Parlamenterê HDPê û serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê Osman Baydemîr beşdarî Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê bû. Osman Baydemîr di forumê de axivî û bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û yekîtiya gelê kurd.
Osman Baydemîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan a ji bo aştiyê û got: “Em îro bi êşa xwe û dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me tifaq û yekîtiya navxweyî ye.”
Osman Baydemîr peymana Sykes-Picotê ku Kurdistan parçe kiribû bi bîr xist û wiha got: “Peymana Sykes-Picotê weke kefenekî li bedena me hat pêçan lê bi saya şehîdên Kurdistanê ew kefen çiriya. Tifaq kurd û Kurdistan wê bibe bingeha azadî û aştiyê. Ku aştî û aramî li Rojhilata Navîn pêk were, wê xelkê Tirkiyeyê, Îranê û Iraqê jî bi me re bigihîjin aştiyê û aramiyê. Xebata herî pîroz, xebata aştiyê ye.”
Baydemîr bal kişand ser xebatên yekîtiyê yên li rojavayê Kurdistanê û got: “Xebatên yekîtiya li Rojava jî encameke pêvajoya li bakurê Kurdistanê ye. Ev pêvajo û xebatên yekîtiyê cihê şanazî û spasiyê ye. Ez carek din spasiyê xwe ji birêz Ocalan re dişînim ku ev bingeh û derfeta aştiyê ket rojeva Rojhilata Navîn.”
Osman Baydemîr da zanîn ku ji bo çareseriyê, li cîhanê gelek modelên nenavendî hene û mirov dikare ji bo aştiyê sûdê ji wan wergire û got: “Ma ew der dûr in an Hewlêr dûr e? Ji bo aramî, aştî û ewlehiyê modela herî nêzîk a Hewlêrê ye. Ma Cenevre dûr e yan Hewlêr? Hewlêr nêzîktir e.”
Osman Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bangî rayedarên başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Tenê ricayeke min heye, tifaqa xwe ya neteweyî xurt bikin û hikûmetê rojekê berê rojekê ava bikin. Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”
