Tundiya aborî cureyeke tundûtûjiyê ya nûjen û tevlihev e. Berovajî tundûtûjiya fizîkî, ku şopên fizîkî yên rasterast nahêle û berevajî tundûtûjiya psîkolojîk, ku her gav bi awayên aşkere xuya nake, lê ew li bingeha jiyana kes, serxwebûn, rûmet û mafên wan ên madî dixe. Rasterast bandorê li ser şiyana wan a jiyana birûmet û gihîştina xwefêmkirinê dike. Tundiya aborî behsa kontrola hêza darayî, milk û çavkaniyên aborî yên takekesî, malbatî yan civakê dike ji bo armanca bindestkirin, kontrolkirin an zirardayîna qurbanî. Ew pir caran bi awayê bêparkirina pere yan çavkaniyan, kontrola li ser mûçeyan, redkirina gihîştina kar an perwerdehiyê û cudakariya aborî di nav malbat, sazî yan civakê de digire. Tundûtûjî ji asta takekesî derbas dike û dibe diyardeyek civakî ya kûr ku bandorê li aramiya malbat û civakan dike.
Şopên kûr dihêlin
Tundiya aborî ya li dijî jinan rola wan bêbandor dike, beşdariya wan a aborî sînordar dike. Dibe sedema gelek binpêkirinên mafên wan ên kedê. Tundiyek wiha azadiya jinan di mal û cihên kar de sînordar dike, tengasiyê zêde dike û rûberên ewlehiyê û aramiyê kêmtir dike.
Tundiyên fizîkî, derûnî, aborî, devkî û zayendî li ser jinan bi salan şopên xwe yên kûr dihêlin, wan birîndar dikin û her di hişê wan de dimînin. Ev zextek derûnî çêdike û pêre bandorê li têkiliyên wê yên civakî malbatî û hevjîniyê jî dike. Jiyan ji bo jinên ku bûne qurbaniya tundiya aborî û di nav kêmderfetiyan de hewla peydakirina pencereyeke jiyanê didin, zortir e.
Bifikirin ku jin di jiyana xwe ya hevjîniyê de bi ewqas tundiyê re rû bi rû dimîne. Lê ji ber ku di warê aborî de ne azad e neçar dimîne wê tundiyê qebûl bike û li hember wê bêdeng bimîne. Jinên ku îro ji jiyana xwe ya hevjîniyê nerazî ne û nikarin biryara berdanê bidin, hêleke wê vedigere nexweserbûna wê ya aborî. Ji ber ku jinên ku koletî pejirand nebûn xwedî pîşe, nikarin ji bin siya mêr jî derkevin û gotina xwe bêjin.
Heta niha rêjeya hebûna jinan di qada bazirganiyê de pir kêm e û bi tiliyan tê jimartin, tevî ku di ser şoreşê re 14 sal derbas bûne. Hejmara jinan di bazara kar de pir kêm û lawaz e. Jinan xwe xistiye cihekî wiha ku ji ber şerma ji mêr û civaka mêrsalar, nikare biryaran li ser jiyana xwe bistîne û dereng dimîne. Gava wê ya derengmayî wê di hin aliyan de dide poşmankirin.
Rê dirêj e
Ji ber ku jin nikarin bikevin nav kar, ji xwe re çavkaniyên debarê ava dikin. Jin karê ku dayik û dapîrên wan kirine heta niha didomînin. Mînak, li kêlekên malên xwe bi çêkirina tenûran û firotina wan re eleqedar dibin. Ew jî li kêleka malên xwe çêdikin û wiha dibe çavkaniya debarê, di demeke ku mêr çavkaniyên aborî sînordar dike. Bi rêjeyeke pir bilind bav bi keçên xwe re nabin alîkar ku bibin xwedî pîşeyek ku siberojê pêre bibe alîkar ku destê xwe li ber kesekî din venekin. Bi hewldanên kesane hin jin bûn xwedî pîşe; mîna endezyarî, bijîşkî, hesinkarî û hwd. Lê di malan de hîn jin bi tundiya aborî re rû bi rû dimînin, ev rastiyek e ku mirov nikare paşguh bike û bêje Şoreşa Jinan biserketî ye. Hîn rê dirêj e û rêwiyên şoreşê bê rawestan di nav têkoşîneke bêhempa de ne.
