Danişîna 3yemîn a rojnameger Hamdullah Bayram ku bi hinceta qedexeya derketina derveyî welat binpê kiriye dihat darizandin, li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat lidarxistin. Hamdullah Bayram ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê tê ragirtin û parêzerê wî Resûl Tamûr tev li danişînê bûn.
Dadgehê, tevî parastina Bayram û Tamûr, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da û biryara tehliyeyê da.
Tê payin ku Hamdullah Bayram di nava rojê de ji girtîgehê derkeve.
Çi bûbû?
Belavkarê rojnameyê Hamdullah Bayram, di sala 2023yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat binçavkirin û girtin. Dadgehê, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal û 6 meh cezayê hefsê da Bayram û biryara qedexeya derketina derveyî welat da. Bayram, bi hinceta binpêkirina biryara şertê kontrola edlî dîsa hat girtin. Li ser vê yekê dosya ji hêla Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Dîlokê ve hat lêkolînkirin. Dadgeha Îstînafê jî diyar kir ku der heqê Bayram de lêpirsîneke cuda jî heye, got ku divê her du dosya bi hev re bên nirxandin û biryar betal kir. Ji bo jinûvedarizandinê ji 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê re şand.
