10ê adara 2025an, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. 1ê nîsanê jî di navbera Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd-Eşrefiyê û nûnerên hikûmeta demkî ya li Helebê de peymana ji 14 xalan pêk tê, hatibû îmzekirin. Piştî peymanê hikûmeta demkî 77 caran peyman binpê kir. Herî dawî, 25ê îlonê, komên girêdayî Tirkiyeyê û hikûmeta demkî, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirin. Şêniyên van taxan û nûnerên saziyên civakî yên navneteweyî li dijî dorpêçê û ambargoyê bertekên xwe anîn ziman. Rêxistinên navneteweyî destnîşan kir ku jin, zarok û mezinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji ber qutbûna xwarin, derman, av û ceyranê zehmetiyan dijîn û nexweş nikarin bên dermankirin.
Endamê rêveberiya Meclisa Tendirustiyê ya Helebê Dr. Osman Îsa anî ziman ku beriya dorpêça taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, heta 12ê tebaxa 2024an, ji aliyê rejîma Baasê ve dihat birêvebirin û got: “Tax di bin dorpêçek pir dijwar de bû. Lê piştî ruxandina pergala Baasê, ew dorpêç hinekî sist bû. Ketin û derketina taxê ji berê hêsantir bû. Piştî demekê me dît ku komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê, li Helebê serweriya xwe zêde kirin. Bi taybetî li dora taxên kurdan ku pergala rêveberiya xweser lê hatiye avakirin û herêma herî bi ewle ye, xwe bi cih kirin.”
Dr. Osman Îsa, diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi nasnameyên kurd tên naskirin û got: “Taxên herî ewle û pak in. Ji ber vê yekê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê hêdî hêdî xwe li dora taxan bi cih kirin. Alozî zêde kirin. Di ketin û derketina taxan de metirsî zêde kirin. Beriya şerê 10ê cotmehê ketina gelek pêdiviyên jiyanê yên wekî arvan, sotemenî û derman, xwarin, şîrê zarokan qedexe bû. Ji ber van qedexeyan jiyana li taxê ket bin xetereyê.”
Dorpêç didome
Dr. Osman Îsa anî ziman ku piştî şerê 6ê cotmehê dorpêça taxê bêhtir bû wiha axivî: “Heta niha jî dorpêç didome. Gel dibe hedefa êrîşên çeteyan. Ji dema tax hatine dorpêçkirin heta niha, hin mirovên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Piştî dorpêçê tûpên oksîjenê yên ku vala bûn, em nikarin tijî bikin. Ji ber tunebûna oksîjenê gelek kesên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ji ber derfetên kêm ên nexweşxaneyê, nexweşên ku lazim bû biçûna nexweşxaneyên bajêr, nekaribûn biçin. Ji ber nikaribûn biçûna, jiyan xwe ji dest dan.”
Derfet gelek kêm in
Dr. Osman Îsa bal kişand ser kêmbûna derfetên nexweşxaneyan û wiha lê zêde kir: “Ji derveyî Nexweşxaneya Şehîd Xalit Fecir ku wekî nexweşxaneya gel tê naskirin, çar nexweşxaneyên taybet jî li taxan hene. Xwediyên wan jî kurd in. Lê derfetên wan jî sînordar in. Tiştên ku li nexweşxaneya gel nedihatin dîtin li wir hebûn. Lê tiştên ku li wir jî nedihatin dîtin, ji ber dorpêçê nedikarîbûn biçin nexweşxaneyên bajêr. Amûrên emeliyata mejî li gel me tune ne. Derziyên zarokan tune ne. Gelek amûr tune ne. Kêmasiya amûran gelek e. Derfetên ji bo dermankirinê gelek kêm in.”
Dr. Osman Îsa her wiha bal kişand ser bandora diyalogan a li ser dorpêçê û wiha bi dawî kir: “Di rojên dawî de hêdî hêdî dorpêça li dora taxan sist dibe. Pirsgirêka Şêx Meqsûd û Eşrefiyê girêdayî pirsgirêka hebûna statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Çiqas diyaloga Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Şamê re bi pêş bikeve, ew qas derfet zêde dibin. Dijberî wê dema ku têkilî aloz jî dibin vê carê bi awayê neyînî bandorê dike. Ji ber vê yekê xebatên giştî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hebûna gelê kurd a giştî û gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bandorê dike.”
