Bi boneya salvegera yekemîn a kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin” ku şaredarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dabû destpêkirin, îro rapora xebatên jinan hate aşkerakirin. Rapor, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Hevşaredarên jin û gelek jin tevlî bûn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin beriya daxuyaniyê axivî.
Metna bi kurdî ji hêla hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan û ya bi tirkî jî hevşaredara Pirsûsê ya Rihayê Ayten Kaya xwend.
Metna daxuyaniyê wiha ye: “Di vê pêvajoya dîrokî de ku em xwe ji her demê zêdetir bi îdiaya ku sedsala 21an dê bibe sedsala şoreşa jinan bilind dikin, em 25ê Mijdarê rojek din a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi hêz û mîrateya ku me ji dîroka têkoşîna jinan wergirtiye pêşwazî dikin. Tundiya li dijî jinan pirsgirêkek civakî ye ku bi cudakariya li ser bingeha zayendî ve girêdayî ye û ji hêla desthilatdariya serdest a mêr ve tê xurtkirin û kûr kirin û ew rasterast wekî tundiya sîstematîk bandorê li jinan dike.
Têkoşîna jinên me li dijî serdestiya mêran, ku bi hezaran salan e bi amûrên zorê hewl dide nasnameya jinan bi malê ve sînordar bike, wekî duh îro jî mezin dibe û wê mezin bibe. Em dizanin ku çavkaniya bingehîn a tundiya li dijî jinan kûrkirina rolên zayendî û polîtîkayên bêcezatiyê yên hikûmetê ye ku di pratîkê de sûcdar û kujeran xelat dike. Ji ber vê yekê îro em careke din destnîşan dikin ku tundiya li dijî jinan bi qasî ku siyasî ye îdeolojîk e jî. Rejîma mêtînger ku hişmendiya serdest a mêran hewl dide li ser laş, ked û îradeya jinan ava bike di civakê de wekî kuştina jinan xwe nîşan dide.
Îroj em dibînin ku tundiya mêran ne tenê jinan hedef digire lê di heman demê de zarok û xwezayê jî hedef digire. Awayê kuştina Narîn û her weha Akin û Elanur yên ku ligel diya xwe li Êlihê hatin kuştin kûrahiya tundiya mêran aşkera dike. Ew hilweşandina ekolojîk a ku bi wêrankirina çiya û keviran li ser navê madenê û wêrankirina daristanan bi rêya darbirînê tê kirin, hemî berhemên heman zîhniyetê ne.
Bi hezaran salan e ku nasnameyên jinan ji aliyê hişê serdest ê mêran ve di malan de hatine sînordar kirin, leqayî her cure tundiyê hatine û bi hezaran kes hatine kuştin. Dîrok û hebûna jinan hatiye paşguhkirin. Bawerî û mîrateya wan a çandî hatin paşguhkirin, jin bi rastî bê bîr man. Di şûna wê de têkiliyên hegemonîk ên ku ji hêla serdestiya mêran ve hatine rêxistin kirin û avahiyên nû yên ku van têkiliyan saz dikin hatin avakirin. Her roj tundî dihat hilberandin û girtina jinan berdewam kir.
Tundiya mêran bi awayekî sîstematîk bi hincetên wekî hêrsa takekesî çavnebarî û tehrîk tê sivikkirin û sûcdarên mêr ji ber tevgerên baş bi kêmkirina cezayên wan têne berdan. Di 10 mehên pêşîn ên vê salê de ku hikûmetê sala 2025 wekî Sala Malbatê îlan kir 317 jin ji aliyê mêran ve hatin qetil kirin. Em jin dizanin ku ev komkujî ne takekesî ne û hêza xwe ji rêxistin kirinek xerab digire. Hikûmeta ku dixwaze jinan di nav malbatê de heps bike, ne tenê tedbîrên parastinê yên têrker li dijî tundîtî, tecawiz û îstîsmarê li ser jin û zarokan nagire,lê di heman demê de jinan ji mekanîzmayên parastinê dûr dixe û wan ji bo tundîtiyê di rewşek vekirî de dihêle.
Polîtîkayên şer û pevçûnê yên ku ji hêla hişmendiya serdest a mêr ve li seranserê cîhanê têne meşandin û hemû beşên civakê dihewîne dibin sedema ku jin bedela herî giran bidin. Sazûmaniliya siyasî û civakî ya ku jinan paşguh dike, tundiyê rewa dike û mafê wan ê nûnertiyê desteser dike, rûyê xwe yê herî hovane di kuştina jinan û kuştina sîstematîk a jinan de aşkera dike.
