Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Li nexweşxaneyê jî careke din xwîn çûbû ser mêjiyê wî û meheke ku li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Huseyîn Aykol dema dihat dermankirin enfeksiyon girt û ji bo pêşî li enfeksiyonê bê girtin tedawiya wî ya krîtîk berdewam dike. Rewşa xeternak a Huseyîn Aykol ku bi amûra bêhn standinê tê dermankirin, didome.
Bijîşkan diyar kir ku nirxê xwîna wî kêm bûye û ji ber vê yekê jî dê xînê takviyeyî laşê Aykol bikin. Serdanên ji bo Huseyîn Aykol jî li nexweşxaneyê berdewam dikin.
