21 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Festîvalên fîlmên kurdî rola pirê dilîzin!’

Festîvala Filmên Kurdî ya Hamburgê, yek kevintîrîn mîhrîcana filmên kurd e. Ev mîhrîcan her sal fîlmên kurdî nîşan dide. Dîrektorê Festivalê Yasîr Irmak, behsa girîngiya sînemaya kurd kir û got: “Em di navbera sînemavanên kurd û temeşavan de rola pirê yê dilîzin.”

Festîvala Filmên Kurdî Ya Hamburgê 16 sale yek platormek sînemaya kurd e. Wek Berlin, London, Duhok û FîlmAmed di navbera fîlmê kurdî û temaşevanan rola pirê dilîze. Wek her sal îsal jî gelek fîlm tê nişandan. Fêstîval îsal xelata rumetê da derhênêr Çayan Demîrel.

Dîrektorê festîvalê Yasîr Irmak der heqê rola festîvalê û rewşa sînemaya kurd de bersiv da pirsên Rojnameya Xwebûnê. 

Festivala Fîlmên Kurd ya Hamburgê kengî û çawa destpêkir?

Ev çalakiyan sînemayê di destpêka salên 2000î de bi navê ‘Rojên Fîlmên Kurdî’ hat destpêkir.

Ev festîval ji aliyê Xwendekarên Kurd (YXK) û komek almanên dostên kurdan ve dihat organizekirin.

Wan salanan gelek fîlmên kurd dihatin kişandin û li cîhek nedihatin nişandan. Fîlmên ‘Bejna Eynê’, ‘Jinên Ararat’ û gelek fîlmên kurd yên din… Me jî ji bo nîşandanan van fîlman dest bi çalakiyek wisa kir.

Destpêkê ev çalakî 3 roj bû. Dure fîlmên Bahman Ghobadî, Hiner Salem, Halîl Uysal, Kazim Oz û gelek derhenêrên kurd yên din hat kişandin. Me ev fîlmanan nîşan da. Ji aliyê temaşevanan eleqeyek zêde hat nişandan. Me jî biryar girt ku vê çalakiya sînemayê vegerînin festîvalek. Festîvala Fîlmên Kurd ya Hamburgê di pêvajoyek wiha de derket holê.

Mîrov dikare bejê ev Festivala Fîlmên Kurd ya Hamburgê îro çalakiyek sînemayâ bi pergal û rêk û pêke?

Festivala me ev 16 sale berdewam dike. Ne tenê li Almanyayê di nav hemû kurdan de jî navek xwe heye û bi prestîj e. Ev jî dide nîşandan ku festivala me êdî xwedî pergaleke ye. Salên borî çend caran ji ber astengan festîval çênebû. Wê demê saziyên kurdan û temaşevanên Hamburgê gilî û gazin dikirin, digotin, ‘ji bo çi festival çênabe’. Dixwazek pir mezin hebû ku berdewam bike. Disa gelek sînemavanên kurd, derhêner û fîlmçêker tên gel hevdû û projeyên bi hev re parvedikin.

Ev jî girîngiya festîvala me nîşan dide. Ez dikarim bêjim, Festivala Fîlmên Kurd ya Hamburgê li Kurdistan û cîhanê de yek çalakiyek sînemaya kurd a dem dirêj e.

Ji bo nîşandana fîlman hûn kîjan krîteran esas digrin?  

Krîterên me yên sereke ev in; ya çîrok, ya fîlm yan jî derhêner gerek kurd be. Ev bese ji bo me. Wek mînak Huseyin Tabak, derhenerek kurd, lê bi xwe filmê almanî dikşîne. Em fîlmên wî jî nîşan didin. Ji ber ku li Almanya yê cîwanên kurd dixwazin wî bişopinin. Dîsa gelek derhenêren din hene. Em wan û temaşêvanan tînin gel hevdû. Hinek caran derhêner biyanîne lê film û çîrok derbarê kurdan de ne. Di aliyê din de teybetî em dixwazin fîlmên di festîvalê de tên nîşandin der barê çar parçeyê Kurdistanê de bin. Ji bo me ev gelek girîng e. Armanca me yek jî fîlmên hatîne kişandin nîşanî gel bidin. Ji xwe krîterên ku sînemaya hemû cîhanê de esas tên girtin ji bo me jî derbasdar in.

Li Dihok, Amed, Rojava, Londra, Berlîn,  Hamburg û gelek deverên din festîvalên fîlman û çalakiyên sînemayê tên li darxistin. Li gorî we rola wan ji bo pêşketina sinemaya kurd çiye?

Mixabin mirov di roja me ya îro de nikare behsa endustriya sînemaya kurd bike. Ji ber gelek sebeba sînemaya kurd di bin zextekî mezin daye. Ji bo wê jî azad nîn e. Pir kem kes dikarin filmê xwe nîşan bidin. Fîlmên gelek derhênerên kurd, nayên nîşandan. Tevnek belavkirina fîlmek kurdî tune. Ji bo wê jî platform û çalakiyên bi vî rengê derfetek mezin e ji bo sînemavan û fîlmên kurdî. Jixwe destpêka van çalakiyan jî li ser hemen prensiban bû. Ev festîvalanan cîhê vê tevnê digrin. Kurtasî mirov dikara bêje di navbera fîlmçêker û temaşevan de rola pirê dilîze. Ev tişt gelek girîng e.

Salên dawiyên cîwanên kurd eleqeyek mezin nîşanî sînemayê didin. Hûn vê çawa dinirxînin?

Mirov van çend salên vê eleqeyê bi awayek zalal dibîne. Li bakurê Kurdistanê ev daxwaz gelek li pêşe. Cîwan hewldidin fîlman çêbikin. Lê ji ber derfetan bêtir belgefilm û kurtefilm, tên çêkirin. Li başûrê Kurdistanê jî liv û tevgerek heye; mînak li derdora Festîvala Fîlman a Dihokê, cîwan kombûne. Festîval jî derhênerên cîwan filmên wan ê destpêke xelat dike. Ev cesaret dide cîwanan. Disa FilmAmed jî di vî warê de rolek mezin dilîze. Hewldanên serkeftî yên Komîna Fîlman a Rojava jî salên dawiyê heye. Li Rojhilat jî gelek cîwan li dora Komelaya Sînemaya Sine, kom bûne û fîlman çêdikin. Ev ji bo pêşaroja Sînemaya Kurd, hêviyek mezin e. Lê mixabin ji bo cîwanên kurd ê li Ewropa yê mirov nikare pozîtîf bi axive.

Îsal di festivalê de çend fîlm tên nîşandan?

Îsal bi giştî, 21 fîlm tên nîşandan. Ji wan 3 jê metrajdirej, 6 kurtefilm in. 7 belgefilmên dirêj, 5 jî kurtebelgefîlm in. Fokusa me ya îsal jî ‘bîr’ e. Di festîvalê de em biçûk be jî xelat didin. Kurtefîlma herî baş, belgefîlma herî baş xelat dikin. Em îsal xelata rumetê didin derhêner Çayan Demîrel. Du fîlmên wî jî nîşan didin; ‘Bakur’ û ‘38’. Di aliyê din de jî me îsal biryarek girt ku cîwanên heta 21 salî bêbilet fîlman temaşe bikin. Armanca me bi vê rê cîwanan bikişînin salonê sinemaya yê.