19 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TAJÊ dest bi çalakiyên 25ê Mijdarê kir

TAJÊ dest bi çalakiyên 25ê Mijdarê kir û got, "Mirina her jinekê fermanek e; em ê li dijî tundiyê xweparastinê mezin bikin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ragihand.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de di şexsê hersê Xwişkên Mîrabel de hemû jînên di têkoşînê de şehîd bûne bi bîr anî û wiha hat gotin: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, em di şexsê hersê Xwişkên Mîrabel de şehîd Sara, şehîd Saliha, şehîd Pelîn, şehîd Nazê, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û hemû şehîdên azadiyê ku bi canê xwe rêya jiyana azad ji jinan û hemû civakan re vekirin û têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin û dubare soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê bi civaka aştî û demokratîk tacîdar bikin.

Mîmarê civaka aştî û demokratîk Rêber Apo sedsala 21emîn weke sedsala azadiya jinan, jinan jî weke pêşengên vê sedsalê pênase kir. Di vê sedsalê de jinan bi têkoşîna xwe bedêlên mezin dan û di encama van beedelên mezin de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin. Pergala desthilatdariya mêr-dewletê ku ji ber destkeftiyên jinan li pêşberî xwe weke astengiyek mezin dibîne, tundiya li ser jinan her roj bi dijwarî didomîne. Hemû cureyên tundiyê li hemberî jinan veguherîne parçeyeke jiyanê. Tacîz, tecawiz, lêdan, komkujî her roj zêde dibin û bedêlên şerên ku li cîhanê tên meşandin jin didin. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji milek ve jî weke şerê li hemberî jinan tê meşandin. Li Fîlîstinê jin dibin hedef, li Afganistan, Îran û Sûriyeyê jî jin bi rêbazên cuda ji hemû qadên jiyanê tên dûrxistin.”

Di daxuyaniya xwe de TAJÊ destnîşan kir ku rojane şer li ser bedena jinan tê meşandin, zewacên di temenê biçûk de ji hêla dewletê ve bi qanûnan tê rewakirin û ev nirxandin kir: “Bi tu awayî hesab ji kesên ku jinan qetil dikin nayê pirsîn berevajî vê yekê kujer tên parastin heta tên xelatkirin. Desthilatdariyên mêr-dewletê hem bi vî awayî qetilkirina jinan rewa dikin hem jî dixwazin emrê pergala xwe dirêj bikin. Weke civaka êzidî fermana 3yê Tebaxa 2014an di serî de li ser jinan li hemberî civaka me, qirkirinek bû. Komkujiya ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin, li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat. Jin bi saxî di qefesan de hatin şewitandin û li sûkan hatin firotin. Hê jî bi hezaran jinên êzidî ku ji ax, çand û baweriya xwe hatine qutkirin, di bin esaretê de ne û rastî her cure tundiyê tên. Komkujî bi awayekî vekirî pêk hat lê tevî vê yekê jî kesên ku hovîtiyê krin hatin veşartin, parastin û hesab ji wan nehat pirsîn.”

TAJÊ diyar kir ku ew ji Rêber Apo û gerîlayên azadiyê fêrî têkoşîn, xweparastinê bûne û wiha domand: “Weke jinên êzidî me felsefeya Rêber Apo nas kir û pê re jî me xwe nas kir. Me birînên fermanê bi rêxistinbûna xwe kewand. Em fêr bûn ku têkoşîna herî baş a li dijî tundiyê xwenaskirin, rêxistinbûn û têkoşîn e. Rojane me têkoşîna vê da meşandin û em hê jî dimeşînin. Hêviya me ya têkoşînê, îradeya me xurtir kir. Em ê bi vê zanebûnê hesab ji kesên ku bûne sedema fermanê bipirsin û pêşiya tundiyê bigrin. Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşînê bilind bikin, jiyana komunal xurtir birêxistin bikin û em ê careke din bi tu awayî nehêlin fermanên nû werin jiyîn.

Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser pêngava ‘Xwe nekuje, her xwexuştin fermanek e’ ku di 30yê cotmehê de li dijî xwekuştina jin û ciwanan ragihandibû, daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêngav me li ser esasê li dijî her cure tundiyê û têgihîştina xweparastinê da destpêkirin. Em ê bi vî ruhê roja 25ê Mijdarê pêşwazî bikin û bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan, qirkirina civakê ye’ çalakiyên xwe li dar bixin. Di vê çarçoveyê de dê semîner werin dayîn, dewreyên perwerdeyê ji bo mêran her wiha dê meş werin lidarxistin.