Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, daxuyanî da. KJARê destnîşan kir ku bi nêzîkbûna 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê re, netewperestî û cinsyetperestî ya berdewam bûye.
KJARê daxuyand ku ev yek bûye sedema jenosîd û tundiya li dijî jinan û civakê û got: “Çareseriya herî mezin ya ji bo sedsala 21an Manîfestoya Aştî û Civaka demokratîke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye amadekirin. Wê dawî li cîhana ku xwe li ser sîstema mêrsalarî dayî avakirin û weke serdema hehşerê bin av kiriye dawî dibe.”
KJARê wiha domand: “Sedsala 21an sedsala azadiya jinê ye. Jin xwedî vîneke mezinin. Li Îranê bi hezaran jin bi pêşengtiya jina Kurd li ber xweda û xeta teslîmbûnê qebûl nekirin. Nimûneya vê ya herî şênber jî Şîrîn Elemholî, Zîlan Pepûle û Arîn Arî ye. Ev jinên têkoşer di têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de xwedî cihên taybet in. Wan bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Ji bo serketina soz û xeyalên wan yên azadiyê têdikoşîn. Em soz didin ku em ê çalakî û têkoşîna jinan ya li dijî tundiya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezintir bikin.”
KJARê diyar kir ku çalakiyên wê hemû li ser bingehê felsefeya Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tê birêvebirin û got: “Di nava gelên mîna Faris, Mazenî, Gîlek, Kurd, Belûc û hwd. ji bo gihiştina azadiyê têkoşîneke pir xurt dide. Jinan bi pêşengtiya xwe şoreş dewam kiriye. Ji bo wê rejîma Îranê ji rêxistin bûna jinan ditirsin. Em KJAR li ser xeta azadî û berxwedanê têkoşîn dikin. Di heman demê de hemû çalakiyên me ji bo rêxistinkirina civaka demokratîk e.”
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) got: “Prensîba esasî ya avakirina demokrasiyê ew e ku girîngî bide mijara azadiya jinê. Heta jin azad nebe civak azad nabe. Ji bo wê careke din bi boneya 25’ê Mijdarê eşkere dikin ku zayendperestî û qetilkirina jinan bi navçe yan bi neteweyekê tenê ve ne sînordar e. Ji bo wê em KJAR divê pir bi hestyar û baldar kar û çalakiyên xwe yên li dijî sîstema sîstematîk têkoşînê bikin.
Felsefeya Rêber Apo û asta bilindbûna têkoşîna KJAR’ê ber bi pêşketineke mezin ve diçe. Bi rastî bersiveke ji bo jenosîdê û tundiya li ser jinan û civakê. Tundiya li nava malê her roja diçe zêdetir dibe. Hemû roj li her cihî siyaseta qirkirina li dijî jinê bi plan tê kirin. Nasname û vîna jinê tê tinekirin. Ev hişmendiyê li tevahî Îran û Rojhilatê Kurdistanê serwer bûye. Her roj daneyên tundiya derûnî û fîzîkî, destdêrjiya li ser jinê û qetilkirina wê bi hinceta namûsê zêdetir bûne. Zewaca temenê biçûk û hejarî jî yek ji sedemên din yên zêdebûna tundiya li ser jinê ya ji Îranê ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve belav bûye. Qetilkirina Niyan li Makû, Narîn a li Bakurê Kurdistanê û qetilkirina dehan zarokên din yên li deverên din, nîşaneya rewakirina kuştin û zewaca temenê biçûke. Tê wateya dest avêtina ruh û fîzîka zarokan e. Jiyan li Rojhilata Navîn ji bo zarokan bûye qada şer.
Yekane rêya azadiyê, jin û civaka rêxistinkirî ye. Em jinên Rojhilatê Kurdistanê parastina rewa û nasnameya xwe mafeke rewa dibînin. Bi vê rêyê em ê li pêşiya tundiyê bigirin. Li seranserî cîhanê tundiya li jinan zêde bûye. Wê ji sala 2025an û pêve li cîhanê têkoşîna azadiyê ya hevpar a jinan derkeve pêş.
Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxwaza azadiya jinan hate kirin. Qêrîna azadiya jinan sînor derbas kir û belavî cîhanê bû û hejand. Li Efganistanê jin li dijî rejîma Talîbanê û sîstem mêrsalarî têdikoşin. Em diyar dikin ku emê yekîtî û têkoşîna xwe berfireh bikin û bidomînin.
Em KJAR ser bingehê dengê azadiya jinan rêxistina xwe berfireh dikin. Qêrîna Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bûye dirûşma hemû jinan li çar aliyê cîhanê, di rastiyê de bûye îlhama xeta xilasiyê ku jîngeheke ewle ji bo hemû jinan peyda bike.”
