18 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Kişandina fîlmê derhêner Mano Xelîl bi dawî bû

Derhêner Mano Xelîl ê ku sêlojyeke dikişand piştî Hajhajîk û Cîran kişandina fîlmê xwe yê Kêlî jî qedand.

Derhêner Mano Xelîl bi fîlmê xwe yê Hajhajîk dest bi kişandina sêlojyekê kiribû. Mano Xelîl wek berdewamiya vê sêlojyeyê fîlmê xwe yê Cîran kişandibû. Niha jî wek dawiya van fîlman kişandina fîlmê Kêlî qedand. Mano Xelîl di Hajhajîk de qala qonaxa ciwaniyê ya bi rêya lêgerîna zarokan ji bo rehên wan dema ku ew mezin dibin dike. Fîlma duyem Cîran desthilatdariya faşîst Baasê bi çavên zarokekî kurd vedibêje.

Sêlojî bi fîlma Kêlî bi dawî dibe. Di vî fîlmê de jî derhêner sê çîrokên bi hev ve girêdayî pêşkêş dike. Derhêner di fîlmê xwe yê dawî de gihîştina mirovan a exlaq, şehrezayî û hestên di hebûnê de vedikole.

Fîlm li bajarê Bernê yê Swîsreyê hat kişandin. Heidi Maria Klossner, Sabina Timoteo (swîsrî), Îsmaîl Zagros, Şêrvan Hecî û Salar Salem (kurd) û Jelal El-Tewîl (ereb) û bi dehan lîstikvanên din di fîlm de cih digirin. Mano Xelîl kişandina fîlm qedand û hewl dide piştî montajê fîlmê xwe biweşîne.