ku mêjî nefikire, şaş bifikire, bitevize. Hewl didin ku mirov, bi taybetî nifşên ciwan, mêjiyên hê dirûv negirtine, dilmeyî ne ji hedefên wan ber bi mebestên xwe araste bikin, bikin îtaatkar, nebin muxalif li kêleka armancên wan cih bigirin, rol bilîzin.
Serdestiya ku vê yekê herî zêde û karîger pêk tîne dewlet û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Di deh salên dawiyê de tundî, çewisandin û polîtîkayên tevizandinê, îtaatkirinê bi koordîne bi kar anîn. Yekser mêjî hedef girtin, arastekirina mêjî kirin hedefa xwe. Dîn û pewerde li hev anîn, diyanet, cemaatên olî li rex bi cih kirin. Bi dirûşma, ‘Em ê nifşên dîndar bigihînin’. Polîtîka û projeyên tevizandin û îtaatkirinê derxistin pêş. Di encamê de civak tevizandin, îtaatkarî pêk anîn. Civak anîn li hember hev, civak tenê bi pirsgirêkên debarê re mijûl e, bê bertek e. Civaka kurd a aktîf jî ji vê rewşê bi bandor bû. Niha birçîbûn, bêdebarî, xizaniyê serê xwe girtiye, gumrah dibe. Fihûş, hişbirî, nelirêtî, gendelî, bêhiqûqî, kêfîtiya desthilatdariyê, kuştinên jinan, xwekuştin û rizîna civakê bûye asayî. Ji ber polîtîka û planên ku mêjî hedef girtin, civakeke bêbertek, îtaatkar, tevizî û rizyayî derketiye holê ku êdî nikare bilive. Ji ber ku bi genên mêjiyê wê hat lîstin.
Em di mînaka desthilatdariya Tirkiyeyê de dibînin ku mêjî, raman û ronahî çiqas girîng in û hêzên serwer û serdest çima wan hedef digirin.