Tundiya li dijî mafê jiyanê ya jinan polîtîk, sîstematîk û êrişek serdestî ya mêrane ye. Di vê qonaxê de, aşkera ye ku pirsgirêk bi taybetî mijara azadiya jinan bi têgeh û rêbazên ku ji hêla sîstema heyî ya baviksalar ve têne hilberandin nayên çareserkirin. Çareserî bi avakirina civakê ji bingehê bi komunan, ku şêweyê xwezayî yê hebûnê ne; bi vejandina nirxên exlaqî û siyasî û bi derbaskirina zihniyeta mêr a bi hezaran salan mimkun e.
Serpêhatiya me di rêveberiya herêmî de ku di sala 1979an de bi sê endamên meclisê yên jin dest pê kir niha di encama têkoşîna me ya jinan de di hevserokatî û temsîliyeta wekhev de cih digire. Hevserokatî û temsîliyeta wekhev tê wateya beşdarbûna çalak a jinan ne tenê di siyasetê de, lê di heman demê de di hemî pêvajoyên rêveberiyê û qada giştî de misogerkirina beşdarbûna wekhev di pêvajoyên biryardanê de û ji nû ve pênasekirina rolên zayendî ye jî.
Aştî û civaka demokratîk bi rêveberiyên herêmî yên demokratîk mimkun e. Têgihîştina aştî û civaka demokratîk xeleka tundîtiyê ya ku ji hêla zayendperestî, olperestî, mîlîtarîzm û serdestiya mêran ve çêdibe dişkîne, deriyên li ber edalet, azadî û aştiya mayînde vedike, û jinan wekî hêza pêşeng a veguherîna civakî digire nav xwe. Wek jinên ku di warê Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk de têdikoşin, em rol û mîsyona xwe di avakirina aştî û civaka demokratîk de dizanin, û em dizanin ku rêveberiyên herêmî bingeha avakirina civakên demokratîk in.
Li ser vê bingehê; bi perspektîfa rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan, me salek berê kampanyaya Gotina me neqediya, em ê bi hev re tundiyê rawestînin da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de zirara ku ji ber zîhniyeta navendîparêz a ku ji hêla qeyûman ve hatiye afirandin çêbûye, me bi nêzîkatiya xwe ya rêveberiya kolektîf ku rasterast jin û gel tê de beşdar bûn zû dest bi tamîrkirina van ziraran kir.
Wek şaredariyên DEM Partiyê berfirehiya kampanyaya me ya salane da;
* Me li bajarên xwe nexşeya tundî û xizaniya jinan derxist. Di çarçoveya têkoşîna li dijî xizaniya jinan de ji bo kû jiyana kevneşopî a komunal bê domandin bostanên jinan ên bajêr hat avakirin. Ji bo jin û zarokan bankayên cil û bergan û bazarên kedê yên jinan ava kir.
* Di 369 çalakiyên perwerde û hişyariyê de me xwe gihand 12 hezar û 411 jinan bi armanca pirskirina rolên civakî û belav kirina nêrînek bê tundî û wekhevî hedef girt. Di komxebatan de beşdarvan li ser tundiya li ser bingeha zayendî, cudakarî, şêwazên rol û polîtîkayên wekheviyê hatin agahdarkirin û asta hişyariyê bi rêbazên înteraktîf hate zêdekirin. Di encama xebatan de beşdarvanan re hestyariya zayendiya civakî xurt bû û asta xwecihî de ki bo piştgiriya perspektîfa wekhevî me tevkarî da.
* Me rêbazên xwe yên têkoşîna li dijî tundiyê di hemû warên jiyanê de berfireh kirine û di vê çarçoveyê de li 45 şaredariyên me belgeya helwestê ya li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî hat îmzekirin.
* Di çarçoveya kampanyayê de em bi jinan re di têkiliyeke berdewam de bûn û serdanên hevgirtinê ji bo jinên esnaf pêk anîn. Di van serdanan de me bi qasî 2 hezar û 601 jinên esnaf re hevdîtin kir.
* Her wiha me 189 stand danîn bi qasî 14 hezar û 958 jinan re têkilî danîn û saziyên jinan ên ku ew dikarin heke pirsgirêkên wan hebin bi wan re parve bikin.
