3 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Yilmaz Tûnç: Biryara çûyîna Îmraliyê ya komîsyonê ye

Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç der heqê serdana komîsyonê ya ji bo Îmraliyê de axivî û got: “Di vê mijarê de biryar bi temamî ya komîsyonê ye.”

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç der barê nîqaşên îro yên ku serokê MHPê Devlet Bahçelî der barê serdana komîteya parlementoyê ya bo Îmraliyê de anîne ziman de daxuyaniyek da. Tunç diyar kir ku Komîsyona Demokrasî Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî dê biryar bide ka serdan dê pêk were yan na.

Wezîr Yilmaz Tunç got: “Serdana komîsyona parlementoyê ya Îmraliyê, ku Birêz Bahçelî îro jî behs kir, dê li gorî biryara Komîsyona Demokrasî Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê gengaz be.  Di vê mijarê de biryar bi temamî ya komîsyonê ye û em ê hemû li benda biryara komîsyonê ya li ser vê mijarê bin.”