Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, li bajarê Dihokê pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kir.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr jî beşdarî civînê bûn. Beşdaran li ser tevlîbûna xwe ya di Forûma Rojhilata Navîn a li ser Ewlehî û Aştiyê de ku du rojan li Zanîngeha Amerîkî ya li Dihokê hate lidarxistin, gotûbêj kirin.