* Di nava salekê de me armanc kir ku rasterast bi jinan re têkilî deynin. Di çarçoveya vê hewildanê de me 225 civînên jinan li dar xist ku gihîştin 28 hezar û 991 jinan.
* Di civînên ku me lidar xistin de ji bo veguherandina parkên bajêr bo cihên jiyanê yên jinan me bi qasî 25 hezar û 433 jinan re hevdîtin pêk anî.
* Nêzîkî 8 hezar û 500 jin beşdarî mihrîcanên jinan bûn ku me lidar xistin da ku çanda jinan ku di bin êrişa mêran de ye bêtir xuya bibe.
* Di seranserê kampanyayê de me pênc mihrîcanên keda jinan li dar xistin da ku keda jinên rastî îstismarkirinê hatine xuya bikin, jinan bi awayekî çalak di hilberînê de beşdar bikin û hevgirtina di navbera jinan de xurt bikin. Me nêzî 12 hezar û 220 jin anîn cem hev.
Ji bo hişyarkirina li ser têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, temînkirina piştgiriya psîkososyal û xurtkirina wekheviya zayendî me navendên hevgirtina jinan û jiyanê vekirin. Ev navend ji bo jinên ku rastî tundiyê hatine an jî di bin xetereyê de ne piştgiriya psîkolojîk, rêberî, rêberiya hiqûqî û xizmetên piştgiriya civakî peyda dikin. Bi vî awayî;
* 25 navendê piştevaniya jinan
* 41 navenda jiyanê ên jinan
* 28 navendên bêhnvedanê vebûn
* 492 jinan re piştgiriya psîkolojîk hat dayîn.
* 142 jinan re piştgiriya hiqûqî hat dayîn.
* Dema tundiyê de ji bo jin bi lez xwe bigihînin me xeta tundiyê dîsa çalak kir.
* Me meclisên jinan ên şaredariyên xwe wekî pratîkek ji bo îdiaya me ya rêveberiya demokratîk û kolektîf ji nû ve ava kir.
* Me komîsyonên wekheviya jinan ava kirin da ku newekheviya zayendî ji holê rakin.
* Me yekîneyên perwerde û polîtîkayên jinan û atolye ji bo hilberîn û perwerdehiya jinan ava kir.
* Me çalakiyên civakî berfireh kirin da ku qadên huner û werzîşê ku berê wekî qadên mêran dihatin hesibandin me ji bo azadiya jinan re çalakiyên hestiyartir kir.
* Li hemberî bajarên kû ji aliyê aqilê mêr ve bi beton û rengê gewr hatine avakirin de Me park û qadên kesk ên jinan zêde kirin.
Bandor û encamên kampanyaya me ya salekê careke din rol û mîsyona rêveberiyên herêmî di têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan de tîne bîra me. Bu vê yekê; wek şaredariyên DEM Partiyê, kampanyaya ku me sala borî da destpê kirin li ser daxwaza jinan û pêwîstiyên civakî en didin diyar kirin ku em ê bidin berdewam kirin. Di vê çarçoveyê de wekî beşek ji kampanyaya me em armanc dikin ku li hemû bajarên xwe navendên jiyan û hevgirtinê yên jinan ava bikin bêtir jinan bînin cem hev û rasterast wan di mekanîzmayên rêveberiyê de entegre bikin. Di têkoşîna me ya li dijî xizaniya jinan de em armanc dikin ku di hemû waran de bi taybetî di çandinî û hilberînê de komun û kooperatîfan ava bikin.Em ê ji bo jinên ku di malên xwe de asê mane qadên civakî ava bikin da ku beşdariya wan di jiyana civakî de misoger bikin. Li hember polîtîkayên wêrankirina çandî em ê kreşên pirzimanî vekin ku ji bo hemî beşên civakê bi hêsanî bigihîjin wan û balê bikişînin ser xebatên ziman û çandê. Dîsa di çarçoveya kampanyayê de armanca me avakirina bajarên bê tundî, ewle, geş kû xwe dispêre azadiya jinan e.
Bajarê qedîm ê Kurdistanê ji Nisêbînê em carek din gotina xwe bilind dikin; ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê bi hev re tundiyê rawestînin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li dijî tundiya mêran têbikoşin û li ser bingeha felsefeya Jin, jiyan azadî civakeke aştîxwaz û demokratîk ava bikin. Em ê bi hev re jiyaneke bê tundî azad û wekhev ava bikin.”