Jin çima ne xwedî pîşe ne!
Hin malbat ji ber ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin, neçar dimînin wan bi zaroktî bizewicînin. Ev jî aliyek tundiya aborî û krîza wê ye ku di nav rewşên şeran de derdikeve holê. Hin keç ji ber aboriya kêm ya malbatê nikarin bixwînin û xwe nas bikin. Wiha jî li hember civaka baviksalar nikarin biryaran li ser jiyana xwe werbigirin. Çima her jin wekî her mêrekî ne xwedî pîşe ye? Ji ber jinan dispêrin mêran û dibêjin dawiya her jinekê mala hevjînê wê ye, çima wê bibe xwedî pîşe û wê çi bike! Bi van gotinan jinan dixapînin û wê bê palpişt û piştgirî dihêlin. Her wiha jin ji mîrasê tê bêparkirin, ev jî cureyeke tundiyê ye.
Jin di nav Şoreşa Rojava de, hewl didin li nav projeyên aborî cih bigrin û bibin xwedî rol. Avakirina aboriya komunal û kolektîf armanca her kooperatîfekê ye. Lê belê eger em bêjin ku gihiştiye asta ku di nav Şoreşa Jinan de şoreşek aborî pêk aniye, wê ne rast be. Hewldan didomin û têkoşîna jinan ranewestiyaye.
Gavên jinan
Jinên Rojava yên ku di nav projeyên ku ji hêla Komîteya Aborî a Kongra Star ve tên sazkirin, cihê xwe digrin û hewl didin xweserbûna xwe li qada aboriyê bidest bixin. Cudahiya wê jî jinên ku bi komî xwe di projeyên taybet de birêxistin kirine, hewl didin jinan bêhtir nêzî hev bikin, hevgirtinekê çêbikin, da ku bikaribin ji hev re di rojên herî zor de bibin palpişt û hev bi hêz bikin. Têkoşîna li dijî tundiya aborî û bipêşxistina projeyên xweserbûna jinan ên çandiniyê, bazirganî û hwd. ne hêsan e. Li hember hişmendiya baviksalar gotina xwe kirin ne hêsan e û baweriyek zêde dixwaze ku li qada aborî gavên xwe yê pêşîn biavêjin.
Hewldan hene ku jin projeyên mezin bi rê ve bibin, kargeh û kampaniyan çêbikin û wiha rê bidin destên kar ên jinên din û derfetên kar ava bikin. Jin dema gav diavêjin dizanin ku gavên çiqas girîng û çarenûsî diavêjin.
Xwendin tenê têr nake!
Erka malbatê ye ku keçên xwe di qada aborî de destek bikin û keçan wekî kurên xwe bibînin. Eger kurên xwe fêrî pîşeyekê dikin, divê ji bîr nekin ku xwendin tenê têra keçên wan nake, pêwîst e wan jî bikin xwedî pîşe. Di gelek deman de keç ji ber nikare biçe bajaran, xwendina wê nîvcû dimîne û di mal de dest li ber rûyan li benda hatina zavayekî ye, an jî ji bêkariyê dikeve deprasyonê û bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû dimîne. Bendemayîn mirov diwestîne. Her çiqas hin malbat dewlemend bin jî, dîsa keçên wan bi tundiya aborî re rû bi rû dimînin.
Pîşe û xwendin hev temam dikin
Ya ku tê xwestin her keçek li kêleka xwendina xwe bibe xwedî pîşe, pîşe û xwendin hev temam dikin û jiyanek baştirîn ji jinên xwedî armanc re dabîn bibe. Ji biçûkanî hêviyên wiha di keçên xwe de biçînin, kar ne şerm e û hebûna jinan li bazarên kar li cem jinên din rehetî û aramiyê ava dike.
